Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

Azadî ne li ber derî ye

26 sal di ser komploya navnetewî re derbas bûn. 9'ê Cotmeha sala 1998'an Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û pêvajoya komployê jî bi vî...

Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

Azadî ne li ber derî ye

26 sal di ser komploya navnetewî re derbas bûn. 9'ê Cotmeha sala 1998'an Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û pêvajoya komployê jî bi vî...
Pazar - 13 Ekim 2024

Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

Azadî ne li ber derî ye

26 sal di ser komploya navnetewî re derbas bûn. 9'ê Cotmeha sala 1998'an Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û pêvajoya komployê jî bi vî...

Nesrîn Abdullah: Jineolojî nexşeriya têkoşîna jinan diyar dike

Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah diyar kir ku mijara Jineolojiyê weke mijara parastinê bi dest digrin û wiha got: “Jinelojî nexşeriya têkoşîna me diyar dike û bi zanistiya xwebûna jinan dikare jinan biparêze.”

Akademiya Jineolojiyê di 25 û 26’ê îlonê de bi dirûşma “Zanatiya Jinan Bi Jineolojiyê Nûjen Dibe” konferansa xwe ya 2’yemîn li bajarê Hesekê yê bakur û rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. 300 delegeyên jin ji herêmên cuda beşdarî konferansê bûn. Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah derbarê Jîneolojiyê de ji JINHA’yê re nirxandinên girîng kir.

Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah diyar kir ku Jineolojî zanisteke lêvegera cewher e û wiha axaftina xwe domand: “Îro rojeke pir girîng e bi taybetî gelek jin kom bûne û guftûgoyê li ser zanista jinan didin meşandin ji hemû deman zêdetir nîqaşên bi vî rengî pêwîst in. Di pêvajoyeke wisa de em derbas dibin ku ji hemû deman zêdetir pêwistî heye, em vê zelalbûnê bijîn û bizivirînin nexşeriyên ku em bikaribin bi rastî jî ji bo cîhan, jiyan û civakek nû, ji bo jinek ku di jinbûna xwe de şanaziya nasnameyê dijî gelek girîng e. Lewma naskirina zanista jinan naskirina rastî û vegera cewherê xwe ye.”

Fermandar Nesrîn Abdullah bal kişand ser girîngiya pêşxistina Jineolojî di vê dema hesas de û wiha anî ziman: “Şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin êrîş û bombebaraneke giran li ser van nasnameyên ku jiyanê ifade dikin tê kirin. Ev êrîş di asta qirkirinê de ne ji bo wê jî ger weke jin em bi zanisteke xweser nêzî vê demê nebin, çawa şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn jin bûn qurban wê di vî şerê sêyemîn de jî careke din bibin qurban. Jin hedef tên girtin û di kesayeta wan de hewl didin civakê tune bikin. 5 hezar sal jinan anîne asteke wisa ku nikarin xwe nas bikin. Em li dijî çanda 5 hezar salan têkoşînek didin meşandin da ku jin xwe nas bikin û li ser zanistek rast xwe bi rêxistin bikin.”

Nesrîn Abdullah destnîşan kir ku Jineolojî nexşeriya têkoşînê ji YPJ’ê re diyar kiriye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Weke qada parastinê, em mijara Jineolojiyê weke mijara parastinê bi dest digrin. Ji bo ku zanistî bibe hêza parastina jinan, zanistî bibe hêza parastina civakê, bibe nexşeriya ku bikaribin cîhanek nû bi ruhê jinan û rengê wan bidin avakirin. Weke YPJ ji bo me Jineolojî riya ku em li ser dimeşin û ronahiya em pê dimeşine û mijareke herî girîng e di nava YPJ’ê de tê desgirtin. Di akademiyên me de rêgez û zelaltiya Jineolojiyê tê pêşxistin. Em xwe perwerde dikin, xwe ava dikin û di destpêka avakirina xwe de di wê baweriyê de bûn ku rêgeza qada parastinê li ser dimeşe ya jinan ew e ku bi qasî tu xwe nas bikî tuyê xwe biparêzî ji bo wê jî kûrbûna zanista Jineolojiyê, kûrbûna li ser rastî û xwebûna jinan e. Em weke Hêza Parastina Jin Jineolojiyê mijareke çaranûsê diyar dike digrin dest. Lewma me kûrbûna xwe ya zanistî çêkiriye, bi riya wê em ê bibin nûnerên rast di cîhanek bi aram, aştiyane de. Cîhanek ku bi zanista jinan tê birêvebirin. Jinelojî nexşeriya têkoşîna me diyar dike û bi zanistiya xwebûna jinan dikare jinan biparêze.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar