Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...
Çarşamba - 16 Ekim 2024

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Destê Bahçelî û rastî

Li Kurdistanê diyalektîk û formulasyona fêhmkirina pêvajoya siyasî-leşkerî hêsan e. Mirov ê li Îmraliyê, pêkanînên li wir meyzêne. Li Kurdistanê helwesta li dijî gel, gerîlla û zindanan binêre. Heqîqeta gotin û pratîkên polîtîk di wir de xuya dike. Ji Îmraliyê gotinek jî dernakeve. Li zindanan cenaze derdikevin. Li ser gerîla kîmyasal û çekên qedexekirî tên şixulandin. Nahêlin gel bimeşe… Yanî rewş zelal e!

Tifaqa faşîzma AKP-MHP-Ergenekon-Hîzbulkontra, dibîne ku ber bi hilweşandineke mezin ve diçe. Ji bo wê jî serî li dek û dolaban, nûçeyên derew û rêbazên şerê taybet-psîkolojîk didin. Di van çend rojên dawî de li derdora navê Rêber Apo de hin nûçe û nivîs tên sparîş kirin. Li gorî van nûçeyan, li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin hatine kirin. Piştre jî Rêber Apo bi Rêveberên Tevgera Azadiya Kurdistanê re rasterast axiviye. Heta şoreşgerên bi dehan salan e têkoşînê dimeşînin ji Rêber Apo re gotine “dê çi li me were?” Rêber Apo hêrs bûye, telefon girtî ye…Yên ku bi qasî misqalekî Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêber Apo nas dikin, dizanin ku ev nûçe derew in. Ne mumkin e ku di navbera Rêber Apo û hevrêyên Wî de diyalogeke wisa pêk were. Lê hin kesên ku dixwazin gelên me bixapînin û yên ku dixwazin xwe bixapînin, vê mijarê tînine rojeva rayagiştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê. Her roj rêveberekî PKK’ê diaxive, nivîs tên nivîsandin, qet behsa tişteke wisa nekirin. Bi qasî me şopandî herî dawî Hevserokê Kongra Gel Birêz Remzî Kartal axivî û ew nûçe derewandin û ji bo rayagiştî jî baldar be hişyarî kirin. Lê dîsa jî hin “rojnamevan” bi navê “nûçeyên kûlîsan” vê rojevê germ dikin. Sedema evqas safsate jî destê Bahçelî yê qirêj û sûcdar e. Bi qasî ez dizanim û min ji hinek heval û çavkaniyên xwe pirsî, tu “pêvajo”yeke hatî destpêkirin, diyalog heta agahiyeke ji rêzê jî ji Îmraliyê nehatiye.

Tê fêhmkirin ku konsepta tasfiye û qirkirinê hilweşiya ye. Dewleta Tirk a dagirker û qirker, beriya 2015’an her tim di pêvajoyên kritîk û bi taybet jî demên hilbijartin û hwd. de dixwest ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bisekine, da ku ew pêvajo “nerm” derbas bibin. Tevgera Azadiyê jî her carê bi hişyarî û zanebûna ku dewlet dixwaze gelan bixapîne, dîsa jî şensek dida gotin, rêbaz û siyasetên çareseriya demokratîk. Helbet çek disekinîn, lê siyaseta demokratîk çalak bû. Di encama siyaset û têkoşîna hêzên azadî û demokrasiyê de, desthilatdara faşîst û xwînxwar AKP ji desthilatiyê ket. Dema ku AKP-Erdogan dît ku pêvajoyên hinekî din azad û demokratîk wan dihelîne, rûyê xwe yê rastî û zîhniyeta xwe ya eslî nîşan dan. Ergenekon serbest berda. Bi MHP’ê re li hev kir û dest bi siyaseta qirkirina Kurd kir.

Di belgeya “Çokdanînê/Hilweşandinê” de dihat gotin ku, “divê tu carî hevdîtin, muzakere neyên kirin.” Ev siyaset û biryara dewleta qirker bû. Ya niha li dar e jî ev e. Li gel ku rexnedayîn, lêborîn, poşmanî û hwd. nehatiye ziman, wê demê ew siyaset û pêkanîn ê berdewam bikin. Helbet berdelên vê siyaset û şerê tê kirin giran in. Rojhilata Navîn dikele. Bahçelî li ber mirinê ye. Derbarê tendirûstî û pêşeroja Erdogan û hempayên wî de jî tiştên baş nayên gotin. Berxwedana gerîla, îradeya Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd ne şikest. Rêber Apo û Dîlên Azadiyê, yek mîlîmê jî paş de gav neavêtin. Yanî dewlet, tevî hevkar û siyaseta xwe xitimî. Xezîne vala ye. Dest avêtine berîka gel, her ku diçe bacên jiyanî zêdetir dibin. CHP neçar dimîne ku hilbijartinên pêşwext bixwaze…Li gel ku dewlet-desthilatdarî gavên nû navêje jî, ji ber ku êdî nikarin weke berê civakên Kurdistan û Tirkiyeyê bixapînin, serî li rêbazên şerê taybet û psîkolojîk didin. Ev encam nîşan didin ku berxwedan, helwestên azadîxwaz ber bi serkeftinê ve diçin. Faşîzm têk diçe. Ji bo windahiyên xwe veşêrin û kêmtir bikin, weke ku ew siyaseteke aştiyane dibijêrin rave dikin. Di encamê de siyaseta qirker were terikandin baş e, helbet wê nûnerên hêzên azadî û demokrasiyê jî li gorî wê helwesta xwe diyar bikin. Lê niha derveyî berxwedan û bilindkirina têkoşîna azadiyê li pêşiya gelên me tiştek naxuye!

Nûçeyên Têkildar