Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Destê Bahçelî û rastî

Li Kurdistanê diyalektîk û formulasyona fêhmkirina pêvajoya siyasî-leşkerî hêsan e. Mirov ê li Îmraliyê, pêkanînên li wir meyzêne. Li Kurdistanê helwesta li dijî gel,...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Destê Bahçelî û rastî

Li Kurdistanê diyalektîk û formulasyona fêhmkirina pêvajoya siyasî-leşkerî hêsan e. Mirov ê li Îmraliyê, pêkanînên li wir meyzêne. Li Kurdistanê helwesta li dijî gel,...
Çarşamba - 16 Ekim 2024

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Destê Bahçelî û rastî

Li Kurdistanê diyalektîk û formulasyona fêhmkirina pêvajoya siyasî-leşkerî hêsan e. Mirov ê li Îmraliyê, pêkanînên li wir meyzêne. Li Kurdistanê helwesta li dijî gel,...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor bibin xwe ji vê rewşa xeter rizgar bikin. Li gel vê, bi armanca beşdarî nava planên li ser herêmê ten ferzkirin bibin jî di nava hewldanan de ne. Di vir de rewşa welatên herêmê û stratejiya wan ya siyaseta derve jî dibe xwedî girîng e.  Yek ji van welatên ku rewşa wê herî zêde tê meraqkirin jî Iraq e.

Bêguman Iraq hîn di bin bandora şerê kendavê de ye. Piştî şer bi armanca demokratîkirina welat gelek gavên girîng hatin avêtin. Yek ji van gavan jî amadekirina destûra bingehîn herî demokratîk bû. Lê, ji ber zihniyeta heyî pêdiviyên vê zagonê weke tê xwestin pêk nayên. Ji ber vê yekê îradeya gelê herêmê weke tê xwestin dernakeve holê. Li şûna ku parlamena bi îradeya gel hatiye hilbijartin, hikumeta merkezî dibe xwedî gotin, ango xwedî biryar. Ev rewşa ku hemû pîvanên bingehîn ên destûra bingehîn bêwate dike, dihêle ku li herêmê rewşa aloz dewam bike.

Tevî hemû kêmasiyan jî li herêmê kurd bûn xwedî statuyekê. Ev zêdetirî 30 sal in îdareya başûrê Kurdistanê ji hemû aliyan ve di destê kurdan de ye. Di rastiyê de ji kurdan wêdetir em bêjin di destê malbata Barzanî wê gotinek di cîh de be. PDK’ya malbata Barzanî di nava van salan de li şûna li gorî berjewendiyên gel tevbigere û bikaribe siberojek azad û demokratîk ava bike, li gorî berjewendiyên xwe yê malbatî û hizbî tevgeriya. Ev lêhurbûna teng ya vê partiyê li herêmê netenê hebûna gelê kurd pêşeroja gelê kurd jî, ji gelek milan ve dixe xeteriyê. Bi taybet dema em hevkariya PDK’ê ya bi desleta tirk û dargirker re dinerin ev rastî bi awayekî hîn şênbertir tê dîtin.

Hevkariya PDK’ê ku di çavê Kurdan de weke xiyat û dijminatî tê dîtin, bi gelê Kurd pir mezin dide wendakirin. Bêgûman ew jî di ferqa vê siyasta xwe ya qirêj de ye û dizana xelkê herêmê li himberî wê di nava helwestek çawa de ne. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku di navbera PDK’ê û gel de qutbûnek mezin çêbûye. Ev partiya ku li ser xwîna gel hate ser deshilatê îro pişt daye gel û ji rastiya civakî ya herêmê pir dûr ketiye. PDK her ku ji gel durket jî ber bi dijminan ve çû. Niha revebiriya PDK’ê di himbêza dewleta tirk bûye bûye pêkenok.

Ji ber van sedema rêveberiya PDK’ê ya ku hikûmet û hemû saziyên girîng ên herêmê di destê wê de ne ji bo hilbijartinên parlamena Başûrê Kurdistanê pêk neyê çi ji destê wê hat kir. çend çaran hilbikartin bi hincetên pûç û vala hatin paşxistin. Her ku hilbijartin paşketin rewşa herêmê ya siyasî, civakî, aborî û eskerî xirabtir bû. Li cihekî weke Rojhilata Navîn ger tu rojane siyasetê avaneke û ji geşedanên diqewimin re nebe bersiv, tê bibe duvikê hin hêzên cûda. Mînaka vê ya herî berbiçav PDK’e ye ku îro bi her awayî bûye duvik û xulamê dewleta tirk a dagirker.

Şerê li Rojhilata Navîn diqewime ji her demê zêdetir xwebûnê li ser hemû aliyan ferz dike. Ev jî diyar dike ku hêzên di bin siya hin aliyên cûda de mane ne mumne ku bikaribin ji vê rewşa aloz bi xurttir derkevin. Ji vî milî ve dema em pêşketinên li Iraq û Bashûr diqewimin dinerin, tê dîtin ku rewşa heyî ne pir baş e. Hilbijartinên Bashûr di nav şert û mercên şerekî wisa aloz û xeter de wê bên li darxistin. Ev hilbijartin ji bo gelê herêmê bikaribe di vê rewşa aloz de xwedî li hebûna xwe derkeve pir girîng e. Lê divê em ji bîr nekin ku hêzên dagirker ji bo hebûna xwe ya li herêmê bidomînin jî, li ser van hibijartinan di nava hesaban de ne. Ji vî milî ve hilbijartin li Başûr tu wateyek zêde nîne, cihê nîqaşê ye ku encamên hilbijartinan wê çiqasî helwesta van hêzan biguherîne.

Di rewşak wisa aloz de propagandaya hilbijartinê dest pêkir û bi dawî bû. Partiyên siyasî û kesên serbixwe yên beşdarî hilbijartinê dibin li stratejiya xwe ya hilbijartinê bi gel re parvekirin. Bêguman xelkê herêmê yê ku xwedî li hebûna xwe derdikeve li her kesî guhdar kir. Divê hemû alî bizanibin ku gel rastiyan bibîne û di hilbijartinê de wê piştgiriyê bide hêz û namzetên welatparêz, demokratîk û neteweyî. Bi vî rengî wê li dijî xiyanetkar û xwefiroşên welat helwesta xwe nîşan bide.

Nûçeyên Têkildar