Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Çarşamba - 16 Ekim 2024

Serokeşîrên êzidî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’dan destpêkirin. Pêngava gerdûnî salek li pişt xwe hişt û kete qonaxeke nû. Di çarçoveya pêngava gerdûnî de hemû pêkhateyên Şengalê 21’ê cotmeha 2023’an bi daxuyaniyeke hevpar û dirûşmeya, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê Xweserî’ tevlî pêngava navneteweyî bû. Pêngava misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di asta navneteweyî de rojevek avakiriye û gelan li dora fikrê Rêber Apo kom dike, li Şengalê jî hemû gelan li dora xwe kom kiriye. Hemû beşên civakê yên Şengalê jî azadiya Rêber Apo dixwazin.

Di vê demê de ku piştgiriyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê dayîn de piştgiriyek watedar jî ji serokeşîr, kesayet û rûspiyên êzidî yên Şengalê hat. Serokeşîr, kesayet û rûspiyên êzidî bi pêşengiya Desteya Eşayîrî ya Şengalê têkildarî azadiya fizîkî ya Rêber Apo li Meclisa Gel a Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Bi navê serokeşîr, kesayet û rûspiyên Êzidî Cîgirê Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Berekat Mirad Sîncar axivî.

Berekat Mirad Sîncar destpêkê îşaret bi pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo kir û wiha axivî: “Niha ji bo azadiya Serokatî pêngaveke cîhanî heye û piştgiriyeke cîhanî jî ji bo azadiya wî heye. Ji ber Serok xwedî fikrekî bihêz û girseyeke mezin e.”

Di daxuyaniyê rola Rêber Apo ya pêşî lê girtina qirkirina Êzidiyan de jî hate bibîrxistin û Berekat Mirad Sîncar axaftina xwe wiha domand: “Serok, 3’yê Tebaxê hêzên xwe û pêşengên xwe bi hawara me ve şand Şengalê. Êzidiyan û axa Iraqê ji destê wan kujer û DAIŞ’î yan rizgar kir. Qenciya wî ne tenê li êzidiyan bû, li sûneyan, li şîeyan û heta li dewlet û gelê Iraqê jî bû.”

Di beşa dawiyê de jî serokeşîr, kesayet û rûspiyên êzidî bang li saziyên navneteweyî, rêxistinên mafê mirovan û hemû sazî û dezgehên eleqeder kir, ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin û guh bidin daxwazên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar