Fatma Tokmak di kanûna 1996’an de bi kurê xwe Azad ê 1,5 salî re li Bahçelîevlera Stenbolê hat binçavkirin. Dema hat binçavkirin ji ber ku bi tirkî nizane û werger jê re nehat dayîn îfadeya wî nehat girtin. Fatma û kurê wê Azad 23 rojan di binçavan de rastî êşkence, tacîz û tundiyê hatin. Fatma 3 sal û nîvan bêyî ku îfade bide dîl hat girtin, piştî îfadeya wê ya ewil 3 sal û nîv şûnde cezayê muebbetê lê hat birîn. Fatma 10 sal di girtîgehê de ma, di girtîgehê de bi nexweşiya dil ketibû, piştî ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ragihand ku nexweşiya wê ya giran heye, di sala 2006’an de dema ku doz dewam dike, serbest hat berdan. Lê belê di sala 2010’an de cezayê muebetê yê ku dadgehê dabû Fatma, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin û Fatma Tokmak careke din hat girtin û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê hat girtin. Li gel gelek nexweşiyên wê bi taybetî jî nexweşiya dil ev 14 sal in nayê berdan.
Hate hînbûn ku Fatma herî dawî hefteya borî 10 roj cezayê tecrîtê lê hatiyê birîn. Parêzera Fatma Eren Keskîn, hem binpêkirinên mafên girtiyan û hem jî rewşa Fatma ji JINNEWS’ê re nirxand.
Eren bi bîr xist ku li gorî daneyên ÎHD’ê hem li girtîgehên Kurdistanê û hem jî li girtîgehên Tirkiyeyê nêzî hezar û 800 girtiyên nexweş hene û got, hin ji van daneyan girtiyên nexweşên giran jî hene. Eren bal kişand ser girtiyên ku ev 30 sal in di girtîgehan de ne û destnîşan kir ku ji bo tenduristiyê jî îmkana wan tune. Eren wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên dawî de bi zêdebûna mirina li girtîgehan re, em rewşa girtiyên nexweş baştir fêm dikin. Lê mixabin di rojeva kesên ku xwe muxalif bi nav dikin de nîne. Girtiyên nexweş li vê erdnîgariyê tenê ji aliyê komeke diyar ve tên nîqaşkirin. Lêbelê, ew mijarek pir girîng e ku divê bêtir were nîqaş kirin. Girtiyên bi pençeşêrê hene, girtiyên bi nexweşiyên giran ên derûnî hene, nexweşên dil hene, nexweşên şekir hene. Ev qet nehatin derman kirin, nemaze di dema pandemiyê de. Bi destpêkirina pêvajoya pandemiyê re nexweşiyên wan hîn girantir bûn. Lê pirsgirêka me ya herî mezin a li vir ATK e. Tiba Edlî saziyeke dewletê ye, lewma pisporê fermî bi temamî girêdayî vîna siyasî ye. Mixabin tenê li gor daxwaza îradeya siyasî rapor tên dayîn. Ne tenê em, bijîşkên Tiba Edlî yên serbixwe jî vê yekê îfade dikin. Ji ber vê sedemê gelek girtî dimirin û ji girtîgehê derdikevin. Em vê weke bêrûmetiyê pênase dikin.”
Parêzer Eren got, “Dadgerên înfazê, rêveberiya girtîgehê û ATK’ê bi awayekî sîstematîk raporên ku girtiyên nexweş dikarin li girtîgehê bimînin diafirînin û mixabin ji ber vê lgelek kes li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin.” Erenê diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên giran hene û got, “Mînaka herî mezin a binpêkirina mafan mexdûriyeta Garîbe Gezer e. Garîbe Gezer jinek e ku di girtîgehê de herî zêde hatiye mexdûrkirin e. Sedema vê yekê tenê ew e ku li dijî binpêkirinan derketiye û daxwaza mafên xwe kiriye. Ger hûn weke jin li dijî neheqiya li girtîgehan bibin xwedî helwest, ev wekî cezayê dihucreya yek kesî de girtinê li we vedigere. Mixabin em hemû dizanin ku Garîbe Gezer di girtîgehê de her cûreyê êrîşa zayendî lê hatiye kirin û li wê jiyana xwe ji dest daye. Bi çi awayî be bila bibe, rêveberiya girtîgehê ji vê berpirsyar e.”
Prz. Eren bal kişand ser binpêkirinên giran ên mafan li dijî girtiyên jin li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û wiha got: “Gardiyanên mêr û leşker dikevin hundir. Hemû eşyayên şexsî yên jinan tên desteserkirin û belavkirin ku ev jî tacîz e. Beriya her tiştî desteserkirina gardiyanên mêr a alavên jinan bi xwe tacîz e. Sedema operasyon û tecrîda li Girtîgeha Bakirkoyê ya herî dawî jî axaftinên siyasî yên di navbera girtiyan de ne. Dest danîne ser defterên ku jinan li wan not girtine. Ji bo vê cezayê hûcreyê ya yek kesî li jinan tê birîn. Jixwe ev kes di girtîgehê de ne û ji ber sedemên siyasî di girtîgehê de ne. Ji ber vê jî axftinên wan ên bi vî rengî û notgirtina wan tiştekî xwezayî ye. Lê rêveberiya girtîgehê vê dike hincet û ceza li girtiyan dibire. Di heman demê de mixabin di van demên dawî de ev sepanên kamerayê ji bo jinan cihê xemgîniyê ne. Ji ber ku her aliyê jiyanê bi kamerayan tê şopandin. Dibêjin ku li derdora tuwalet û serşokê kamera hatine bicihkirin. Girtî dibêjin ku ew bê vê rêbazê tên tacîzkirin. Dîsa dermankirina nexweşiyên wan ne pêkan e. Carinan di girtîgehê de bijîşk jî nîn e.Girtiyên ku divê rakin nexweşxaneyê ji ber êşkenceya di rê de li wan dikin naxwazin biçin nexweşxaneyê.”
Rêveberiya Girtîgeha Bakirkoyê diyar kir ku rewşa Fatma Tokmak a li Girtîgehê her diçe girantir dibe û wiha dewam kir: “Fatma Tokmak di sala 1996’an de hat binçavkirin û bi zaroka xwe re di girtîgehê de ma. Di girtîgehê de li Fatmayê nexweşiya dil peyda bû. Ev bû 10 sal ku di girtîgehê de ye û piştî ku ATK’ê ragihand ku nexweşiya wê ya dil heye, dema ku doz dewam dikir, serbest hat berdan. Fatma piştî ku cezayê wê ji aliyê dadgeha bilind ve hat erkêkirin piştî bi çend salan dîsa hat girtin. ATK’a ku rapor da nikare di girtîgehê de bimîne, piştî ku cezayê wê hat erêkirin, ji hemû serlêdanên me re rapora ku dikare di girtîgehê de bimîne hat dayîn. Fatma Tokmak xwîna wê qirêj dibû û heftê carekê xwîna nû jê re dihat dayîn. Mixabin bêhna wê diçikiya. Me bi hemû dosyayên raporên dermankirinê serî li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê da. Piştî ku THÎV’ê hemû dosya lêkolîn kir, ragihand ku Fatma Tokmak nikare li girtîgehê bimîne. Me dîsa daxwaza taloqkirina ceza kir. Mixabin dîsa nehat qebûlkirin. Nexweşiya wê ya dil jî her ku diçe zêde dibe. Herî dawî ji ber ku notên wê li girtîgehê hatin desteserkirin, cezayê hucreya yekkesî lê hat birîn. Dema ku ez hefteya borî çûm, ew roja wê ya yekem bû ku di hucreya yekkesî de bû. Fatmayê got ‘Dema ku ez nîvê şevê radizam, hatin û min birin hucreyê. Hucre cihekî biçûk e, cihê me yê em bimeşin jî tune ye û deh roj cezayê min ê hucreyê heye’. Ev jî tê wateya mahkumkirina mirinê ya kesên nexwe.Ji ber ku rêveberiya girtîgehê cezayên wiha wekî tolhildanê bi kar tîne. Tirkiye dizane ku Fatma Tokmak nexweşiya wê ya dil pir giran e.”
Prz. Eren diyar kir ku li girtîgehan girtî terkî mirinê tên kirin û got,” Tişta ku divê li vir were nîqaşkirin ew e ku cezayên bi vî rengî wekî navgînek tolhildanê têne bikar anîn. Lê mixabin li Tirkiyeyê sûcên ku tên kirin bi rêya qanûnê tên veşartin. Em vê herî zêde li girtîgehan dibînin. Yên ku ji xwe re dibêjin muxalif divê zêdetir hesas bin. Pêwîste ev mijar bikeve rojeva muxalefetê da ku dewlet ciddî tevbigere. Tenê malbatên ku xizmên wan di girtîgehê de ne û saziyên wekî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) vê digiin dest. Lê ev mijarek pir girîng e. Ji ber ku her kes dikare sibê tenê ji ber fikrên xwe bikeve girtîgehê. Li girtîgehan pêkanînên mafan zêde ne. Ez bang li hemû muxalefetê dikim ku di vê mijarê de xwedî helwest bin û dengê xwe bilind bikin.”