Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di sala duyemîn de bi hemû hêza xwe didome.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû pirsên ANF’ê yên derbarê pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û li ser dagirkerî û xiyaneta PDK’ê bersivand.
Em di salvegera destpêka komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de ne. Beriya her tiştî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berxwedana xwe ya bêhempa ya 26 salan, li dijî vê komployê bi kîjan rê û rêbazan meşand?
Dîroka têkoşîna Rêber Apo ya di nava şert û mercên Îmraliyê de, bi waneyan tejî ye. Em mînakên balkêş ên jîrbûna îdeolojîk û polîtîk dibînin. Şoreşgerekî ku rû bi rûyê dijminatiya herî mezin a sedsala 20’an mayî, li hemberî dijminatiyeke wiha têkoşîneke destanî dimeşîne. Rastiyeke welê heye ku nûneriya herî rast a têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tê kirin. Di nava şert û mercên zindanê de nirxên mezin li têkoşînê azadî û demokrasiyê ya gelê kurd û hemû mirovahiyê zêde kiriye. Jiyana Rêber Apo ya li zindanê bûye dîrokî. Yek roja Rêber Apo bêyî fikirîna jiyana azad û demokratîk a gelê kurd derbas nebûye. Ev jiyan di heman demê de bûye jiyaneke ku diyarî hemû mirovahiyê hatiye kirin.
Dema ku Rêber Apo hate dîlgirtin, demildest fikirî ku çawa dikare vê komployê pûç bike, lêhêrbûn kiriye ku çawa vê pêvajoyê ji aliyê têkoşîna azadiyê ve bimeşîne. Neket nava panîk yan jî psîkolojiyeke negatîf. Weke rêberê gelekî şert û merc çi dibin bila bibin her saniye ji bo jiyana azad û demokratîk a vî gelî, bi fikirînê derbas kiriye. Di nava van şert û mercan de lêhêrbûn kiriye ku çawa dikare bi stratejî û taktîkên têkoşînê komployê pûç bike. Dema ku 15’ê Sibata 1999’an li Kenyayê hate dîlgirtin, tenê ev yek fikirî ye.
Rêber Apo, rêbereke ku muhasebeya her rojê dike, ji her bûyerê ders derdixîne, bi vî rengî di rojên piştre de jî hîn zêdetir xebitîn û têkoşîn meşandin kiriye tarz. Bi vê karakterê xwe bûye rêberekî ku her roj mezin dibe. Rojeke ku pirsgirêk çareser nekirî, nakokiyên derketine pêşberî wî derbas nekirî, pêşketinek neafirandî û rojeke hêsan weke rojeke baş nehatî nirxandin dîtiye. Ji vî alî ve xebata têr û tejî û bi berhem li her rojê zêde kiriye û ev yek kiriye felsefeya xwe ya jiyanê. Têkildarî vê yekê xwedî rastiyeke ender a di dîroka mirovahiyê de ye. Rastiya rêbertiyeke xwedî felsefeya têkoşînê û jiyaneke wiha, ka qasî tiliyên destekî heye yan nîne.
Rêbertî ji kêliya destpêkê ya dîlgirtinê û vir ve timî rewşa xwe lêpirsîn kiriye û gotiye divê ez çi bikim, ji bo pûçkirina komployê û avêtina gavên serketî fikirî ye.
Komplo bi temamî ji bo îmha û tasfiyeyê bû. Rêber Apo destpêkê li ser paşdebirina vê rewşê, sekinî ye. Ji bo têkoşînê pêdivî bi vê yekê heye. Lewma di bin esaretê de ev peyam daye, ‘êdî we ez girtim, bêyî ku hûn bikevin ti kompleksê û ferzkirinekê hîs bikin, hûn dikarin bifikirin ka di pirsgirêka kurd de wê çareseriyek çawa çêbibe’. Rêbertî bi vê nêzîkatiyê hewl da ku wan teşwîq bike ji bo bi rengekî pozîtîf nêzî pirsgirêka Kurd bibin. Taktîka destpêkê ya têkoşîna li hemberî komployê bi vî rengî diyar kir. Em ji aliyekî ve dikarin ji vê re bêjin ku taktîkeke li gorî rastiya dewleta tirk û karakterê rêveberên wê hatiye diyarkirin. Êrîşa destpêkê ya komploya navneteweyî, wiha hatiye pêşwazîkirin û hîsteriya wê demê ya îmha û tasfiyeyê wiha hatiye têkbirin. Mehên destpêkê yên komployê bi pêkanîna vê taktîkê derbas bûn.
Piştî ku reel sosyalîzm ji hev ket, Rêber Apo li ser sedemên navxweyî yên jihevketinê rawestiya. Bê guman êrîşên hêzên emperyalîst û kapîtalîst hene. Lê belê jihevketin di esasê xwe de, di hundir de hate dîtin. Rêber Apo qasî ku ti kesê nekiriye, ketiye nava lêpirsîn, rexne û rexnedayînê. Bêyî ku dest ji sosyalîzmê berde û bibe çepgirekî di nava sîstemê de, ev yek kiriye.
Di rapora polîtîk a pêşkêşî Kongreya 5’emîn a PKK’ê kirî de rexneyên xwe yên ji bo sosyalîzma reel û şaşitiyên pêşengên Marksîst a di teoriyê de, bi xeta nû ya îdeolojîk, teorîk, rêxistinî û çalakiyê ya PKK’ê bi rengekî şênber nîşan daye. Kongreya 5’emîn a PKK’ê weke kongreya nûbûn û guhertinê, hatiye nirxandin. Di rastiyê de Rêber Apo difikirî ku vê guhertinê gav bi gav ber bi paradîgmaya ku pêşbînî dikir ve bibe.
Rêber Apo hewl dida di şexsê PKK’ê de di nava tevgerê de guhertin û veguhertinê pêk bîne û komplo jî di heman demê de li dijî vê hewldana Rêber Apo hatiye kirin. Komplogeran dîtin ku wê bi van hewldanên Rêber Apo PKK kêmahiyên xwe derbas bike û bi rengekî hîn bandortir têbikoşe û armanc kirine ku nehêlin Rêber Apo li ser bingehê paradîgmaya nû têkoşîna azadiya gelê kurd hîn bandortir bike.
Rêber Apo dema dîl hate girtin, hewldanên xwe yên ji bo guhertina îdeolojîk, teorîk û rêxistinî zêde kiriye. Difikirî ku yek ji sedemên pêkhatina komployê çavkaniya xwe ji kêmahî, nebesî û şaşitiyên li ser xeta îdeolojîk, teorîk, rêxistinî û çalakiyê digire. Li aliyê din difikire ku heta hesabê ji sîstema emperyalîst û kapîtalîst nepirse û sîstema wan a ku di vê cîhanê de neheqiyan diafirîne ji hev nexîne, têkoşînê azadiyê ya gelê Kurd wê pêş nekeve û bi encam nebe. Rêber Apo bi vê ferasetê tevgeriyaye ku heta kapîtalîzmê û sîstema wê ji hev nexîne, wê pirsgirêka azadî û demokrasiyê ya gelê kurd û mirovahiyê jî neyê çareserkirin. Rêber Apo bi vê nêzîkatiyê ketiye nava lêhêrbûnê û bi hêzên hegemonîk re li hev nekiriye. Li dijî vê sîstemê nêzîkatiyek raber nekiriye ku têkoşîna xwe lîberalîze bike yan jî serî li ber wan bitewîne. Berevajî, li ser bersiva pirsa ku çawa dikare li dijî hêzên hegemonîk hîn zêdetir têbikoşe, lêhêrbûn kiriye. Dema ku mirov lêhêrbûnên Rêber Apo û xeta têkoşîna wî ya li Îmraliyê dinirxîne, divê rastî were dîtin. Eger bi vî rengî neyê nirxandin, ne lêhêrbûnên Rêber Apo ne jî têkoşîna wî dê rast were nirxandin.
Rêbertî ji zarokatiya xwe ve civakî ye. Ji xwe ev nêrîna wî ya civakî û lêgerîna wî, ew bi sosyalîzmê re aniye ba hev. Lê belê feraseta sosyalîzmê ya ku jê bawer dike û xistiye pratîkê, her tim civakbûneke kûr girtiye nava xwe. Her tim ferasetên îdeolojîk, teorîk, rêxistinî û pratîk ên ku ji civakbûna difikirî re nebûne bersiv, rexne kiriye. Ji vî alî ve beriya hilweşîna sosyalîzma reel jî, rexne kiriye û feraset û nêzîkatiya civakbûnê ya ku rast dibîne, kiriye parçeyekî kesayeta xwe.
Piştî hilweşîna sosyalîzma reel ev rexneyên xwe hîn şênbertir kiriye. Li Îmraliyê ji bo hîn bi bandortir û serketî li dijî kapîtalîzmê têbikoşe, nebesiyên di îdeolojî û teoriyê de hîn berfirehtir nirxandiye û nûbûnên pir girîng aniye feraset û teoriya sosyalîzmê. Li ser esasê feraseta civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bi xeta sosyalîzmê re koka kapîtalîzmê hişk kiriye. Bi dahûrandin û paradîgmaya ku diyar kirî, pêvajoyeke nû ya têkoşînê da destpêkirin ku wê dawiya modernîteya kapîtalîst bîne. Ev di heman demê de hurmeta rast a li hemberî Marks û Engels bû ku beriya 150 salan li dijî kapîtalîzmê ala têkoşînê bilind kirin. Eger xwendevan û şopdarekî hêja yê Marks û Engels hebe, destpêkê Rêber Apo ye. Gotinên Marks û Engels qet rexne nekirin û weke heyî wan gotinan di roja îro de jî îfadekirin, ne şêwazekî rast ê girêdanbûnê ye. Rêber Apo ji bo serxistina sosyalîzmê bi berpirsyariyeke mezin xeta civakbûnê aniye asta herî kûr û berfireh a dîroka mirovahiyê.
Rêber Apo bi kûrbûnên xwe yên li Îmraliyê hem têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji asêbûnê rizgar kiriye, ku rast têkoşiyaye û xeta serkeftinê avakiriye; hem jî pergala modernîteya kapîtalîst û polîtîkayên wê yên li ser Rojhilata Navîn analîz kiriye û xeta derbaskirina astengiyên li pêşiya têkoşîna xwe, daniye pêşiya têkoşîna azadiyê. Ji ber ku Rêber Apo bi tecrubeyên xwe yên dehsalane û zanîna xwe baş fêm kiriye ku heya Rojhilata Navîn û pergala cîhanê çareser nebe, têkoşîna azadiyê ya gelê kurd jî bi ser nakeve. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku ger wê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ser bikeve wê bi analîz û xeta ku Rêber Apo danî holê, bi ser bikeve.
Rêber Apo şîfreyên modernîteya kapîlast jî, paşverûtiya li Rojhilata Navîn jî, hêzên hegemon jî û welatên li herêmê yên serweriya gelê Kurd dikin jî (Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye) vekirîne. Girêdayî vê yekê pêşiya serkeftina têkoşîna azadiyê heya dawiyê vekiriye.
Rêber Apo li hemberî hemû aliyên modernîteya kapîtalîst aliyên modernîteya demokratîk yanî alternatîfên wê pêş xistiye û tenê pergala dewletê ya 5 hezar salan û modernîteya kapîtalîst ku nûnertiya wê ya dawîn dike, di heman demê de pergala serwer a mêran jî têk biriye. Hemû rastiyên pergala dewletparêz a serwer a mêran raxistiye ber çavan, teşhîr kiriye û hemû palpiştên wê yên îdeolojîk, teorîk û moralî pûç kirine û serdemeke ku dawiya wan bîne daye destpêkirin. Piştî paradîgmaya ku Rêber Apo danî holê êdî ne pêkan e ku dewlet, pergala kapîtalîst û pergala serdest a mêran li ser piyan bimînin. Rêber Apo gotiye ku wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan. Ji niha ve teqez bûye ku wê ev yek pêk were. Ji ber ku hemû çavkaniyên serwerî û emperyalîzmê xwe dispêrin serwerî û emperyalîzma li ser jinan, sedsala 21’emîn di heman demê de wê dawiya pergala dewletparêz û modernîteya kapîtalîst jî bîne.
Rêber Apo li hemberî hêzên modernîteya kapîtalîst ku pêşengî ji komploya navdewletî re kirine, têkoşîneke dîrokî daye meşandin. Bi vî rengî ji kesên ku di sedsala 20’emîn de pergala Rojhilata Navîn ya xwe dispêre qirkirina kurdan, saz kirin, hesap pirsiye.
Rêber Apo, hem Rojhilata Navîn û hem jî rastiya dewleta tirk berfirehtir analîz kiriye û hem jî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nû kiriye û bi xeta xwe ya têkoşînê û analîzên xwe ku bi bandortir têkodikoşe, li hemberî dewleta tirk a dagirker û di nava komployê de cih digire jî têkoşîneke mezin daye destpêkirin. Her çend zext û erîşên dewleta tirk dijwar jî bin têkoşîna azadiyê ya gelê kurd li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava berfirehtir û kûrtir bûye. Îro pisgirêka kurd, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xwe zêdetir nîşan dide û veguheriye pirsgirêkeke siyasî û civakî. Tew zêdetir bûye pirsgirêkeke herêmî û navdewletî. Ji ber vê yekê têkoşîna Îmraliyê ya 26 salan, armancên komplogeran pûç kiriye û tevî ku Rêbertî hê jî rehîn tê girtin jî aliyê ku têk çûyî komploya navneteweyî ye; Rêber Apo bi ser ketiye!
Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” kete sala xwe ya duyan. Dema ku em li encamên sala yekem a kampanyayê dinêrin, wê sala duyem bi xwe re çi bîne?
Pêngava ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de ji aliyê kurdan û dostên wan ve hatiye destpêkirin, bi giştî serkeftî bû. Bi taybetî jî di qada navneteweyî de gelekî xurt derbas bû. Bi vî rengî bingeha mezinkirina vê kampanyayê ya di qada navneteweyî de gelekî hate xurtkirin. Divê ev rastî baş were dîtin. Ger ev bingeh baş were nirxandin wê li derveyî welat û di qada navneteweyî de zêdetir pêş bikeve û mezin bibe. Ji ber vê yekê divê bingeha ku di qada navneteweyî de pêk hatî baş were nirxandin. Ger di vê mijarê de planên berfirehtir û baştir werin sazkirin, di sala 2025’an de wê di mijara azadiya Rêber Apo de gaveke mezin were avêtin. Sala ewil nîşan da ku potansiyeleke wiha bihêz heye. Bi taybetî jî bi naskirina paradîgmaya Rêber Apo ev kampanya berfirehtir dibe. Ev kampanya bes girêdayî azadiya gelekî û Rêberê wî gelî pêş nakeve. Xwedîderketina paradîgmaya Rêber Apo faktora sereke ye ku rê li ber mezinbûna vê kampanyayê vekiriye. Bi kurtasî me dît ku gava têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û têkoşîna azadkirina Rêbertî di asteke îdeolojîk de xwe pêş dixe, çi qasî bi bandor dibe. Bi vî awayî dema ku kampanya tê birêvebirin, ger ev îdeolojî û aliyê wê yên fikrî werin xurtkirin wê encamên bandortir werin bidestxistin.
Di sala duyan a kampanyayê de bi taybetî jî wê tevgerên jinan ên li seranserê cîhanê piştgiriyeke mezintir bidin kampanyayê. Bi fêmkirina helwesta Rêber Apo ya ekolojîk re tevgerên ekolojîst ên weke tevgerên jinan jî wê bibin hêzeke girîng a vê kampanyayê. Di roja me ya îroyîn de ku modernîteya kapîlatîst berê mirovahiyê daye asêbûnekê, konfederalîzma demokratîk, xeta azadiya jinan û helwesta ekolojîk wê bandoreke mezin li mirovahiyê bike. Ev yek jî wê hêzê bide azadiya Rêber Apo û têkoşîna çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd. Bi kurtasî sala duyan a kampanyayê wê bibe saleke wisa ku wê jin pêşengtiya wê bikin, rewşenbîr zêdetir beşdar bibin û ekolojîst û kedkar wê kampanyayê ne tenê di çarçoveya piştgirî û pişyevaniyê de bibînin, di heman demê de wê weke têkoşîna azadî û demokrasiyê bigirin dest.
Di sala yekem a kampanyayê de saziyên weke Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tevgeriyan. Di sala duyem de wê saziyên bi vî rengî zêdetir tevbigerin. Tew êdî wê yan rasterast yan nerasterast rê li ber veke ku dewlet di vê mijarê de tevbigerin. Bêguman ev yek wê bi bandora giştî ya ku ji aliyê kampanyayê ve hatine pêşxistin, pêk werin.
Di gel ku di pêşengtiya pêngavê de li hemberî komploya navneteweyî li seranserê cîhanê têkoşîn tê meşandin jî li Kurdistanê jî têkoşîneke xurt berdewam dike. Dema ku mijar dibe Kurdistan, bakurê Kurdistanê derdikeve pêş û wê di 13’ê Cotmehê de li Amedê li hemberî komployê çalakiyeke mezin were lidarxistin. Divê girîngiya vê çalakiyê çawa were fêmkirin?
Dema ku tevahiya Kurdistanê jî difikirin, hemû caran têkoşîna li Bakurê Kurdistanê derdikeve pêş. Jixwe ev 50 sal in perçeyê ku bandorê li têkoşîna li hemû perçeyên Kurdistanê dike û wê diyar dike Bakurê Kurdistanê ye. Di mijarên weke xwedîderketina Rêber Apo de û di têkoşîna azadiya gelê kurd de bakurê Kurdistanê hemû caran pêşengtî kiriye. Ji kampanyaya ku ji aliyê dostan ve hatî destpêkirin re ev salek e bakurê Kurdistanê bi çalakî û têkoşînan beşdar dibe. Di sala 2’yemîn a kampanyayê de wê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê kampanya bi xurttir û bandortir were meşandin. Têkoşîn û çalakiya di sala yekem de nîşan dan ku wê Bakurê Kurdistanê têkoşîneke mezintir bide meşandin. Em di wê baweriyê de ne ku mîtînga ku wê di 13’ê Cotmehê de li Amedê were lidarxistin jî wê vê yekê bi eşkeretir nîşan bide. Her çend dewlet bi qedexekirinan armanc dike ku tevlîbûnê kêm bike jî em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê van astengiyan derbas bikin û mîtîngeke xurt lidar bixin. Divê ev yek were zanîn ku li bakurê Kurdistanê têkoşîn çi qasî bilind û xurt be ew wasî jî bandorê li hemû perçeyên Kurdistanê û derveyî welat dike.Têkoşîna li bakurê Kurdistanê rê li ber têkoşîna li hemû perçeyên din vedike. Têkoşîna 50 salan ev rastî raxistiye ber çavan.
Mîtînga 13’ê cotmehê destpêkek e. Wê di mijara pêşketina kampanyayê de di serî de bakurê Kurdistanê bibe pîvaneke girîng ku li hemû Kurdistanê û derveyî welat çawa pêş ketiye. Divê pêngava“Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” bi rêbazên dewlemend werin berdewamkirin. Di serî ciwan û jin gelê kurd dikare bi gelek rêbazên cuda têkoşînê bilindtir bike. Girîng e ku bi rêbazekê yan jî du rêbazan sînordar nebin. Divê ciwan, jin û hemû gelê me bizanibe ku ger bi awayekî xurttir tevlî çalakiyan bibin, wê bandora wê jî zêde bibe. Gelê kurd gelê Newroz û sehildanan e. Ev bûye karektereke netewî. Ji ber vê yekê nabe ku bibêjin çalakiyên ku tevlîbûnên wê zêde ne nayên kirin. Dema ku birêxistinbûn weke erka sereke hate dîtin, gelê serhildanan vê karektera xwe li her derê nîşan dide. Di sala yekem a kampanyayê de hem Rojava û hem jî Ewropa roleke mezin lîst. Jixwe dema ku mijar Rêbertî be, Rojava û Ewropa hemû caran radibin ser piyan û têkoşîne xurt didin meşandin. Me ev rastî di sala kampanyayê ya yekem de baştir dît. Dema ku li hemberî Rêber Apo komploya navneteweyî pêk hat, gelê me yê li Rojava û Ewropayê bi awayekî xurt rabûn ser piyan. Di vê mijarê de helwesteke mînak nîşan dan. Ji ber vê yekê Rêber Apo di parêznameyên xwe yên li Îmraliyê nivîsandî de spasiyên xwe yên taybet li gelên me yên li Rojava û Ewropayê kirine. Di sala duyemîn a kampanyayê de wê dîsa gelên li Rojava, Ewropa û bakur û rojhilatê Sûriyeyê di astên herî bilind de tevlî têkoşîna azadkirina Rêber Apo bibin.
Êrîşên dewleta tirk a faşîst ên ji bo ji nû ve dagirkirina Kurdistanê bê navber didome. Yek ji navendên van êrîşan Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Havîneke din qediya û em ber bi dawiya payîzê ve diçin. Em dibînin ku gerîla, lihevkirinên dewleta tirk a faşîst ên bi destê hevkarê wê PDK’ê bi hikûmeta Iraqê re vala hatiye derxistin. Di vê nuqteyê de vî şerî ji her alî ve çi nîşan da?
Ev 4 sal in dewleta tirk bi hemû îmkanên xwe yên şer, çekên qedexekirî û desteka navxweyî û derve ya jê re tê dayin, êrîşeke bê navber li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Niha jî êrîşên Îsraîlê di rojevê de ne. Dewleta tirk her roj ji êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeze yan jî Lubnanê zêdetir, êrîşan pêk tîne û tevahiya herêmê bombebaran dike û çekên qedexekirî bi kar tîne. Tunelên ku bûne baregehên berxwedanê yên gerîla, bê navber her saetê tên bombekirin. Bi bombekirina her cure çek, gazên jehrî û çekên qedexekirî hewl didin têkoşîna tîma-tunelê ya koordînekirî bêbandor bikin. 4 sal in bi doktrîneke şer a nû û şerê koordîneyê ya tîm-tunelê qira artêşa tirk hatiye anîn. Em qala şerekî 4 salan dikin ku her saetek wê bi êrîş derbas dibe. Dewleta tirk di van 4 salan de belkî 100 qat ji bombeyên ku DYA’yê li Vîetnamê bi kar aniye zêdetir bombe kiriye. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber bi dehan balafirên keşfê yên bê mirov digerin. Gerîla li dijî artêşa tirk a ku di bin parastina bi dehan balafirên keşfê de ne, şer dike. Ev berxwedan wê weke mînaka lûtkeya fedaiyane derbasî dîroka şer bibe. Em dikarin bêjin şerê ku her roj û di her tunelê de tê meşandin mijara roman û fîlman e. Komek fedaiyan heye mîna ku bi moraleke mezin diçin şahiyê bi ser dijmin de dimeşin. Gelekî ku wiha li ber xwe dide û şerekî bi vî rengî yê fedayî dide meşandin, tê wê wateyê ku êdî azadî qezenç kiriye. Niha dîroka vê azadiyê tê nivîsandin. Zehmetî çi dibin bila bibin, berdêl çi dibin bila bibin, encama vê dîrokê azadiya gelê kurd e.
Her çend şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê giran be jî, li bakurê Kurdistanê hem operasyonên leşkerî yên dewleta tirk dewam dikin, hem jî li dijî wê berxwedana gerîla heye. Di sala 2024’an de li bakurê Kurdistanê bi dehan çalakî hatine lidarxistin û gelek leşker û polîs hatin kuştin an jî birîndar bûne. Lê belê dewleta tirk windahiyên xwe yên li bakurê Kurdistanê ji raya giştî re aşkere nake. Polîtîkaya veşartî dimeşîne. Li bakurê Kurdistanê di têkoşîna sala 2024’an de gerîla şerekî fedaiyane meşandine û di encamê de bi dehan gerîla şehîd bûne.
Dewleta tirk û hemû hêzên dijî kurdan dîtin ku tevî her cure êrîşan jî têkoşîna azadiyê li ser piyan maye. Êdî ne mimkûn e ku vî gelî ji têkoşîna wan a azadiyê dûr bixin. Ew çiqasî zilmê li gelê kurd bikin û di encamê de kurd berdêlên giran bidin jî, ev gel heta azadiya xwe bi dest bixe wê têkoşîna xwe bidomîne. Divê dewleta tirk ev yek fêm kiribe; Eger fêm nekiribe, ew ê bikeve kurtekî ku nikare jê derkeve. Û dawiya wê jî dê winda bibe.
Hikûmeta Iraqê bi lihevkirina bi dewleta tirk re sûcekî mezin kiriye. Têkoşîna azadiyê ya kurd ev 50 sal in tenê ji bo azadiya gelê xwe têkoşiyaye. Ti carî bi piştgiriya hin hêzên derve li dijî ti welat û desthilatdariya siyasî ya li herêmê şer nekiriye. Bi desthilatdariya ku piştî destwerdana Iraqê ava bûye re, her tim têkiliyeke erênî pêş xistiye. Tevgera Azadiyê ya Kurd, şerê herî bi bandor ê li dijî DAIŞ’ê meşand ku ev yek gefa herî mezin e ku Iraq di nava 20 salên dawî de lê rast hat. Ji bo vê jî her du serokwezîrên Iraqê di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de spasiya rêveberiya PKK’ê kirin. Eger têkoşîna PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê nebûya, îro ne hikûmeta Iraqê ne jî rêveberiya Başûrê Kurdistan nedibû. Rêveberiya Başûr beriya niha jî spasiyên xwe ji gerîla re kiribû. Ji bilî serokwezîrê niha û du sê kesên ku di vê lihevkirinê de rol lîstine, endamên rêveberî û hêzên siyasî yên li Iraqê fêhm kirin ku lihevkirina bi dewleta tirk re hatiye kirin xeletiyeke dîrokî ye. Ti siberoja rêveberiyeke Iraqê ku bi dewleta tirk re li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd li hev kiriye, nîne. Rêveberiyeke ku nirxên xwe yên exlaqî, wijdanî û moral winda kiribe, wê temenê wê dirêj nebe. Jixwe berxwedana me rastiya wan radixe berçavan. Desthilatdariyeke ku desteka civakê winda kiriye. Ketiye rewşeke wisa. Bi kurtasî ew lihevkirin ji aliyê gelê Iraqê ve nayê qebûl kirin.
Dewleta tirk digot vê havînê em ê berxwedanê biqedînin, PKK wê biqede. Niha yên ku vê yekê dibêjin, tirsa ew ê di payîz û zivistanê de derbên giran bixwin dijîn. Her hal leşker sendroma ji bo tezkereyên wan çend roj mane her roj dê roj bihejmêrin.
PDK jixwe bi xiyaneta ku di nava şerê 4 salan de dike, têk çûye. Veguheriye pozîsyoneke ku êdî ti qîmeteke wê ya exlaqî û rewabûna wê ya siyasî nemaye. Bi desteka hêzên derve bijî jî, jiyana wê dê bi vî rengî be.
Li başûrê Kurdistanê li hawireke ku êrîşên dagirkeriyê lê didomin wê hilbijartin were kirin. Hûn dixwazin der barê van hilbijartinan de çi bibêjin?
PDK weke aktoreke siyasî yê ku bi zorê xwe li ser lingan digire, wê bikeve hilbijartinê. PDK ji bo hilbijartinê nikare soza tiştekî bide gel. Bi qasî ku em dişopînin, desthilatdariya AKP-MHP’ê di nava şert û mercên Başûr de hewl dide şerê taybet ê ku di hilbijartinên li Tirkiyeyê de pêk anî, bixe meriyetê. Eşkere ye ku li herêmên ku PDK lê serdest e wê hilbijartineke adîl neyê kirin. Di hilbijartinan de li Bakurê Kurdistanê dewlet wezîfedarên xwe dişand gund û taxan û digot, eger ji vir ji bo AKP’ê deng dernekeve ez ê hesab ji we bipirsim. Zexteke bi vî rengî ya PDK’ê jî li ser gund û taxan heye. Gund û tax di bin gef, şantaj û zextên PDK’ê de ne. Lê belê PDK bi zext û kirîna hin derdoran re hewl bide di vê hilbijartinê de dengan werbigire jî, wê li pişt hilbijartina beriya niha bimîne. Di hilbijartina beriya niha de jî ji sedî 15 dengê gelê Başûr bi dest nexistibû.
Di hilbijartinên beriya niha de jî tevlîbûn kêm bûn. Divê gel di vê hilbijartinê de biçe ser sindoqan û PDK a ku çiya, deşt û bajarên başûrê Kurdistanê ji dewleta tirk re pêşkêş kir, ceza bike. Ji bo vê jî divê gelê Başûr biçe ser sindoqê û dengê xwe bide namzetên welatparêz ên ku li dijî xiyanetê ne. Ev hilbijartin wê tenê xwedî wateyeke rast be. Ew jî xiyaneta ku destekê dide dewleta tirk dijminê kurdan ku Kurdistanê ji dagirkeriyê re vedike, li Bakur qirkirinê pêk tîne û Rojava dagir bike li ser sindoqan têk bibe.
PDK li Kurdistanê welatparêzî û hevkariyê, her wiha xiyanetê layişî dike. Ev yek ji bo gelê kurd xeteriya herî mezin e. Ji ber vê yekê divê ev hilbijartin welatparêzî û xiyanetê zelal bike. Ji bo vê hilbijartinê em dikarin vê yekê bibêjin.