Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Perşembe - 10 Ekim 2024

Gerîla Mazlûm: Encama têkoşînê wê ronahî be

Mazlûm Ereb diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê têkoşîn bê mezinkirin û wiha got: “Dawiya her tarîtiyê ronahî ye. Dawiya vî şerî û têkoşîna me jî wê ronahî be. Divê her kes li dora vê ronahiyê bicive û bibe parçeyek ji vê ronahiyê. Dawiya dawî ev sîstem wê hilweşe."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê der ket û piştre hêzên hegemon Rêber Apo radestî dewleta tirk a qirker kirin. Rêber Apo 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê berxwedneke bêhempa dimeşîne. Şervanê Ereb ê HPG’yî Mazlûm Ereb têkildarî komploya 9’ê Cotmehê nerînê xwe anî ziman.

Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Ereb diyar kir ku komploya 9’ê Cotmehê ji bo gelan rojeke reş e û got, “Dewamkirina komployê yek ji hincetên herî mezin ên ji bo mezinkirina têkoşîna me ye. Armanca bingehîn a komploya navneteweyî astengkirina fikrê Rêber Apo bû. Ji ber ku fikrên Rêber Apo rêya azadiyê nîşanî gelên bindest dide. Paradîgmaya Rêbertî ji bo jin, ciwanan û neteweyan bû hêvî. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe rêyeke sêyemîn nîşan da.

Bandora Rêber Apo ya li ser gelan tirs berda nava hêzên hegemonîk, lewma komploya navneteweyî pêk anîn. Rêber Apo bi berxwedan û têkoşîna xwe komplo têk bir û nehişt ku komploger bigihêjin armanca xwe. Komplo bi derketina Rêber Apo ji Sûriyeyê destpê kir, lê Rêbertî bi Şoreşa Rojava bersiv da komplogeran. Bi keda bi salan a Rêber Apo li Rojava xeteke berxwedanê hate afirandin û vê xeta berxwedanê şoreş pêk anî.”

Gerîla Mazlûm Ereb bal kişand ser têkoşîna gelan a li dijî hêzên serwer û got, “Îro gelê Ereb paradîgmaya Rêbertî ji xwe re dike esas û li ser vê bingehê jiyana xwe dewam dike. Li dijî hêzên komploger em dixwazin yekîtiya gelan hîn xurt bikin. Dewleta Tirk her roj êrîşî Rojava dike û bi vî rengî dixwaze jiyana li wê derê ji hev belav bike û li pêşiya jiyana bi hev re ya gelan bibe asteng. Ev êrîş bi esasî li dijî paradîgmaya Rêber Apo tê kirin.

Saziyên hiqûqî yên navneteweyî mîna ku qet agahiya xwe ji tecrîda giran a li ser Rêber Apo nîne tevdigerin. Lê belê haya hemûyan ji êşkence û tecrîda li ser Rêbertî heye, hemû jî hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin. Hevparê êşkence û tecrîda li Îmraliyê ne. Ya ku dawî li tecrîd, êşkence û bêedaletiyê bîne têkoşîna hevpar a gelan e. Ev tecrîd tenê ji aliyê gelê me ve dikare bê şikandin. Rêbertî ji xwe komplo pûç kir, lê belê rêya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilindkirina têkoşînê ye.

Îro li Rojhilat, Îran û Hindistanê, li gelek deveran bi milyonan jin bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dadikevin qadan, çalakiyan dikin. Ev dirûşm bi saya paradîgmaya Rêber Apo afirî. Komplogeran xwestin şoreşa li Rojhilata Navîn asteng bikin, lê belê Rêber Apo bi vê dirûşmê re di serî de li Rojhilata Navîn li tevahiya cîhanê şoreşa azadiyê da destpêkirin. Dawiya her tarîtiyê ronahî ye. Dawiya vî şerî û têkoşîna me jî wê ronahî be. Divê her kes li dora vê ronahiyê bicive û bibe parçeyek ji vê ronahiyê. Dawiya dawî ev sîstem wê hilweşe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar