Dewleta tirk a dagirker û çete wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di vê dagirkirinê re 5 sal derbas bûn. Her du bajar jî di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de, bi piştgiriya hêzên navneteweyî rastî êrişan hatin û piştî êrişan bûn navenda pêkanînên dijmirovî. 5 sal derbas bûne, lê her diçe revandina mirovan, kuştin, xesp, taciz û tecawiz zêde dibin.
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê; Di êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de 429 welatî hatine kuştin. Bi deh hezaran kes an hatin girtin an jî revandin. Her wiha demografiya her du bajaran jî gelekî guheriye. Li şûna zêdeyî 300 hezar kesên ku neçar man koç bikin, malbatên hêzên paramîlîter hatin bicihkirin. Tenê li Serêkaniyê ji sedî 90 guhertin di pêkhateya demografîk de çêbûye.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso di salvegera dagirkeriyê de axivî.
Xerîb Hiso da zanîn ku dîroka 9’ê Cotmehê ji bo destpêkirina êrişan ne tesaduf e û got ku ev êriş berdewama komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ne. Xerîb Hiso diyar kir ku hêzên hegemonîk ên di komployê de cih girtine ev êrîş erê kirine û wiha got: “Armanca Tirkiyeyê qirkirina kurdan e. Îrade û destkeftiyên kurdan nas nakin. Êrişên li Serêkaniyê û Girê Spî berdewama êrişên li ser Efrînê bûn. Ji bo tepisandina şoreşa gelan êriş kirin. Ji ber ku her du bajar hatine dagirkirin mafên mirovan tên binpêkirin. Welatiyên li van her du bajaran dijîn ji warên xwe hatin derxistin. Bi hezaran kes neçar man ku ev 5 sal in di şert û mercên demsalî li kampan bimînin.
Xerîb Hiso bi bîr xist ku gelên her du bajaran beriya êrîşên dagirkeriyê di çarçoveya Neteweya Demokratîk de bi hev re dijîn û wiha domand: “Pergalek li ser bingeha demokrasî û wekheviya gelan bû. Jiyana Azad esas hat girtin. Hêzên wan ên xweparastinê hebûn. Nirxên ehlaqî û mirovî di serî de bûn. Di demeke kin de jinan di her qada jiyanê de cih girt. Gel bi rêya meclisan xwe bi rê ve dibir. Rêveberiyeke demokratîk derket pêş û jin di nava civakê de hatin asteke girîng. Dewleta tirk ji vê mînaka demokrasiyê ditirsiya. Gelek hewldanên dagirkeriyê hebûn lê bi ser neketin. Tirkiye bi hêzên navneteweyî re bi peymaneke bêexlaqî êriş kir. Dagirkerî ji bo aştiya di navbera gelan de asteng bikin û wan bikin dijminên hev hatin kirin. Armanca wan ew e ku gel di nava şerekî berdewam de bihêlin. Cîhan bêdeng ma û çavên xwe ji vê re girt. Êrişên kîmyewî hebûn, lê kesî nexwest van êrişan bibîne. Tişta ku li Efrînê qewimî, li Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat. Siyaseta Tirkiyeyê ya li herêmê; ‘wan bera hev bide, bila bi hev bikevin.’ Vê çawa di nava gelan de dike, di nava çeteyan de jî dike.”
Xerîb Hiso bilêv kir ku Tirkiye ji bo van êrişan “herêma ewle” weke sedema êrişan bi kar tîne û got: “Tirkiye tu kesî li sînorê xwe naxwaze, lê Tirkiye gelek çete li ser sînorên me bi cih kirine. Ew vî mafî layiqî xwe dibîne. Di nava gel de pirsgirêka ewlehiyê nîne. Pirsgirêk tenê feraseta faşîst a AKP-MHP’ê ye. Tirkiye destekê dide çeteyên ku li herêmê diziyê dikin. Pirsgirêka ewlehiyê ya herî mezin ev e. Tirkiye ji bo aştiya herêmê ne xwedî siyaseteke yekane ye. Tirkiye li Rojhilata Navîn pîvana xwe winda kiriye. Divê dewletên navneteweyî yên komploger vê yekê bibînin. Divê gelê Tirkiyeyê vê baş bixwîne. Berdêla israra di çaresernekirinê de dikeve ser milê gelê Tirkiyeyê. Tenê kurd eziyeta vê nakişînin. AKP-MHP ne tenê dijminê kurdan, dijminê gelan e jî. Eger Tirkiye di vê polîtîkayê de israr nekira, wê li herêmê aktorekî girîng bûya. Erdogan di sîyaseta derve de Tirkîyeyê ber bi kendal ve dibe. Wekî gurê xwînmij her kesî tehdît dike. Tu rêbazek ku wan heta niha neceribandiye tune, lê tu encam bi dest nexistine.”
Xerîb Hiso destnîşan kir ku gel li hemberî her cure êrişan berxwedana xwe didomîne û got kir ku gelên ji Serêkaniyê û Girê Spî neçarî koçberiyê bûne, lê li kampan têkoşîna xwe didomînin. Xerîb Hiso destnîşan kir ku gelê Serêkaniyê û Girê Spî heta vegerin ser axa xwe dest ji têkoşînê bernadin û got: “Hemû çeteyên cîhanê li vê herêma dagirkirinê kom kirin. Kesên li wan herêman dijîn yek jê jî ne ji wir e. Pêşeroja wan li wir nîne. Her du bajar veguherîn kampeke ku tê de komên çete hatin perwerdekirin. Ji her çar aliyê cîhanê çeteyan dişînin van her du bajaran û Efrînê.”
Xerîb Hiso diyar kir ku li herêmên navborî gelek hêzên paramîlîter hene û bi bîr xist ku hêzên Sultan Murad ji hêzên paramîlîter berpirsyar in. Xerîb Hiso da zanîn ku hêzên Sultan Murad ji tirkmenan pêk tên û got: “Hemû di bin banê MÎT’ê de ne ku îstîxbarata tirk e. Hemû karên qirêj ji aliyê vê komê ve tên kirin. Kurdî li her du bajaran qedexe bû. Pîrozkirina cejnên êzdî qedexe ye. Li her derê tenê zimanek heye; ew jî tirkî ye. Ji bilî tirkî zimanên din qedexe ne. Divê her kes pereyê tirkan bi kar bîne. Li her derê daliqandina alaya Tirkiyeyê mecbûrî ye. Her du bajar bi awayekî nefermî girêdayî Tirkiyeyê ne. Çete di nava xwe de ne yek in, lê Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe wan bi hev re diparêze. Ev komên çete her roj cihên girêdayî Rêveberiya Xweser bombebaran dikin û bi hemû hêza xwe hewl didin wan cihan vala bikin. Polîtîkayên înkarê ku AKP 22 sal in dimeşîne têk çûn. Bi tu awayî wê encamê negire. Ew aloziya li welatên din berdewam dikin, lê êdî nikarin vê aloziyê ji malên xwe dûr bixin. Di dawiyê de aloziya ku ew diafirînin dê derbasî malên wan bibin. Ev yek dê dawiya Erdogan bîne.”
Xerîb Hiso got: “Em ji bo careke din Serêkaniyê û Girê Spî azad bikin, çi ji destê me bê em ê bikin. Ev ji bo me erkeke dîrokî ye. Ji bo vê têkoşîneke mezin heye. Bêdengiya hêzên navneteweyî bi vî rengî dewam nake. Tişta ku li herêmên dagirkirî qewimîn nayê qebûlkirin. DAIŞ a ku ji ber pêşengiya kurdan bû bela serê hemû cîhanê, têk çû. Niha dem ew dem e ku cîhan deynê xwe bide. Wê ya ku Serêkaniyê û Girêspî rizgar bike vîna gel be. Niha dema rizgarkirina van her du bajaran e. Dem dema derxistina çeteyan ji Sûriyeyê ye. Bidawîkirina dagirkeriyê tê wateya bidawîkirina komploya navneteweyî. Çawa ku Rêber Apo 25 sal in li girtîgehê li ber xwe dide, em ê jî li ber xwe bidin.”