Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Çarşamba - 9 Ekim 2024

‘Rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî armanca sereke û stratejîk e’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku li ser dagirkerina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ev tişt anî ziman: “Bidawîkirina dagirkeriyê dabîna ewlehiyê û aramiyê ye, biryareke stratejîk a rêveberiyê ye. Çiqas dem dirêj bike jî emê bi israra gel û şopandina rêya şehîdan, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 5’emîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girî Spî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Rêveberiyê diyar kir ku di encama hevkariya hêzên navneteweyî de ew bajar hatin dagirkirin û gelên ku ji bo rûmeta xwe û azadiya xwe têdikoşîn, hatin hedefgirtin.

Rêveberiyê destnîşan kir ku berdewamkirina dagirkeriyê, berdewama hişmendiya qirkirinê ye ku divê ji holê rabe, nemaze ku tevahî hewldanên têkbirina vîna gelên herêmê di diyarkirina siberoja xwe ya demokratîk de têk çûn.

Rêveberiyê îşaret pê kir ku komplo li dijî tevahî sûriyeyiyan e û hedefgirtineke diyar a serdestiya Sûriyeyê ye.

Rêveberiyê teqezî bi yekitiya gelên herêmê û hevgirtina wan, domandina projeya neteweya demokratîk, têkbirina hewldanên dijminan ên ku dixwazin projeyên xwe ferz bikin kir û bang li hêzên navneteweyî yên bi dewleta tirk re hevkar in kir ku li siyasetên xwe vegerin. Her wiha bang li NY, saziyên hiqûqî û mirovî kir ku ji bo naskirina sûcên li herêmên dagirkirî tên kirin, komîteyeke serbixwe ya lêpirsînê ava bikin û sûcdaran radestî edaletê bikin.

Rêveberiyê di dawiyê de destnîşan kir ki berdewamkirina dagirkeriyê, berdewama tevliheviyê û piştgiriya hêzên tundraw e, ji ber wê diyar kir ku bidawîkirina dagirkeriyê dabîna ewlehiyê û aramiyê ye, biryareke stratejîk a rêveberiyê ku çiqas dem dirêj bike lê dê ew herêmê bi israra gel û şopandina rêya şehîdan, were rizgarkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar