Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...

Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...

Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...
Pazartesi - 14 Ekim 2024

Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...

Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

26 saliya plangeriya navdewletî ya rûreş

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Divê pêşî navê vê komployê-plangeriyê were sererastkirin.

Nabe bi navê “komploya navneteweyî” were pênasekirin, ev, şaş e. Ya rast: KOMPLOYA NAVDEWLETÎ ye.

Ji ber ku tu neteweyan komplo li ser Rêber Apo çênekirine. Belê dewletan çêkirine. Di serî de dewleta DYA’yê û hevalbendên xwe, gelek bi berfirehî ev plangeriya rûreş amade kirin û anîn serê Rêber Apo.

Bêguman di kesayetiya Wî de anîn serê gelê Kurdistanê û her wiha anîn serê hemû gelên mezlûm ên jêrdest.

Yek ji nîşana navdewletiya vê komployê, piştî 25 salan Serokwezîrê Italyayê Massimo D’Alema, gelek zelal vedibêje.

Dibêje; “Serokê DYA’yê Clinton, 2 caran telefonî min kir û got, ‘Divê tu Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê bike’!”

Erê D’Alema ji Wî re gotiye “na” û bi vê hilwesta xwe ya erênî, him kesatiya xwe ya demokratik û him jî dostaya xwe ya bi gelê Kurdistanê û Rêber Apo re nîşan dide. Her wiha ji bo vê pirsgirêkê bi erênî encamdar bike gelek hewldanên diplomatîk jî dide meşandin. Lê mixabin jiber mezinbûna piştgiriya navdewletî ya vê komployê, rêya erênî nade hewldanên D’Alema.

Rêbar Apo jî, van komplogeran wisa destnîşan dike: Erê DYA’yê, Ewropa û nokerê wan koma serdestên yewnanan bi hev re her tişt amade kirin, lê karê celadiyê(kuştinê) dan tirkan!

Ji alîkî ve dibe ku mirov bêje, ‘ma Rêber Apo li dijî van dewletan yekser ti dijminatî ne kiribû û kevirek jî ne avêtibûn hêzek wan’, lê ji bo çi van dewletan ewqas dujminadariyek xidar li dijî vî Rêberî meşandin û ev komploya giran anîn serê wî?

Jixwe bersiv jî, di nava pirsê de veşartiye. Ji ber ku dijminatiya van dewletan, ji kestî pirtir bi bîrdozî, felsefe û siyaseta wî re bû.

Van dewletan, sistema Rêbar Apo ji sîstemên xwe re alternatif dît in û niha jî her dibîn, loma bi giştî sîstema ku Rêber Apo ji bo neteweyan, baweriyan, civakan û hema bi giştî ji bo mirovahiya cîhanê pêşkêş dike, li dijî sîstema xwe dibînin û her wiha ji bo sistema xwe xeter dîtin û niha jî xetere dibînin.

Tê zanîn ku van dewletên hegemonên cîhanê, di dawiya sedsala 20’an de, li goreyî bêrjewendên xwe dest bi amadekariya sererastkirin-dizaynkirina cîhanek nû ji bo sedsala 21’an kirin.

Ji bo di xebat û hewldanên vê projeya xwe ya “cîhanek nû” de serkeftî bin, pêdivî bi rakirina kelem û astengên pêşiya xwe hebû.

Navekî din jî li vê pêvajoya sedsala 21’an hat kirin û ew jî cenga 3’yan a parvekirina cîhanê ye.

Di vê cenga cîhanê de, li pêş serkeftina xwe, asteng û kelemê herî metirsîdar Rêberiya Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê Rêber Apo dît in.

Ji bo vî kelemî ji ber rêya xwe rakin, li pey wê PKK’ê û gelê Kurdistanê ji Rêber Apo biqetin in û bixin xizmeta siyaseta xwe, dest bi amadekariyên komployê kirin.

Li derve Husnî Mibarek xist in dewrê, şand in ba Hafiz Esed, ji bo Rêber Apo ji Sûriyeyê derxe.

Li hundir Mesûd Barzanî û YNK li hev anîn û hwd. li di dijî Rêber Apo plangeriya dorpêçê temam kir û herî dawî bi banga gefxwariya generalê tirk Atîlla ATEŞ re, derketina derveyî Sûriyeyê, di 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir.

Ev, bû pêngava despêka komploya 15’ê Sibata 1999’an a dîlgirtina Rêbar Apo ya li Kenyayê

komploya navdewletî, îro berovajî hatiye zîvirandin û bûye bingeha piştgiriya navneteweyî.

Ev guhertinek zanistî ya diyalektîk e jî; “Her tişt bi dijberî xwe hene, yan her tişt bi xwe re dijberê xwe jî diafirîne!”

Yek ji vê mînakê, 69 zanist, fîlozof, akademisyen û rewşenbîrên xilatgirên Nobelê yên navneteweyî, piştgirî dan Rêber Apo û ji bo azadiya wî dest bi xebatê kirine. Li nêzî 100 navendî çalakiyên navneteweyî pêk hatin

Li vira jî dîsa tê dîtin ku li dijî Plangeriya Navdewletî, Rêber Apo jî bû Rêberekî Navneteweyî, êdî ji netewî zêdetir û firehtir bû fîlozfekî cîhanî, ji ber ku xwedîderketinek navneteweyî pêkhat û bi pêngavên nûjen roj bi roj xurtir dibe.

Ev tê wateya, dewletên hegemon, bi navê KOMPLOYA NAVDEWLETÎ li dijî Rêber Apo û felsefeya wî dewletên kedxwar û faşist lihev civandin. Belê Rêber Apo jî, bi xweragiriya xwe ya demdirêj a zîndanê û bi şopdarên felesfe û pergala xwe, bi berxwedana heval û gelê xwe û bi PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ, kete dil û mejiyê gelên bindest û bi vî awayî DOSTAYIYA MIROVHEZÎ lihev civand, dilsozî û dostayiya bi rûmet ê NAVNETEWEYÎ afirand!

Di felsefe, siyaset û pergala Rêber APO û dostên wî de aştî, azadî û  wekhevî heye. Di felsefe, siyaset û pergala dewletên hegemon û dewletên nokerên wan de şer, zilumkarî û qirkerî heye.

Di cengên 1ê û 2an ên cîhanî de Kurdistan hat parçe kirin, belê vê carê di cenga 3yan a cîhanî de, heke gelê Kurdistanê û dostên wî, her wiha hevrêyên wî, rizgarî û azadiya Rêberê xwe, hîn pirtir bixin xala sereke ya rojeva xwe; Rêber Apo azad dibe, aştî û yekîtiya Kurdistanê pêk tê, bi hevrejiyana azad û  wekhev tê misogerkirin!

Nûçeyên Têkildar