Siyasetmedarên Baskê: Ji Abdullah Ocalan re azadî, bijî Kurdistan

Pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' di asta cihaî de dewam dike. Daxuyaniyên piştevaniya bi pêngavê re ji...

Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...

Pazartesi - 14 Ekim 2024

Li Katalon, Murcia û Aragonê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Li herêmên Murcia, Aragon û Katalonya yên Spanyayê gel û saziyên sivîl ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên rengîn li dar xistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ ya ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de li seranserê cîhanê hat destpêkirin, her roj bi çalakî û xwepêşandanan didomin. Li cihê ku herî zêde çalakî tê lidarxistin welatê Katalonyayê ye.

Li herêma xweser a Murcia ya Spanyayê ‘Komîteya Jin Rojava Diparêzin’ di çarçoveya pêngavê de çalakiyeke balkêş hat lidarxistin. Li bajarê Murciayê şêniyên bajêr li her qada jiyanê afîşên bi wêneyê ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hildan û wêne kişandin. Ji ciwanan heta bi extiyar, karker û dikandaran gelek kesan wêne kişandin û albûmeke ji wêneyan amade kirin. Jinan piştre ev albûma wêneyan a ji dehan kesan li medya dîjîtal bi îmzeya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ parve kirin.

Şaxê La Rioja ya Konfederasyona Karkerên Giştî (CGT) jî têkildarî pêngava navneteweyî daxuyaniyek da. Sekretera Giştî ya CGT La Rioja Olga Belenguer de Echave anî ziman ku ew piştgiriyê didin pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Olga Echave qala tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku ji bo çareseriyeke aştiyane divê tecrîd bê rakirin û Abdullah Ocalan azad bibe. Olga Echave got, “Azadiya Abdullah Ocalan tê wateya çareseriyeke aştiyane û wekhev a polîtîk.”

Rêxistina Ciwanan a Katalonyayê ARRAN jî piştgiriya xwe ya ji bo pêngavê eşkere kir û helweta saziyên navneteweyî şermezar kir ku li hemberî tecrîdê bêdeng in. Rêxistina Ciwanan bi bîr xist ku Abdullah Ocalan beriya 25 salan bi komployeke navneteweyî hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin û diyar kir ku di nava vê demê de tecrîd li Ocalan hate ferzkirin û nêzî 5 sal in di nava ‘tecrîda mutleq’ de tê hiştin.

Rêxistina Ciwanan ARRAN di serî de NATO, Spanya û Fransa hemû hêz û dewletên ku li hemberî tecrîda li dijî Abdullah Ocalan û êrîşên li ser gelê Kurd bêdeng in, şermezar kir û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar