Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...
Çarşamba - 9 Ekim 2024

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

LAB, CGT û CI: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe

sendîkayên LAB, CGT û CI daxuyan dikin ku di salvegera yekemîn a kampanya navneteweyî de ku ji bo Abdullah Ocalan hat destpêkirin soza piştgriya bi têkoşîna gelê dan û gotin. "Em dixwazin Ocalan azad bibe; ji ber ku weke sendîkalîstên anarko li hemberî girtina kesên ji bo cîhaneke hîn baştir têdikoşin nabe ku em bêdeng bimînin. Ji ber ku hevrêyên li Şoreşa Rojava li derveyî dîktatoriya semaye û netewe dewletê xwe bi rêxistin kirine û mînakeke têkoşînê ya ku hêviyeke nû dide tevgerên civakî yên li her devera cîhanê, nîşan didin."

Xwedîderketin li pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd reçareseriya siyasî” her ku diçe berfireh dibe. Yek ji konfederasyonên karkeran ên herî berfireh ên Spanyayê Konfederasyona Navbera Sendîkayan (Confederacion Intersindical-CI), Konfederasyona Karkeran a Giştî ya Katalonyayê (CGT) û Yekîtiya Sendîkayên Karkeran a welatê Baskê (LAB) salvegera kopmloya 9’ê Cotmehê peyam weşandin.

Endam û rêveberên LAB’ê di asta herî bilind de xwedî li pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ derdikevin û hem ala PKK’ê hildan hem jî afîş û dowîzên li ser pêngava navneteweyî bilind kirin. Berdevk Koldo Saenz bi navê LAB’ê daxuyanî da û got; “Îro salvegera destpêkirina operasyona komploya navneteweyî ya li hemberî Abdullah Ocalan e. Di ser operasyonê de zêdeyî 26 sal derbas bûn, li gel vê yekê jî li Îmraliyê di nava şert û mercên derveyî mirovahiYê de tê ragirtin û bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Ji ber vê jî weke LAB em daxwaza azadiya wî dikin û vê yekê jî ji ber du sedeman dikin: Girtina wî binpêkirineke cidî ya mafên mirovan e û ji ber ku azadiya Ocalan di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de gelekî girîng e. Ji ber vê jî em dixwazin Ocalan bê berdan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk bê peydakirin.”

Konfederasyona Navbera Sendîkayan (Confederacion Intersindical-CI) bi bîr xist ku ji bo azadiya Rêber Apo kampanyayeke navneteweyî hatiye destpêkirin û wiha hat gotin: “Ocalan bêyî ku mafên wî bê misogerkirin hat darizandin û cezayê darvekirinê lê hat birîn. Ev ceza veguherandin cezayê heta bi hetayê yê girankirî û li girava Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda mutleq de hat bicihkirin. Ji sala 2021’an û vir ve ne malbata wî ne jî parêzerên wî karîbûn têkiliyê pê re dîne.”

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Di salvegera yekemîn a kampanya navneteweyî de ku ji bo Abdullah Ocalan hat destpêkirin, weke CI em soza xwe ya şermezarkirina binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê dubare dikin. Bêguman azadiya girtiyan wê bibe gava herî girîng ji bo pêvajoyeke danûstandinan a nû ya ji bo çareseriya siyasî ya daxwazên gelê kurd ê li nava sînorên Tirkiyeyê be. Lewma tevkariyên cuda yên Abdullah Ocalan wê di çareseriya dawî ya pirsgirêkê de xwedî rola diyarker be. Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd. Ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re azadî, çareseriya siyasî ji gelê kurd re.”

Konfederasyona Karkeran a Giştî ya Katalonyayê (Confederació General del Treball de Catalunya-CGT) jî peyameke bi vî rengî da: “Weke CGT Katalonya em tevlî kampanya navneteweyî ya ji bo rizgariya Abdullah Ocalan bûn û dixwazin piştgiriyê bidin tevgera rizgariyê ya Kurdistanê. Dewleta tirk 25 salan ew li Girtîgeha Îmraliyê girt û tecrîd kir. Girtina wî ji bo ragirtina fikrên wî yên li dijî dewlet, baviksalarî û kapîtalîzmê bû.

Azadiya jinan, ekolojî û xwerêveberî. Ev stûnên Konfederalîzma Demokratîk in. Fikir û karên tevgera rizgariya gelê kurd bi rêxistinên otorîter ên netewe dewletê re tên hemberî hev û ev yek ji bo dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê dibe gefek.

Em dixwazin Ocalan azad bibe; ji ber ku weke sendîkalîstên anarko li hemberî girtina kesên ji bo cîhaneke hîn baştir têdikoşin nabe ku em bêdeng bimînin. Ji ber ku hevrêyên li Şoreşa Rojava li derveyî dîktatoriya semaye û netewe dewletê xwe bi rêxistin kirine û mînakeke têkoşînê ya ku hêviyeke nû dide tevgerên civakî yên li her devera cîhanê, nîşan didin.

Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê reçareseriya siyasî!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar