PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger jidil û bi bawerî aştiyek mayînde û çareseriyek mayînde dixwazin divê berî her tiştî hemû girtiyên siyasî serbest berdin û mafên nasnameya gelên Tirkiyeyê qebûl bikin.

Hêzên serdest û hegemon ji bo şerê li Rojhilata Navîn li gorî dilê xwe pêş bixin, di serî de xwestin Rêber Abdullah Ocalan ji Rojhilata Navîn derxin. Piştî zextên zêde yên dewletên hegomonîk, Sûriye di 9’ê Cotmehê de Rêber Ocalan ji nava axa xwe derxist. Ji 9’ê cotmeha 1998’an, 26 sal berê heta niha her tim rê û rêbazên şer li Rojhilata Navîn pêş xistin. Hêzên ku komplo pêk anîn, di 2014’an de DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê belav kirin û xwestin bi destê DAIŞ’ê kurdan ji axa wan sirgûn bikin û Kurdistanê dagir bikin. Lê şervanên kurd û tevgera azadiyê li dijî DAIŞ’ê şerekî dîrokî pêş xist û destûr neda ku DAIŞ kurdan ji axa wan sirgûn bike. Ev jî parçeyekî plana komploya navneteweyî bû.

Piştî DAIŞ bi destê şervanên kurd li Şengal, Mûsil, Mexmûr, Dêrazor, Reqa, Kobanê û Efrînê têk çû, plana komplogeran jî têk çû û serî li rêbazên din dan. Hêzên komploger ku her tim ketin nava hewldana komployê, di sala 2014’an de bi destê Tirkiyeyê “Plana çongdayînê” xistin meriyetê û li dijî kurdan êrîşên dijwar pêş xistin. Li Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Gever, Hezex û gelek bajarên din li ser gotina Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ya “Kevir li ser kevir, serî li ser bedenê nehêlin” êrîşî bajarên kurdan kirin. Bi tang, top, hawan û hemû çekên giran ên qedexe li dijî gelê kurd şer kirin. Lê di şerê li dijî bajaran artêşa tirk/NATO dîsa bi ser neketin. Vê carê di çarçoveya komployê de OHAL îlan kirin û dîsa dest bi operasyonên qirkirina siyasî kirin. Dîsa bi ser neketin. Tirkiye û NATO bi hev re di 20’ê çileya 2018’an de êrîşî Efrînê kirin. Bi balafirên şer, helîkopter, tang û topan ketin Efrînê û piştî 58 rojan bajarê Efrînê dagir kirin. 350 hezar mirov bi darê zorê ji bajarên wan sirgûn kirin. Tirkiyeyê ku hêz û piştgiriya xwe ji Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê girt, li şûna gelê Efrînê komên çeteyan û malbatên çeteyan li Efrînê bi cih kir. Tirkiye û hêzên komploger dîsa di komployê de negihiştin armanca xwe. Dîsa êrîşên xwe berdewam kirin.

Vê carê di di 9’ê Cotmeha 2019’an de ango 5 sal berê dîsa bi tang, top, balafirên şer ketin Serêkaniyê û Girê Sipî. Bi sed hezaran mirov ji ber êrîşên dijwar malên xwe vala kirin û berê xwe dan bajarên din.

Hêzên komploger dîsa têkoşîna gelê kurd lawaz nekirin û serî li rêbazên din dan. Vê carê dest bi çekên kîmyewî kirin. Li Metîna, Avaşîn û Zapê êdî bi balafirên şer, SÎHA’yan li dijî şervanên kurdan çekên kîmyewî û gazên kîmyewî bikar anîn. Bi destê PDK’ê lîstikên cuda pêş xistin. Gelek şervanên kurd di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. 4 sal in bi hemû amûr, teknîk û çekên herî pêşketî ku ji NATO distîne li dijî şervanên kurd bikar tîne. Lê dîsa encamê nagire. Li şûna encamê bigire, êdî helîkopter, SÎHA, ÎHA tang û topên wan ên diçin şer tên îmhakirin. Lê vê têkçûna xwe ji gelê xwe vedişêrin. Rastiya têkçûna xwe ji gelê  tirk vedişêrin. Nexwe dema gelê tirk û malbatên leşkerên tirk vê rastiyê bibînin dê qiyametê rakin.

Hêzên navdewletî li gel ku Tirkiye di şer te têk diçe jî dîsa di şer de israr dike. Ji bo şerê xwe berdewam bike, di heman demê de di tecrîdê de jî israr dike. Ji bo karibe şer berdewam bike, lazim e tecrîdê berdewam  bike. Dizane ku çi cara hevdîtin pêk hatiye û diyalog pêş ketiye, rê li pêş şer hatiye girtin. Rêya aştî, aramiyê vebûye. Çi cara deriyê Îmraliyê vebûye, kuştin kêm bûye. Hemû dinya alem vê yekê dizane. Lê gelê tirk vê rastiyê nizane. Ji ber ku gelê tirk tenê bi çavê dewletê li cîhanê û rastiyan dinere.

Siyaseta desthilatdar ku wekî maşikê NATO’yê li dijî gelê kurd û axa Kurdistanê şer dike, êdî bi ser nakeve. Her çend di tecrîdê de israr dike, her çend dixwaze bi hevkarî û xiyaneta PDK’ê li dijî şervanên kurd şer bike jî êdî bi ser nakeve.

Niha li Başûr hilbijartin nêzîk dibe. Tê payîn ku PDK di vê hilbijartinê de bi ser nekeve. Têkçûna PDK’ê têkçûna Tirkiyeyê ya li Başûr e. Çawa ku di vê hilbijartina borî de AKP’ê winda kir, tê payîn ku PDK jî winda bike. Niha AKP û MHP vê rastiyê dibînin û dixwazin gavên xapînok bavêjin. Mînaka vê yekê jî çend roj berê Devlet Bahçeli silav da DEM Partiyê û got: ‘Dema em li derve aştiyê dixwazin, bêguman pêwîstiya me bi aştiyê ya li hundir jî heye. Em ji bo welat jî aştiyê dixwazin.’

Gelo ev partiya ku dibêje ‘Pêwistî bi aştiya hundir heye’ dema bi tang, top, balafiran êrîşî Sûr, Cizîr, Hezex, Nisêbînê dikir û digot “Kevir li ser kevir, ser li ser mil nehêlin” çima pêdivî bi aştiya hundir nedidît. Eger bi rastî aştiyê dixwazin çima di tecrîdê de israr dikin. Çima di girtina girtiyên 30 salî de israr dikin. Çima di nedayîna mafê hêviyê de israr dikin. Çima di êrîşên li ser çand, ziman û nirxên neteweyî yên kurdan de israr dikin. Çima di êrîşên bi SÎHA’yan li dijî gelê Başûr, Rojava û herêmên din de israr dikin. Çima di talankirin û tunekirina xwezaya Kurdistanê de israr dikin. Gelo aştiya hundirîn bi berdewama van êrîşên SÎHA, israra tecrîdê û di girtîgehan de kuştina girtiyên siyasî dê çiqas pêkan be???

Nûçeyên Têkildar