Siyasetmedarên Baskê: Ji Abdullah Ocalan re azadî, bijî Kurdistan

Pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' di asta cihaî de dewam dike. Daxuyaniyên piştevaniya bi pêngavê re ji...

Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...

Pazartesi - 14 Ekim 2024

‘Bêcezahiştina kujerên jinan girêdayê polîtîkaya şerê taybet e’

Endama Komeleya Jinan a STAR Meryema Aslan diyar kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê û şerê taybet girêdayê hev dimeşin û wiha got: “Polîtîkaya bêcezahiştinê girêdayê polîtîkaya şer e. Divê gumanbar êdî cezayê heq dikin bigirin.”

Li Tirkiye û Kurdistanê qetilkirinên jinan her diçin zêde dibin. Di 2020’an de xwendekar Gulîstan Doku winda bû û hîna aqûbeta wê nayê zanîn. Di 27’ê îlonê de jî li Wanê Rojîn Kabaîş winda bû û agahî hîna jê nehatiye girtin.

Endama Komeleya Jinan a STAR Meryema Aslan der barê qetilkirin û windabûnên jinan de axivî. Meryema da zanîn ku Wan xwedî taybetiyeke kozmopolîtîk e û piranî kurd lê dijîn. Meryema wiha vegot: “Em jinê kurd du car bi newekheviyê re tên rû hev û mafê me tê binpêkirin. Herêm xwedî taybetiyeke baviksalar e. Qetilkirinên jinan ên tên kirin me ji kurahî bandor dike. Her roj em agahiyeke nû ya qetilkirinên jinan digirin.”

Meryema balkişand ser windabûna Rojînê û wiha anî ziman: “Rojîn xwendekara zanîgeha Yuzuncu Yilê bû. Piştî ji yurdê derdikeve agahî jê nayê girtin. Lêkolîn tên kirin lê qelsin. Tiştekî şênber li holê tune ye. Di bin navê xwekuştinê de divê xebat neyên tengkirin. Cihê lê winda bûye gundê Bardakçiyê ye. Xebatek baş bê kirin wê gelek tişt derkevin holê. Tedbîrên ewlehiyê li kampusê kêmin. Bavê wê got ‘yurdê rojek şûnde agahî daye min.’ Dereng agahî dayîn ser bûyerê jî digire. Agahiya windabûna Sumeyeya 15 salî jî hema piştî Rojînê derket holê. Her tişt girêdayê hev e.”

Di berdewama axaftina xwe de Meryema daxuyakirin ku di demek nêz de li Wanê du jinên ciwan întîhar kirine û got: “Dibêjin xwekuştin lê mirinên biguman in. Ji ber polîtîkayên şerê taybet ev zêde dibin. Li bajarê kurdan bi taybt li Wanê ev zêde tê dîtin. Em banga hesityariyê li hemû kesî dikin. Her hefte herî kêm 4 xwekuştinên jinan, windabûn û revandina jinan heye. Divê her kes vê li ser çapemeniya civakî parve bike. Divê dewlet demildest dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bîne. Li Wanê pergala eşîrtî û baviksalar serdest e. Mixabin rêxistinên jinan ji ber vê yekê nikarin zêde bikevin qadan. Dema rewş wisa dibe jî qad teng dibin û xebat bi sînor dimînin.”

Meryema di dawiya axaftina xwe de got di encama polîtîkayên dewletê de xwekuştina jinan zêde bûne û wiha bi dawî kir: “Daxwaza me ev e ku dawî li van polîtîkayan bê. Divê gumanbar êdî cezayên pêwist bigirin. Polîtîkaya bêcezahiştinê girêdayê polîtîkaya şer e. Divê gumanbar êdî cezayê heq dikin bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar