Siyasetmedarên Baskê: Ji Abdullah Ocalan re azadî, bijî Kurdistan

Pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' di asta cihaî de dewam dike. Daxuyaniyên piştevaniya bi pêngavê re ji...

Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...

Pazartesi - 14 Ekim 2024

PDK bûye parçeyek artêşa dagiker a tirk

Rojnewsê dîmenek ku belgeyek din a xiyaneta PDK’ê radixe ber çavan weşand. Di dîmen de berpirsê PDK’ê wekî çeteyên dewleta tirk a dagirker tevdigere û ji bo şopandina rêyên gerîlayan kamerayên veşartî bi cih dike. Ev jî nîşan dide ku PDK êdî bûye parçeyek artêşa tirk a dagirker.

Malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê di xiyanet û dijminatiya li hemberî gelê kurd û Kurdistanê tu sînoran nas nakin. PDK’ê xelekek din li ser zîncira xiyanet û hevkariya li gel dewleta tirk a dagirker zêde kir. Li gorî dîmenên bi destê ajansa me Rojnews’ê ketine, berpirsê asayîşa navçeya Bilê ya ser bi devera Barzan yê PDK’ê, ji bo şopandina rêyên gerîlayan kamerayên veşartî bi cih dike.

Çavkaniyek taybet ku nexwest navê xwe aşkere bike, dîmenek ku belgeyek din a xiyaneta PDK’ê derxist holê ji Rojnewsê re şand. Heta niha gelek belgeyên xiyaneta PDK’ê derketine holê. Ya herî dawî jî kemîna kameraya veşartî ku ji aliyê berpirsê asayîşa giştî ya navçeya Bilê yê herêma Barzan ya PDK’ê ve ji bo kontrolkirina gelê herêmê û gerîlayan hatî danîne.

Ji ber çalakiyên bi bandor ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku rê nade balafirên bêmirov ên dewleta tirk a dagirker li hewa bimînin, hêza hewayî ya dewleta tirk gelekî lewaz bûye.

Dewleta tirk a dagirker ku êdî nikare ji hewade îstîxbarata pêwîst li ser gerîlayan werbigire, cardin hevkarê xwe PDK’ê xistiye tevgerê. PDK a ku qadên gerîla dorpêç kiriye, her gav nuqteyên kontrolê ava dike, kemînan datîne û êrîşî gerîla dike, bi dehan gerîla şehîd û birîndar kirî û tevî van hemûyan jî cenazeyên gerîlayan nedaye malbatên wan, niha jî bi danîna kemîn û kamerayên veşartî li qadên gerîla sîxuriyê dike.

Li gorî agahiyên ku heman çavkaniyê Rojnewsê xwe ragihandî, berpirsê asayîşa giştî ya navçeya Bilê yê herêma Barzan ya PDK’ê diçe dikana Ferhad Mihemed ku kelûpelên wesayîtan difiroşe. Her wiha Ferhad Mihemed ku bi xwe jî di asayîşa PDK’ê de kar dike, kemîna kameraya veşartî ku wê li qadên gerîla were bi cihkirin, di 26’ê tebaxa 2024’an de amade dike û teslîmî berpirsê asayîşa PDK’ê dike.

Berpirsê Asayîşa Bilê yê PDK’ê di 1’ê îlona 2024’an de vê kamerayê di odeya xwe ya asayîşê de diceribîne. Hemû tevgerên wê rojê di asayîşê de têne kirin, di kemîna kameraya ku tê ceribandin de tê qeydkirin.

Di 5’ê îlona 2024’an de berpirsê asayîşa Bilê yê PDK’ê li gel 2 kesên din kamerayê li rêya ku difikirin wê gerîla tê re derbaz bibin datînin. Ji bo neyê ferqkirin jî bi awayekî baş vedişêrin. Ev kemîna kamerayê ya ku berpirsê PDK’ê daniyî, ne gerîlayan tenê tevgerên xelkê herêmê qeyd dike.

Di dema ku dewleta tirk a dagirker di encama agahiyên îstixbaratî yên PDK’ê de li nav xaka başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî pêk tîne, destpêkê di medya PDK’ê de li ser êrîşê agahî têne belavkirin û êrîş tê rewa kirin. Dema mirov li van dîmenan binêre baştir tê fêhmkirin ku çima çapemeniya PDK’ê beriya her kesî van agahiyan radigihîne û hewla rewakirina van êrîşan dide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar