Siyasetmedarên Baskê: Ji Abdullah Ocalan re azadî, bijî Kurdistan

Pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' di asta cihaî de dewam dike. Daxuyaniyên piştevaniya bi pêngavê re ji...

Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...

Siyasetmedarên Baskê: Ji Abdullah Ocalan re azadî, bijî Kurdistan

Pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' di asta cihaî de dewam dike. Daxuyaniyên piştevaniya bi pêngavê re ji...

Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...
Pazartesi - 14 Ekim 2024

Siyasetmedarên Baskê: Ji Abdullah Ocalan re azadî, bijî Kurdistan

Pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' di asta cihaî de dewam dike. Daxuyaniyên piştevaniya bi pêngavê re ji...

Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...

HPG: Hevrê Agir, Besta, Asmîn û Cemal li Zapê şehîd bûn

HPG’ê daxuyand ku zarokên fedayî yên herî hêja yên gelê kurd û ereb Agir Çekdar, Besta Agir, Asmîn Seyîd û Cemal Dêrazor li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê nasnameya 4 şehîdên i Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê şehîd bûn daxuyanî da. HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd ev agahî parve kir:

“8’ê tebaxa 2024’an di saet 01.45’an de hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, li hemberî girekê ku artêşa tirk a dagirker lê bi cih bûbû, ji du aliyan ve çalakî lidar xistin. Hevrêyên me ji mesafeya nêz bi bombeyên destan û çekên ferdî li çeperên dagirkeran xistin. Di navbera hevrêyên me û dagirkeran de şer qewimî. Di encama êrîşên bibandor ên hevrêyên me de 3 çeperên dijmin hatin îmhakirin. Artêşa tirk a dagirker di saet 02.10’an de qada çalakiyê 6 caran bi balafirên şer bombebaran kir.

Di encama şer û bombebaranê de ji zarokên fedayî yên herî hêja yê gelê me hevrêyên me Agir Çekdar, Besta Agir, Asmîn Seyîd û Cemal Dêrazor şehîd bûn. Em lehengên xwe yên ku her kêliya xwe bi fedayî jiyîn û di şer de jî bi cesareteke mezin sekin raber kirin, bi rêzdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê bibin şopdarê armancên wan. Li ser vî bingehî em ji malbatên hêja yên şehîdên xwe, gelên xwe yên kurd û ereb re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Agir Çekdar

Nav û Paşnav: Serdar Kilinç

Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs

Navê Dayik – Bav: Semîha – Maruf

Cih û Dîroka Şehadetê: 8’ê Tebaxa 2024’an / Zap

 

Nasnav: Besta Agir

Nav û Paşnav: Evîn Ateş

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik – Bav: Nuriye – Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: 8’ê Tebaxa 2024’an / Zap

 

Nasnav: Asmîn Seyîd

Nav û Paşnav: Zehra Angay

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik – Bav: Ayhan – Mehmet Sidik

Cih û Dîroka Şehadetê: 8’ê Tebaxa 2024’an / Zap

 

Nasnav: Cemal Dêrazor

Nav û Paşnav: Beşar Salih

Cihê Jidayikbûnê: Dêrazor

Navê Dayik – Bav: Yezî – Salih

Cih û Dîroka Şehadetê: 8’ê Tebaxa 2024’an / Zap

 

Şehîd Agir Çekdar

Hevrêyê me Agir weke endamekî malbateke xwedî kevneşopiya welatparêziyê ya kûr, li navçeya Tetwan a Bedlîsê hate dinê. Ji ber ku derdora wî ya nêz û malbata wî welatparêz bû, hevrêyê me jî bû xwedî zanebûna welatparêziyê. Bi guhdarkirina çîrokên lehengên kesên Bedlîsî yên weke Îhsan Nûrî, Hecî Mûsa Beg û Yusuf Ziya Beg û bi rengekî girêdayî cewherê xwe mezin bû. Hevrêyê me Agir timî jiyan lêpirsîn dikir û di salên dibistana seretayî de têkildarî zimanê xwe yê dayikê ket nava nakokiyan û li dijî dibistanên dewleta tirk ên ku hêlînên asîmîlasyonê ne, bû xwedî bertek. Hevrêyê me demekê li dibistana gund xwend û piştre li YÎBO’yê ku hêlînên asîmîlasyonê yên sîstemê ne, xwend. Hevrêyê me Agir di dema dibistanê de dît ku sîstem tehemûlê gotineke Kurdî jî nake û rûyê rast ê dewleta tirk fêm kir. Dibistanên sîstemê berda û tevlî têkoşîna jiyanê bû. Hingî ku temenê hevrêyê me mezin bû, meraqa wî ya ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê jî zêde bû. Bû heyranê gerîlayên ku di şerê li Kurdistanê de destanên lehengiyê dinivîsînin. Dijmin li Kurdistanê gelê me neçarî koçberiyê kiriye û xwestiye qirkirina çandî pêk bîne. Di encama vê yekê de bi hezaran malbatên kurd koçî metropolên Tirkiyeyê kirine û weke yek ji van malbatan li dijî dewleta Tirk a faşîst hêrsa xwe zêde kir. Xwest ji hîn nêztir ve têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêbertiya me û şehîdên me pêş ketî, nas bike û fêm bike. Hevrêyê di nava hin karên bajaran de cih girt û hem hewl da wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih bîne, hem jî ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di nava hin karan de xebitî. Hevrêyê me di warê aborî de alîkarî da malbata xwe û weke zarokê mezin ê malbatê berpirsyarî girt ser xwe. Di temenekî zû de ked nas kir û bû xwedî kesayeteke gihayî. Bû kesekî ku ji aliyê derdora xwe ve hate hezkirin û gotina wî dihate guhdarkirin. Hevrêyê me yê ku her xebata têde cih girtî bi serketî bi cih anî, bi kesayeta xwe ya dûrist dihate naskirin. Bi taybetî hêzeke mezin ji çalakiyên ku gerîla li Botanê pêk anî, wergirt û biryara tevlîbûna jiyana gerîla da. Lê belê neçar ma ku demekê vê biryara xwe taloq bike. Piştî komkujiyên Roboskî û Parîsê yên ji aliyê dewleta tirk a dagirker û mêtinger ve hatin pêkanîn, weke her ciwanekî kurd ê birûmet berê xwe da çiyayên azad. Dizanî ku bersiva herî baş a li dijî êrîşên dijmin bê dayîn, tevlîbûna nava refên têkoşînê ye û bi vê zanebûnê tevgeriya.

Di sala 2013’an de Hevrêyê me Agir ji bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû û di tevahiya rêwîtiya xwe de ji nêzîkatiya malbatên welatparêz ên nas kirî, pir bandor bû. Piştre hevrêyê me derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û beşdarî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me yê ku salên wî yên zarokatiyê li gund derbas bûn û di motîvebûna jiyana çiyê de tengasî jiyan nekir, bi tevlîbûna xwe ya bi moral a di perwerdeyan de teqdîra hevrêyên xwe qezenc kir.Bi dersên îdeolojîk fêm kir ku di dîroka Kurdistan û Partiyê de çi tişt qewimîne û tevlîbûneke xurt raber kir. Hevrêyê me Agir di branşên leşkerî de tecrubeyeke diyar qezenc kir û di warê îdeolojîk de jî lêhêrbûnên kûr jiya û weke gerîlayekî serketî perwerdeya xwe qedand. Piştre hevrêyê me beşdarî xebatên pratîkî bû û derbarê gerîlatiyê de tecrubeyên girîng qezenc kir. Bêyî ku perwerdeyên xwe yên îdeolojîk taloq bike, gihişte asteke zanebûnê ya girîng.

Hingî ku Rêbertiya me xwend Partî û îdeolojiya me hîn baştir fêm kir û hêrsa xwe ya li dijî dijmin mezin kir. Hevrêyê me armancên xwe mezin kir. Xwest bibe milîtanekî fedayî yê Apoyî û di bunyeya Hêzên Taybet de di nava xebatan de cih bigire. Hevrêyê me di nava Hêzên Taybet de perwerdeyeke xurt dît û li ser fedayîbûnê lêhêrbûnên kûr jiyan kir, bi sekna xwe ya jiyanê û bi exlaqê hevrêyên fedayî yê ji xwe re mînak digirt, bû gerîlayekî ku bawerî dida mirov. Bû şopdarê hevrêyên ku bi çalakiya fedayî navên xwe di dîroka têkoşîna me de bi tîpên zêrîn nivîsandine. Hevrêyê me di perwerdeyeke zehmet re derbas bû û li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava xebatên Partiyê de cih girt. Di ferqa wezîfeyên stratejîk ên girtî ser xwe de bû û ji bo ku her cure hewldana dijmin pûç bike, ket nava lêpirsînên kûr. Hevrêyê me di xebatên xwe de tecrubeyên girîng bi dest xist. Bi cidiyeta partiyê û hewldana bûyîna layiqê şehîdan nêzî her xebatê bû û wezîfeyên xwe bi rengekî bêkêmanî bi cih anî. Di warê leşkerî, îdeolojîk û jiyanî de tecrubeyên mezin bi dest xist. Hevrêyê me Agir piştî pêvajoya pratîka dijwar, di akademiyên îdeolojîk de perwerde dît. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de pratîka xwe ya paşerojê lêpirsîn kir û li gorî ruhê dema di nav de, hewl da xwe amade bike. Parêznameyên Rêbertiya me xwend û bi felsefeya Rêbertî û fikrê azad xwe têr û tejî kir. Hevrêyê me li dijî operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin, ji bo wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bîne pêşniyar kirin. Tevî ku dijmin li Herêma Şehîd a Rojavayê Zapê bi her cure teknîk, çekên qedexe û gazên kîmyewî êrîş dike, li hemberî fedayiyên Apoyî têk diçe. Hevrêyê me derbasî vê herêmê bû. Hem berpirsyariyên xwe yên dîrokî zanî û hem di tunelên şer de hem jî xebatên binesaziyê de ked da. Manewiyata qada ku lê ye, hîs kir û carna weke şervanekî, carna jî weke fermandarekî bi rengekî bêteredut wezîfeyên xwe bi cih anî.

Hevrêyê me Agir bi tevlîbûna xwe ya xwezayî, sade û fedayî û weke şopdarê Zîlanan ji me hevrêyên xwe re têkoşîneke dewlemend hişt. 8’ê Tebaxa 2024’an li herêma Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê di çalakiya fedayî ya êrîşê ya pêk anî de, li dijî dijmin şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.

Şehîd Besta Agir

Hevrêya me Besta li navçeya Misirc a Sêrtê di nava malbateke ji eşîra Alikî hate dinê. Hevrêya me girêdayî nirxên xwe yên Kurdîtiyê û li ciheke ku welatparêziya kûr lê tê jiyankirin, mezin dibe. Bû kesek ku kevneşopiyên xwe dizane û li gorî cewherê xwe mezin bû. Ji ber ku birayê wê di nava refên gerîla de bû û ji derdora wê tevlîbûn û şehadet hebûn, di temenekî zû de partiya me PKK nas kir. Hevrêya me Besta di nava malbateke koçer a ku rastiya dijmin dîtî de mezin bûye, her tim hewl da cewherê Kurdîtiyê ya di kesayeta xwe de biparêze. Weke ferdek malbateke ku zilma dewleta tirk a qirker a li Kurdistanê jiya, li dijî sîstemê bû xwedî hêrs. Hevrêya me li dibistanên sîstemê heta amadeyî çû û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê, weke jineke Kurd a hestiyar ji bo axaftina bi zimanê xwe yê dayikê israr kir. Fêm kir ku ti jiyanek nîne ku dewleta tirk bide wê û hebûna dewleta Tirk li ser esasê tunekirina gelê cuda hatiye avakirin. Fêm kir ku sîstema kapîtalîst jinê tune dihesibîne û meta dike. Bû heyranê gerîlayên jin ên di nava refên têkoşîna azadiyê de cih digirin. Hevrêya me ji şerê gerîlayên jin hêz wergirt û xeyala rojên ku di heman çeperî de bi wan re şer bike, kir. Ti ferzkirina feodal a paşverû ya sîstemê qebûl nekir. Bi taybetî hevrêya me cihê jinê ya di nava civakê de lêpirsîn kir û her tim têkildarî vê yekê nakokî jiyan kirin û lêgerînên xwe kûr kir. Li Şengalê çeteyên DAIŞ’ê xwest gelê me yê êzidî di qirkirinê re derbas bike û jinên êzidî li bazaran hatin firotin. Li hemberî vê yekê hevrêya me ket nava lêpirsînên wijdanî û fikirî ku divê weke her ciwaneke Kurd a bi rûmet, divê biryareke teqez bide. Hevrêya me li dijî dagirkirina Kobanê û hovîtiya li Şengalê, ket nava lêpirsînên kûr û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Fêm kir ku rêya herî pîroz a tolhildana ji çeteyên DAIŞ û dewleta tirk a dagirker, di nava refên gerîla de pêkan e û bi vê zanebûnê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Besta sala 2014’an ji bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, demekê li qada tevlîbûn lê kirî ma û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me perwerdeya şervanên nû li vir dît û fêrî jiyana çiyê û gerîla bû.Hevrêya me di nava malbateke koçer de mezin bû û di jiyana çiyê de bû alîkarê hevrêyên xwe. Pîroziya çiyayên Kurdistanê zanî. Li van çiyayên ku warê jidayikbûna jina azad e, perwerdeya şervanên nû bi rengekî serketî temam kir. Hevrêya me her tim sedemê tevlîbûna xwe zindî hişt û bû gerîlayeke YJA Starê ya hêja. Azadiya Rêbertî û welatê me Kurdistanê kir armanca xwe ya herî mezin. Bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek a di branşên leşkerî de, hevrêya me Besta di nava demeke kurt de di qada pratîkê de tecrube bi dest xist. Hevrêya me li dibistana operasyonê perwerde dît û fêrî hemû hûrgiliyên jiyana gerîla bû û weke gerîlayeke YJA Starê ya pispor, fikirî ku wê tola dîrokê hilîne. Piştre hevrêya derbasî qadên ku wê pratîkê lê bimeşîne bû, tiştên di perwerdeyê de fêr bûyî bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl da wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi cih bîne. Hevrêya me her roja borî hêrsa xwe ya li dijî dijmin kûr kir, li hemû qadên lê bi cih girtî ket nava lêgerînê ku derbeyê li dijmin bide. Di sala 2016’an de li herêma Garzanê di êrîşeke dijmin de birayê wê yê mezin hevrê Xemgîn Koçer-Cemîl Ateş şehîd dibe. Ji vê şehadetê bandor dibe, xwestek û hêrsa xwe ya ji bo têkoşînê mezin kir û lêgerîna xwe ya tolhildanê kûr kir. Hevrêya me Besta xwest têkoşîna ku hevrêyên me yên şehîd mezin bike û li dijî êrîşên dagirkeriyê bibe bersiv, lewma pêşniyar kir ku derbasî bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêya me Besta li ser fedayîbûnê lêhêrbûn dikir û xwe her tim deyndarê şehîdên me didît. Di bunyeya Hêzên Taybet de beşdarî xebatan bû. Hevrêya me ya ku di nava Hêzên Taybet de perwerde dît, di perwerdeyan de weke gerîlayeke profesyonel berpirsyariyên dîrokî girt ser xwe. Hevrêya di ferqa girîngiya amadekariya ji bo şer de bû, ji xebatên binesaziyê re pêşengî kir. Hem di amadekariya tunelên şer, hem jî xebatên binesaziyê de wezîfeyên xwe bi layiqî bi cih anî. Li dijî operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin, di ferqa berpirsyariyên xwe yên dîrokî de bû û bi vê zanebûnê derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû. Bi performansa xwe ya serketî ya di nava tîmên gerîla de, bi tarzê fedayî tevgeriya û bû yek ji hevrêyên me yên ku nehiştine dijmin bigihije armanca xwe. Bi kesayeta xwe ya çalakvan, sekna xwe ya zelal a li ser xeta PAJK’ê û biryardariya xwe ya di Zîlanbûnê de, di jiyan û şer de bû milîtaneke YJA Starê ku hemû hevrêyên wê ji xwe re mînak bigirin.

Hevrê Besta ya ku di binketina artêşa tirk a qirker-dagirker a li hemberî mîlîtanên fedaî yên Apoger jiya de, kedeke mezin da û erkên ku pêknedihatin biserxist, ji hevalên xwe re bû çavkaniya moral. Di dîroka têkoşîna me de wek mîlîtaneke YJA Starê ya ku bêteredût dimeşe cihê xwe girt. Hêrsa wê ya li hember dijmin, di jiyana xwe ya fedayîtî de tevlîbûna wê ya bi moral û di nav şer de bi wêrekiya xwe dihat zanîn. Hevrêya me Besta, di 8’ê tebaxê 2024’an de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di çalakiya êrîşê ya fedayiyane pêk anî de tevlî kerwanê şehîdan bû. Di şexsê hevrê Besta de em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe bidomînin û bîranîna şehîdan her tim bidin jiyandin.

Şehîd Asmîn Seyîd

Hevrê Asmîn li navçeya Bîsmîlê ya Amedê di nav malbatekE welatparêz de hat dinyayê. Hevrêya me li bajarek wek Amedê ya ku navenda têkoşînê ye mezin bûye. Hevrê Asmîn a ku çîrokên gerîla guhdar kiriye û hingî ku mezin bûye tundiya dijmin dîtiye, di temenê biçûk de li hemberî tevgera me bû xwedî sempatî. Hevrêya me dibistanên wek navendên asîmîlasyonê 10 salan xwend û ket ferqa polîtîkayên pergalê. Şehadetên ku dihatin jiyandin, hevrêya me pir bandor kir. Di temenê xwe yê biçûk de bi pergalê re nakokiyên xwe yên destpêkê jiyan kir. Hevrê Asmîn li bajarekê wek Amedê ya ku nirxên gelê me yê exlaqî û polîtîk tê de xurt e, her tim piştgirî daye têkoşîna me û bi hezaran zarokên xwe tevlî têkoşîna azadiyê kiriye, mezin bûye. Di salên xwe yên ciwantî de him di derbarê xwe him jî derbarê derdora xwe de lêpirsînan jiya. Di sala 2013’an de ji şehadeta xalê xwe û hevreyê me Numan Amed (Ertem Karabûlût) û şehadeta xizmê xwe û hevreyê me Cîgerxwîn Qoser (Vedat Angay) ê li Çelê pir bandor bû. Hevrêya me ya ku di salên amadeyî de lêgerînên xwe kûr kirî, bi taybetî jî dema çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta tirk êrîşî Şengal û Rojava kir, bû şahidê berxwedaneke dîrokî û wek jineke welatparêz û bi rûmet a Kurd zehmetiyên wijdanî kişand. Hevrêya me ji bo tevgera me ji nêz ve nas bike û fêm bike ket nav lêgerînan. Hevrê Asmîn a ku ji qehrementiyên pêvajoya Rojava û Şengalê hêz girt, bi vî awayî di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîla bû.

Hevrê Asmîn a ku perwerdeya xwe ya bingehîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê dîtîye, di vê pêvajoya perwerdê de ji têkiliyên gerîla ya hevaltî û jiyana kolektîf bandor bû. Her ku van têkiliyên li ser esasê fedayîtiyê ya hevrêyên xwe dît, kêfxweş bû. Ji ber tevlîbûna xwe ya bi kelecan a di nava perwerdeyê de û ji ber eleqeya xwe ya li hemberî hunera şer, di demek kurt de di gelek mijaran de bû serwer.Hevrêya me ya ku ji tecrûbeyên 40 salan a partiya me sûd wergirt û bû mîlîtanek têgihîştî ya YJA Starê, di heman demê de li ser felsefeya Rêber Apo lêhûr bû û bi taybetî jî xwest xeta azadiya jinê fêm bike û rêgezên azadiyê di kesayeta xwe de temsîl bike. Hevrêya me Asmîn di waneyên bîrdozî de lêhûrbûnên kûr jiyan dike. Bi taybetî di waneyên artêşbûna jinê û dîroka jinê de lêhûrbûn dike. Van lêhûrbûnên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û ji bo pêşketina wan jî tevkarî kir. Hevrêya me ya ku piştî perwerdeyên xwe xilas kir, di cihên destpêkê yên çûyî de tecrûbeyên gerîla yên destpekê qezenc kir. Bi hevaltiya xwe ya xurt li hemberî hişmendiya zilamsalar tawîz neda û xwe ji rojên hîn mezintir re amade kir. Hevrê Asmîn armanc dikir ku di hunera gerîla de bibe pispor. Di ferqê de bû ku li hemberî êrîşên dijmin encex dikare bi bûyîna gerîlayek YJA Starê ya pispor re bibe bersiv. Ji bo vê di taktîkên serdema nû ya gerîla de xwe perwerde kir. Hevrêya me pêvajoya perwerdeyê baş nirxand û him lêhûrbûnên leşlerî him jî yê bîrdozî jiyan kir û bû xwedî seknekî ku bibe bersivê bendawariya pêvajoyê. Her çendî dixwest biçe qadên ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker lê zêde ye jî ji ber pêwîstiyan derbasî xebatên din bû. Hevrê Asmîn di zanabûnê de bû ku xebatên te de ye hesasiyetek mezin dixwaze û di van xebatan de tecrûbeyên girîng ên rêxistinî qezenc kir. Li hemberî dewleta tirk a dagirker a ku di çarçoveya ‘plana çok danînê’ de êrîşan dike, li pey şopa hevrêyên xwe yên ku li ser xeta fedayîtî şer dikin de û bi çalakiyên xwe dewleta tirk dihejînin meşiya. Li ser vê bingehê tevlî perwerdeyên Hêzên Taybet bû. Hevrê Asmîn ji perwerdeyên Hêzên Taybet ên leşkerî û bîrdozî derbas bû. Di her dema perwerdeyê de xwe di lêpirsînên kûr re derbas kir. Bi têgihîştina ku ji perwerdeyan girtî re ked da perwerdeyên hevalên xwe yên pisporiyê. Hevrê Asmîn li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di berxwedana destanî de cih girt û bû şopdarek bêhempa ya hevreyên xwe yên şehîd. Hevrê Asmîn di gelek çalakiyên serkeftî de cihê xwe girt û bi hevalên xwe re tecrûbeyên xwe yên leşlerî parve kir. Hevrê Asmîn di dîroka têkoşîna me de wek gerîlayek YJA Starê cihê xwe yê nayê jêbirin, girt.

Hevrê Asmîn li gelek cihên Herêmên Parastina yên Medyayê erkên xwe yên şoreşgerî pêk anî û di 8’ê Tebaxa 2024’an de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di çalakiya fedayiyane de tevlî kerwanê şehîdan bû. Di her qada ku lê bû de bi wêrekî, kedkarî û fedakariya xwe re xebatên herî zehmet jî serxist. Têkoşîna azadiyê ya ku bi hezkirinek mezin girêdayî bû bi fedayîbûnê bir lûtkeyê. Em soz didin ku em ê bîranîna hevrê Asmîn di têkoşîna xwe de her tim bidin jiyandin.

Şehîd Cemal Dêrazor

Paradîgmaya Netewa Demokratîk bi keda Rêbertî û şehîdên me li Rojava şîn bû û bû navê yekbûna cudahiyan. Zarokê hêja yê gelê me yê ereb hevrê Cemal dît ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava ji hemû gelên bindest re bûye çavkaniya îlhamê. Hevrêyê me li bajarê Dêrazorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me Cemal li holeke ku çanda qedîm a gelê Ereb bi rengê herî sade û kûr lê tê jiyandin, mezin bû. Hevrêyê me bi rengekî girêdayî hevneşopiyên xwe, mezin bû. Jiyana xwe ya perwerdeyê domand, li aliyê din jî ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di gelek karan de xebitî. Di temenekî pir zû de pênaseya kedê nas kir. Bi berpirsyariyên ku di temenekî zû de girtî ser xwe û bi keda xwe karî xwe li ser lingan bigire, ev yek bû sedem ku ji aliyê derdora xwe ve were hezkirin. Hevrêyê me hingî ku temenê wî ber bi pêş ve diçe, lêgerînên xwe yên ji bo jiyanê kûr kir, ti wate neda jiyana modernîteya kapîtalîst a sexte û ji manewiyatê dûr û lêpirsînên girîng jiyan kir. Hevrêyê me Cemal bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re şans dît ku Tevgera me hîn nêztir nas bike û di pêvajoya şerê pêş ketî de, ji her taybetmendiyên milîtanên Apoyî bandor bû. Hingî ku şer û jiyana pîroz a van milîtanên ku bi felsefeya yek loqma û yek hirqa têdikoşin, dît sempatiya wî ya li hemberî Tevgera me hîn bêhtir pêş ket.

Hevrêyê me ket ferqa ku her çend Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a bi keda Rêbertî û şehîdên me yên qehreman pêşketiye, bi awayekî rast li herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi jiyanî bibe, ewqas pirsgirêka gelê me çareser dibe. Hevrêyê me Cemal yê ku dît yekbûna hemû gel û baweriyan li ser esasek hevpar ji bo hemû bindestan dibe çavkaniya îlhamê, bawer kir ku divê pergala Neteweya Demokratîk li tevahiya Rojhilata Navîn bi jiyanî bibe. Hevrêyê me yê ku di wê zanabûnê de ye weke ewladekî gelê me yê ereb divê li pêşberî pirsgirêkên ku gelê xwe pê re rû bi rû maye bêhestyar nebe, gihîşt wê encamê ku têkoşîna herî rast û bi bandor têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya Rêber Apo bi pêş ketiye. Li ser vê esasî hevrêyê me Cemal ku dixwest weke ewladekî leheng ê gelê me yê Dêrazorê cihê xwe di nava refên têkoşînê de bigire, ewil di asta herêmî de cihê xwe di nava xebatên şoreşgerî de girt. Hevrêyê me yê ku derfeta baştir naskirina têkoşînê di xebatan de bi dest xist, piştre biryar da ku bi awayekî profesyonel tevlî bibe.

Hevrêyê me ku li dijî dagirkirina Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve weke şervanekî wêrek cihê xwe di şer de girt, bi saya pisporî û xwînsariya xwe ya di nava şer de, ji bo gelek hevrêyên xwe bû alîkar. Hevrêyê me yê ku di gelek çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran hatin xistin de cih girt, piştre xwest berê xwe bide çiyayên Kurdistanê warên pîroz ku daxwaza her şervaneke/î azadiyê ye. Hevrêyê me ku bi dewamkirina têkoşîna xwe ya li çiyayên Kurdistanê re xwest rastiya Rêber Apo ji nêz ve nas bike, li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Cemal ê ku bi perwerdehiyên dîtî re zû hînê jiyana çiyê bû, bi saya tevlîbûna xwe ya bi xwestek û bi coş, pêşketineke girîng bi dest xist. Hevrêyê me yê ji çiyayên bi heybet û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla gelekî bibandor bû, bi moral û coş tevlî her kêliya jiyanê bû û bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me ku felsefeya Apoyî di her kêliya jiyana xwe de nîşan da û girîngiyeke mezin dida perwerdeya xwe, bi nîqaşên xwe yên avaker û bi mînak hat naskirin. Hevrêyê me Cemal ê ku xwedî tecrûbeyek şer bû, ev tecrûbe bû wesîle ku zû hînî taktîkên gerîla yên serdema nû bibe. Hevrêyê me ji bo ku vê tecrûbeya heyî bixe meriyetê, pêşniyar kir ku biçe qadên ku şer lê giran e. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi xwestek û pisporiya ku di nava gerîla de bi dest xistiye pêşniyara wî hat qebûlkirin û li ser vê bingehê hevrêyê me derbasê qadên ku êrîşên dijmin lê giran bûn.

Hevrêyê me li ser vê esasê derbasî herêma Zapê ku dewleta Tirk a dagirker di şer de hemû hêza xwe lê seferber kiriye û sûcê dijmirovahiyê pêk tîne bû û cihê xwe di nava berxwedana destanî de girt. Li vê herêmê hevrêyê me Cemal weke milîtanekî Apoyî wezîfeyên herî zehmet bi layiqî bi cih anî. Bi tevlîbûna xwe ya bêdudilî di her erk û çalakiyan de, karî li gorî ruhê demê tevbigere. Hevrêyê me Cemal li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku bi çalakiyên serketî navê xwe li dîroka têkoşîna me nivîsandiye, 8’ê tebaxa 2024’an li herêma Şehîd Delîl Zagros ê Zapê di çalakiya fedaî ya di şerê li dijî dijmin de, tevlî karwanê şehîdan bûye. Em careke din soz didin ku em ê têkoşîna ku hevrêyê me Cemal ê bêteredût xwe feda kir, têkoşîna azadiyê ya jê bawer dikir û bênefes pêk anî, bi serkeftinê tacîdar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar