Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Destê Bahçelî û rastî

Li Kurdistanê diyalektîk û formulasyona fêhmkirina pêvajoya siyasî-leşkerî hêsan e. Mirov ê li Îmraliyê, pêkanînên li wir meyzêne. Li Kurdistanê helwesta li dijî gel,...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Destê Bahçelî û rastî

Li Kurdistanê diyalektîk û formulasyona fêhmkirina pêvajoya siyasî-leşkerî hêsan e. Mirov ê li Îmraliyê, pêkanînên li wir meyzêne. Li Kurdistanê helwesta li dijî gel,...
Çarşamba - 16 Ekim 2024

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Destê Bahçelî û rastî

Li Kurdistanê diyalektîk û formulasyona fêhmkirina pêvajoya siyasî-leşkerî hêsan e. Mirov ê li Îmraliyê, pêkanînên li wir meyzêne. Li Kurdistanê helwesta li dijî gel,...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew ya danûstandinê ji bo çareserkirina pirsa kurd be û hwd. Ev gotegot piştî ku serokê MHP’ê li parlamena Tirkiyeyê çû cem koma DEM- Partiyê û silav da wan zêde bûn. Pişt wê, Erdogan hin gotinên nerm kirin ku bi wê re rojnamevanan pirsî gelo ew ê pêvajoyekî nû hebe?

Herwiha bi vê tevgera rayedarên tirk re, nûçeyek di malpera El-Monîtor de ku xwe dispêre hin çavkaniyên îstîxbaratî diyar dike ku peywendiya bi riya Whatsappê di navbera Qendîl û Rêber Ocalan de pêk hatiye. Bi van nûçeyan xwestin mejiyê kurdan tevlîhev bikin lê bersiva van tevger û nûçeyan li Amedê hat dayîn û banga Azadiya Rêber Ocalan hat kirin. Di dema daxuyaniya miletê kurd û partiya wan DEM’ê de, kesên ku şopandin dîtin ku çawa polîsên tirk çavsorî kirin û êrîş kirin. Lê daxuyanî hat dayîn û bi hezaran kes li Amedê kom bûbûn.

Di dîmenên vê çalakiyê de ya ku bala min kişand, piranî ciwanên temenê wan di nava 18 û 25’an de bûn û dirûşm digotin. Ev yek jî pêvajoya Şerê Rêveberiyên Xweser li bakurê Kurdistanê tîne bîra me. Wê demê dewletê plana çokdanînê da meşandin û pêşengên weke Çiyager û Mihemed Tûnç şehîd xistin. Wê demê bi rengekî pir hişk êrîşî ciwanan kirin ji wan ên hatin girtin û heta niha di zîndanan de ne, yên ku di nava şer de şehîd bûn û beşek ji wan jî hatin mehkûmkirin ku ji vê erdîngariyê derbikevin. Dewletê wiha Hesab dikir ku êdî pêşî li tevgera çalak ya Ciwanan girt, lê zarokên wê demê ku 10 salî bûn, niha bûn 18 û bi jor ve. Êdî ew li qadan in.

Dîsa ev daxuyaniyên dewleta Tirk eşekere dike ku ka çiqasî tengav bûne û ji guhertinên li herêmê diqewimin çiqas tirsiyan e. Lewma dibe ku hîne zimanê xwe nermtir bikin lê ti işaretên ku pêvajoyekî baş dest pê bike tune. Dewleta tirk piştî tevgera Îsraîl ya li dijî Hizbûlah û Lubnanê zêde ket hev de nema dizanê wê çi bibe û heta carne rayedarên wê derdikevin dibêjin Îsraîl dixwaze welatê me dagir bike. Lê herî zêde tirsa wan ew e ku dibêjin ew ê Îsraîl bi şerê li gel Hizbûlah nesekin e û belkî heta Sûriye û Iraqê jî were.

Li aliyê din, bala xwe bidinê ku rayedarên tirk qala nerbûna ziman li hember siyaseta navxwe (li hember kurdan) dikin lê tecrîd li Îmralî dewam dike, bi hezaran pêşeng û siyasetmetarên kurd bi salan e di girtîgehan de ne.

Pêşengên Tevgera Azadiyê derbarê vê lebata dewleta tirk de bi zelalî mesaj dan. Hevseroka Desteya Rêveber a KCK’ê Besê Hozan got; “Yê girîngiyê dide çareserkirina pirs kurd û dixwaze pêvajoyekî nû dest pê bike, vaye Îmralî li wir e.” Her wiha endamê Desteya Rêveber ê PKK’ê Mûrat Karayilan jî aşkere got; “Tiştek li holê tine, şer dewam e û dewleta tirk êrîşên xwe ranewestandine.”

Rojavayê Kurdistanê jî li ber çava ye ku her roj êrîşên bi balafiran dewam dikin. Dewleta tirk bi ziman xwe hinekî şîrîn bike jî lê di siyaseta xwe ya li dijî kurdan de qet û qet neguheriye. Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze ji bilî ku serê xwe li ber kêra wan xwar bikin?

Nûçeyên Têkildar