Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Kurd ji ber nasnameya xwe tên girtin û caza li wan tê birîn

Endamên Şandeya Navneteweyî diyar kirin kuiyar kirin ku kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehê de ne: “Ji bilî cezayê fizîkî, li girtîgehan cezayê bi zanebûnî tên birîn jî hene. Tenê kesek nayê cezakirin, di heman demê de mafên mirovan û mafên bingehîn jî tên cezakirin.”

Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 6’ê cotmehê de ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî, “Komxebata Tenduristiya Girtîgehan a Navneteweyî” li dar xist. Tevî heyetên navneteweyî, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, xizmên girtiyan, parêzvanên mafan û parlementer beşdarî komxebatê bûn. Malbatên beşdarî komxebatê bûn, der barê kêmxwarinî, zehmetiyên di gihandina xizmetên tenduristiyê de û zextên rêveberiyên girtîgehê yên ku xizmên wan li girtîgehan rastî wan tên de, agahiyên berfireh pêşkêşî heyetê kirin. Bi taybetî jî pêkanînên tecrîdê yên li Îmraliyê di hevdîtinan de yek ji mijarên sereke bû.

Di dawiya komxebatê de daxuyaniyeke hevpar hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber mîmariya girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ku bi awayekî nebaş hatine sêwirandin, zehmetiyên di gihandina xwarinên bi qalîte de û binpêkirinên di xizmetên tenduristiyê de pirsgirêkên tenduristiyê yên giran hene û ev binpêkirin bûn sedema nexweşiyên giran. Her wiha hat destnîşankirin ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan lê tê girtin, mafên mirovan û mafê jiyanê bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin û ev pêkanîn li dijî hiqûqa azadiya gelên cîhanê ye. Di daxuyaniya dawî ya komxebatê de peyama ku divê hevgirtina navneteweyî bê zêdekirin, wekî yek ji bangên girîng derket pêş.

Dr. Lorenzo D’Innocenzo, Dr. Lucrezia Vagnoni û Dr. Anna Rita Sallustio yên di Delegasyona Navneteweyî de cih girtin der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.

Dr. Lorenzo D’Innocenzo binpêkirinên mafan ên ku malbatan ji wan re ragihandine bi bîr xistin. D’Innocenzo diyar kir ku li girtîgehan bi zanebûnî ceza li girtiyan tê birîn û got: “Bi qasî ku me ji axaftinên malbat û parêzeran fêm kir, şert û mercên sîstematîk hene ku bandorê li tenduristiya girtiyan dike ku xwarineke baş nadin wan, ava paqij nadin wan, perwane an jî amûra germkirinê nadin wan. Ev jî bandorê li girtiyan dike. Em ji girtina di girtîgehê de ya girtiyekî bi temamî felcî ye fêm dikin ku ev şert û mercên sîstematîk in. Ji bilî cezayê fizîkî, li girtîgehan cezayê bi zanebûnî tên birîn jî hene. Tenê kesek nayê cezakirin, di heman demê de mafên mirovan û mafên bingehîn jî tên cezakirin. Wekî mirov û bijîjk, berpirsiyariya me heye ku em cîhanekê biafirînin ku her kes karibe xwe bigihîne mafê xwe yên tenduristiyê.”

D’Innocenzo destnîşan kir ku girtî li girtîgehê ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in û got: “Tenduristiya mirovan bi xwarina baş, ava baş, motîvasyona baş, hewaya baş û şert û mercên hewayê (sarkirin û germkirin) tê diyarkirin. Ev hemû faktor ji bo cezakirina girtiyên siyasî tên bikaranîn. Ev stratejiyên siyasî ne, lê têkoşîna dayikan a li hemberî wan gelekî hêja ye. Têkoşîn û biryardariya wan ji van zehmetiyan bandor nabe. Ji bo cîhaneke baş û şert û mercên baş ên girtîgehê moral didin me hemûyan.”

Dr. Lucrezia Vagnoni jî diyar kir ku li gelek deverên cîhanê bi taybetî li Tirkiye û Îtalyayê li dijî girtiyan binpêkirinên mafan hene. Vagnoni banga têkoşîna hevpar a li dijî zextên sazûmaniyî ên girtîgehan kir û got: “Divê em di nava saziyan de toran ava bikin û di vê çarçoveyê de ji bo parastina mafên mirovan ên girtiyan raporan amade bikin. Zexta sazûmaniyî ya li girtîgehan bi binpêkirinên mafên mirovan ên li Îtalya, Tirkiye û gelek deverên cîhanê xwe dide der. Divê em li dijî vê pergala neheq têkoşîna xwe bidomînin û li hember rêgezên ku ji bo tepisandina mirovan tên meşandin bi berpirsiyarî tevbigerin.”

Dr. Anna Rîta Sallustio diyar kir ku têkoşîna girtiyan û xizmên wan watedar e ûwiha axivî: “Em difikirin ku têkoşîna girtiyan û xizmên wan gelekî girîng e. Em dixwazin li ser vê mijarê bixebitin û di demeke nêz de li ser bisekinin. Me bi gelek xizmên girtiyan re hevdîtin pêk anî. Ji ber vê yekê em baş dizanin ku şert û mercên girtîgehê ji bo me pir girîng in ku em fêm bikin ka pirsgirêkên tenduristiyê yên van kesan di girtîgehê de çi ne. Ji bo me pir girîng e ku em bi van kesan re têkiliyekê çêbikin. Di vê mehê de, di tevahiya salê de ji aliyê girtiyan û gelek komên ku ji aliyê siyasî ve nêzî me ne, gelek serhildan û têkoşîn çêbûn, em piştgirî didin wan û li ser tenduristî û rewşa giştî ya mirovên hatine marjînalkirin deng û rastiya me radigihînin.”

Sallustio mînaka Girtîgeha Centri di Permanenza per il Rimpatrio (CPR) ya ku koçberên li bajarê Torîno yê Îtalyayê lê tên girtin da û diyar kir ku pirsgirêkên li girtîgehên Tirkiyeyê rû didin wekî hev in û tenê ji ber ku kurd kurd in di girtîgehê de ne. Sallustio got: “Ji bo me pir girîng e ku em dengê xwe bidin bihîstin û her weha CPR rewşek taybetî ye, ji ber ku mirovên li hundir tenê ji ber ku belgeyên wan tune ne li wir in. Ji ber vê yekê ew mîna rewşa mecbûrî ya li Italyayê ye û ev yek ji bo kurdan jî derbasdar e, ji ber ku kurd di girtîgehê de ne. Dema ku dor tê ser cewherê binpêkirinên li girtîgehê, em îro li Italyayê gelek şert û mercên bi vî rengî dibihîzin, wekî nebûna alîkariya bijîjşkî û tecrîdê. Ev niha li Îtalyayê kêliyeke pir nebaş heye, lê bi giştî rewşa pir xirab e. Di nava civakê de gelek kes ji bo protestokirina rewşê dest bi greva birçîbûnê kirin, ji ber vê yekê min di navbera girtîgehên Tirkiyeyê û girtîgehên Îtalyayê de gelek hêmanên bi vî rengî dîtin û bihîstin.”

Sallustio destnîşan kir ku li girtîgehan pergala baviksalarî heye û diyar kir ku şert û mercên girtîgehê ji bo jinan hîn dijwartir in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gorî min dibe ku rewşa li girtîgehê ji bo jinan xerabtir be. Ji ber ku wekî li civakê, li wir jî qadên zextê yên wekî nijad, zayend û çînî hene. Di vê mijarê de pirsgirêkên jinekolojiyê hene û di girtîgehê de pêşwazîkirina vê pir zehmet e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar