Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Salı - 8 Ekim 2024

Meşa li Londrayê: Wê Rêber Apo azad bibe, komploger têk biçin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo piştgirîdayina pêngava cîhanî û şermezarkirina 9’ê Cotmehê Li Londrayê dest bi meşa 3 rojan kir. Meşvanan gotin, “Em ê tecrîda mutleq bişkînin û Rêber Apo azad bikin. Wê Rêber Apo azad bibe û komploger têk biçin.”

Li paytexta Îngilistan Londrayê di çarçoveya pêngava cîhanî ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve meşa ji bo 3 rojan hat destpêkirin. Ciwanên ku li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Londonê li hev civiyan tim û tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî gerîla” berzkirin. Ciwanên ku afiş û pankartên derbarê pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, li ber stranên ji bo Rêberê Gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê hatin gotin, govend gerandin.

Li ser navê pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî ya Îngilistanê Ercan Akbal axivî û bal kişand ser pêngava cîhanî û wiha got: “Îro paradîgmaya Rêber Apo li hemû cîhanê deng vedaye û Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya konfederalîzma demokratîk komployê parçe kiriye. Dîlgirtina Rêber Apo nayê qebûlkirin. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê vê komployê vala derxist. Pêngava azadiya Rêber Apo ya ku îro li seranserê cîhanê dewam dike nîşan dide ku dîlgirtina Rêbertiyê êdî nayê qebûlkirin.”
Akbal îşaret bi Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê kir û komplogeran şermezar kir û got: “Wê Rêber Apo azad bibe û komploger têk biçin.”

Piştî axaftinê bi dehan ciwan bi flamayên ku wêneyên Rêber Apo li ser bûn, bi stran û bi bezkirina dirûşmeyan meşiyan. Welatiyên derdorê eleqeyeke mezin nîşanî meşa ku li herêma Haringeyê dest pê kir, dan û wesayîtan bi lêdana qorneyan piştgirî dan meşê.
Di meşê de belavok hatin belavkirin û hunermendên Kurd stranên şoreşgerî gotin.
Meşa ku wê 3 rojan bidome wê di 10’ê Cotmehê de li ber avahiya Meclîsê bi dawî bibe.
Kesên beşdarî meşê bûn hest û ramanên xwe anîn ziman

Ji beşdarên meşê hunermendê kurd Mîr Serhad got, “Divê gelê me rabe ser piyan. Ji bo azadiya Rêber APo em ê li kolan û qadan bin. Îro roja yekîtiyê ye. Gelê Kurd wê bi ser bikeve. Em Rêber Apo silav dikin, gerîlayên Kurdistanê silav dikin. Em êdî mêtingeriyê qebûl nakin û qebûl nekin. Heta ku Rêbertiya me azad bibe em ê têbikoşin.”

Berdevkê Tevgera Ciwanan Mazlûm Çewlîk diyar kir ku meşa wan wê 3 rojan bidome û got, “Em jiyana bêyî Rêber Apo qebûl nakin. Em dibêjin yan azadî yan azadî. Em şopdarên Rêber Apo ne. Divê hemû cîhan vê bizanibe. Divê gelê me tevlî vê meşa azadiyê bibe.

Yek ji beşdarên meşê Heval Seyda yê 72 salî ye. Heval Seyda bal kişand ser pêngava azadiyê ya ku salek li pey xwe hişt û wiha got: “Meşa me bi coş û xweş e. Em ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşin. Rêbertî azad bibe wê gelê Kurdistanê jî azad bibe. Em ê meşa xwe bidomînin û em ê ranewestin.”

Ji Tevgera Ciwanan Hamza Amed jî wiha axivî: “Em ê tecrîda mutleq bişkînin û Rêber Apo azad bikin. Em vê dewleta faşîst nas nakin û nas nekin. Heta ku Rêbertî azad bibe em ê nesekinin. Paradîgmaya Rêbertiyê Komploya 9’ê Cotmehê pûç kir. Paradîgmaya Rêbertiyê li Rojava pêk hat, niha dora cîhanê ye.”

Jina ciwan a bi navê Elîf jî diyar kir ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û bang li her kesî kir ku komployê şermezar bikin û beşdrî meşa azadiyê bibin.
Meşa ku ji aliyê ciwanan ve hatiye destpêkirin wê li herêmên navendî yên Londonê pêk were. Di meşa ku bi coş û kelecan didome de roja ewil wê li Screet Old a ku yek ji navendên girîng ên bajêr e, bi dawî bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar