Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we...

26 saliya plangeriya navdewletî ya rûreş

Divê pêşî navê vê komployê-plangeriyê were sererastkirin. Nabe bi navê “komploya navneteweyî” were pênasekirin, ev, şaş e. Ya rast: KOMPLOYA NAVDEWLETÎ ye. Ji ber ku tu...

Pazartesi - 14 Ekim 2024

Siyasetmedarên Baskê: Ji Abdullah Ocalan re azadî, bijî Kurdistan

Siyasetmedarên Baskî têkildarî pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo peyam parvekirin û gotin, "Em heta dawiyê bi Abdullah Ocalan û têkoşîna wî re ne. Ji Ocalan re azadî û Bijî Kurdistan.”

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ di asta cihaî de dewam dike. Daxuyaniyên piştevaniya bi pêngavê re ji gelek welatan tên. Parlamenterên Partiya Çep a Serxwebûnê Eh Bildu ku yek ji partiyên girîng ên siyasî yên welatê Baskê ye, bi dîmen tevlî pêngava navneteweyî bûn.

Parlamenterê EH Bildu Igor Zulaika bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku demeke dirêj e nikare malbat û parêzerên xwe bibîne û got, “Ev rewş li dijî mafên mirovan e. Dixwazim ji vê derê peyama xwe ya piştevaniyê ji wî re ragihînim, ji ber ku ew qasidekî aştiyê ye. Weke partiyeke polîtîk em dixwazin ragihînin ku bi Ocalan û têkoşîna wî re ne. Û ew bi tenê nîne. Em piştgiriya wî dikin.”

Zulaika destnîşan kir ku divê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tavilê azad bibe û got, “Azadiya Abdullah Ocalan wê çareseriyê ji pirsgirêka Kurd re bîne. Ji ber têkoşîna we gelekî spasiya we dikim. Piştevaniya me wê dewam bike. Di serî de Abdullah Ocalan divê girtiyên siyasî hemû azad bibin. Em dibêjin, ji Ocalan re azadî.”

Yek ji aktorên girîng ên siyasî yên El Bildu parlamenter Oihana Etxebarrieta Legrand jî li ser medya dîjîtal peyamek weşand û got, “Weke EH Bildu em careke din dixwazin ku Abdullah Ocalan azad bibe. Li gel gelê Kurd em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em bi we re ne. Ji Ocalan re azadî.”

Senatorê Baskî Gorka Elejabarrieta Diaz ê li Senatoya Spanyayê jî peyamek weşand. Gorka Diaz ku ji Partiya Bildu ye weke berdevkê partiya xwe li senatoyê pêşnûe pirsek pêşkêşî komîteya têkiliyên derve kir û ji hikumeta Spanyayê xwest ku li hemberî vê girtîhiştina neheq helwestê nîşan bide.

Senator Diaz destnîşan kir ku mafên qanûnî yên Abdullah Ocalan bi rengekî cidî têne binpêkirin û got, “Konseya Mafên Mirovan a Ewropayê hikum da ku darizandin ne bêalî bû. Ji ber van hemûyan weke EH Bildu em careke din radigihînin ku bi Abdullah Ocalan û gelê kurd re ne. Hem ji ber sedemên mirovî hem jî ji ber tevkariya li çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd em dixwazin Abdullah Ocalan bê berdan.”

Senator Diaz peyama xwe bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî û Bijî Kurdistan” bi dawî kir.

Nûçeyên Têkildar