Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Parêzer Yureklî: Divê em dengê Abdullah Ocalan bibihîzin

Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku derbarê nîqaşên demên dawî yê li ser navê Rêber Apo tên kirin de wiha axivî: “Têkilî bi Abdullah Ocalan re nayê danîn. Lewma tu qîmeta vê bangawaziyê tune ye. Beriya her tiştî divê em hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin, mafên wî yên qanûnî bên misogerkirin û em bibihîzin ka çi dibêje.”


Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî radestî dewleta tirk a qirker hat kirin û 26 sal in di bin şert û mercên tecrîda girankirî de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, 43 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên parêzer û malbata Rêber Apo yan bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkirin yan jî nayên bersivandin. Bêyî agahiyek ji Îmraliyê bê girtin, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di vekirina sala nû ya Meclisê da bi Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û parlamenterên DEM Partiyê yên re merheba kir û ev jî rê li ber nîqaşan vekir.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ku parastina Abdullah Ocalan hilgirtine Cengîz Yureklî nîqaşên “nû” yên di siyasetê de destpê kirine ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.

Yureklî bilêv kir ku wekî parêzerên wî ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re dem bi dem serlêdan kirine, lê 43 meh in tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin. Yureklî bi bîr xist ku piştî hevdîtina Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan a di 25’ê Adara 2021’ê de tu agahî nehatine girtin û got: “Em ne di wê pozîsyonê de ne ku em bibêjin an jî piştrast bikin ku di van şert û mercan de danûstandineke cuda çêbûye. Herî zêde, em dikarin li gorî xwezaya pêvajoyê hin tespîtan bikin. Wekî ku min got, em ne di wê pozîsyonê de ne ku vê yekê piştrast bikin. Lê belê, li gorî pozîsyona me, em dikarin bibêjin ku tişta ku tê gotin bi tevahî ne gengaz e û tew tiştekî manîpulatîf e.”

Li Îmraliyê çi diqewime?

Yureklî bal kişand ser nûçeyên vê dawiyê ku tê gotin di navbera Îmralî û Qendîlê de hevdîtin pêk hatiye û wiha got: “Ez dikarim vê yekê bi zelalî bibêjim, yên ku dê van nûçeyan piştrast bikin an jî red bikin û bibêjin ku rewşek wiha nebûye, muxatabên wê ne. Heger hewcedarî bi van agahiyan hebe, pêwîst e bi muxataban re bişêwirin û ji muxataban agahiyê wergirin. Ev li ser navê rojnamegeriya objektîf divê wisa be. Rojnameger bi destûra Wezareta Dadê dikarin li Îmraliyê an jî li girtîgehan hevdîtinan bikin. Dikarin ji bo Îmraliyê prosedureke wiha pêk bînin. Dikarin bipirsin ‘Li Îmraliyê çi diqewime?’ û bi vî awayî ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re serlêdanê bikin.”

Muxatabê sereke Rêber Apo ye

Yureklî anî ziman ku rojeva desthilatê ya ji bo destûreke bingehîn a nû heye û got ku destûrên bingehîn ên piştî sala 1924’an hatine çêkirin bi giştî bi pirsgirêk in û cudahiyên li Tirkiyeyê nahewînin û li ser esasê “tekparêziyê” ne. Yureklî bilêv kir ku destûra bingehîn a heyî jî li Tirkiyeyê nayê bicihanîn û got ku divê pêvajoya nû ya destûra bingehîn bê destpêkirin. Yureklî wiha domand: “Lê belê, eger destûreke bingehîn a nû di wateya erênî de çêbibe, divê di serî de pirsgirêka kurd esas bê girtin. Divê wekhevî û hemwelatîbûna wekhev a gelê kurd û mafên gelê kurd bên naskirin. Ji bo hemû kêmneteweyan û hemû cudahiyan jî divm mafên kolektîf bên naskirin û ji bo misogerkirina mafên takekesî jî divê hewldan hebin. Lê di vê mijarê de muxatabê sereke bêguman birêz Ocalan e. Pêwîst e bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk bê. Di rewşeke wiha û hewcedariyeke wiha de bilêvkirina navê birêz Ocalan û wekî muxatab nîşandana birêz Ocalan rastiyek e û pêdiviya herî bingehîn e. Bêguman pêwîst e ku em guh bidin DEM Partiyê ku partiya herî mezin a sêyemîn a parlamentoyê ye ku girseyeke wê ya cidî heye û di serî de gelê kurd temsliyeta hemû derdorên muxalif ên demokrasîxwaz dike.”

Rêber Apo vîna bi milyonan e

Yureklî bal kişand ser gengeşeyên pêvajoya çareseriyê ya nû û got ku li gorî gengeşeyên rojane pênasekirina vê pêvajoyê wekî pêvajoya çareseriyê dikare di rewşa heyî de bibe cihê “xapandinê”. Yureklî anî ziman ku muxatabê pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan e û got: “Helbet ger pêvajoyeke bi vî rengî hebe, pirsgirêka kurd di navenda wê de ye. Berê gelê kurd gotiye ‘Birêz Ocalan vîna min a siyasî ye’. Li gel hemû zor û zehmetiyan, hemû zextan, hemû gefan jî zêdetirî 3 milyon kesî îradeyek wiha daxuyand. Dîsa zêdeyî 10 milyon kesî bi heman awayî ji bo azadiya birêz Ocalan çalakî li dar xistin. Kampanyayên ‘Êdi bes e’ çêbûn. Di rewşa îro de wekî ku me di mîtînga dawî ya Amedê de dît, muxatab birêz Ocalan e.”

Yureklî bilêv kir ku Abdullah Ocalan ne tenê pirsgirêka kurd, di heman demê de dikare gelek pirsgirêkan li Tirkiyeyê çareser bike û wiha pêde çû:”Li welêt rastiyek heye ku gelê kurd knikare bi zimanê xwe biaxive, nikare bi nasname û çanda xwe bijî û dîroka wî hatiye qedexekirin. Di heman demê de ev pirsgirêk bi demokratîkbûna Tirkiyeyê çareser dibe û çareseriya vê pirsgirêkê jî wê Tirkiyeyê demokratîk bike. Xwediyê fikir û projeya bingehîn a vê yekê jî birêz Ocalan e. Gelek caran di parêzname û hevdîtinên xwe de ev yek eşkere kiriye. Di 28’ê Sibata 2015’an de Peymana Dolmabahçeyê hebû. Li gorî wî çareseriya Tirkiyeyê ne tenê pirsgirêka kurd e, di heman demê de demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Wê bê dîtin ku di vî warî de projeyên pir mûazzam afirandiye.”

Bi girtina deriyê Îmraliyê re pirsgirêk mezin bûn

Yureklî bal kişand ser pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-2015’an de û diyar kir ku piştî bidawîbûna pêvajoyê li Tirkiyeyê atmosfereke aloziyê rû daye. Yureklî axaftina xwe wiha domand: “Ev pêvajo di 5’ê Nîsana 2015’an de bi girtina deriyên Îmraliyê û qutkirina hevdîtinên bi birêz Ocalan re dest pê kir… Gelek kes îşaret bi Tîrmeha 2015’an dikin. A rast, ev ne pênaseyek an jî şîroveyek rast e. Ji bilî piştgirîkirina argumanên desthilatê pêvtir ne tiştekî din e. Pêvajoya heyî di 5’ê Nîsana 2015’an de dema ku deriyê Îmraliyê hat girtin û birêz Ocalan bi awayekî mutleq hat tecrîdkirin destpê kir. Çawa ku ev pêvajo li wir dest pê kir, wê pêvajoyeke nû jî bi vekirina deriyên Îmraliyê dest pê bike. Ji ber vê yekê bêyî şert û şirût, beriya her tiştî divê mafên qanûnî yên birêz Ocalan ên qanûnî û di peymanên navneteweyî de misogerkirî bên pêkanîn.”

Li welat şovenîzmeke cidî zêde dibe û çanda milîtarîst ava dibe

Yureklî da zanîn ku niyeta bi tundiyê çareseriya pirsgirêka kurd gelek pirsgirêk bi xwe re anîne û kiriye ku Tirkiyeyê neyê birêvebirin. Yureklî got: “Gelên Tirkiyeyê ji ber aboriya şer û polîtîkayên şer hema bêje mehkûmê birçîbûnê hatiye kirin. Her wiha piştî guhertinên polîtîk ên piştî 2015’an û piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an pêk hatin, li Tirkiyeyê rewşeke hêçbûnê rû dide. Ji kuştina jinan bigire heta tundiya li kolanan tê kirin, Tirkiye ketiye nava rewşeke bêserûber a aloziyê. Li welat şovenîzmeke cidî zêde dibe û çanda milîtarîst ava dibe. Ji bo bi tundiyê çareseriya pirsgirêka kurd hem pergala perwerdehiyê, hem jî li ser medyayayê û hem jî polîtîkayên çandî hatin bikaranîn. Wekî mînak ev rewş bi guhertinên ku di pîşesaziya fîlm û rêzefîlman de hatine çêkirin ve girêdayî ye û di nava 10 salan de nifşek çêkiriye. Nifşek ku berê xwe daye şovenîzmê, berê xwe daye faşîzmê û mafê jiyanê bêqîmet dike. Vê yekê niha aboriya rantê, gendelî û sûckirinê pêş xistiye. Tişta ku herî dawî li ser sûrên bajarê Stenbolê qewimîn… Ev yek bi tevahî rizandina civaka Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê hatiye asta neyê birêvebirin.”

Yureklî bilêv kir ku ji bilî tiştên ku di siyaseta navxweyî de diqewimin, pirsgirêkên global û herêmî jî hene û got: “Rewşa li Rojava û Başûr heye. Bi awayekî global rewşa li Xeze û Lubnanê heye. Tişta ku li Xezeya bi nifûsa 2 milyonî diqewime, rewşeke cidî ye û nayê pêşbînîkirin ku li erdnîgariya 40 milyon nifûsa Kurdistanê û li tevahiya erdnîgariya Anatolyayê rû bide. Ev jî xetereyan nîşan dide. Ne pêkan e ku mirov ji niha de pêşbînî bike ku wê rewş ber bi ku ve biçe. Ji bo pêşîgirtina li rewşeke wiha jî divê beriya her tiştî Tirkiye pirsgirêka kurd di nava xwe de çareser bike. Hemû geşedanên der barê kurdan de ku li erdnîgariya Rojhilata Navînê belav bûne, ji ber ku nikarin pirsgirêka xwe ya kurd çareser bikin, wê li dijî Tirkiyeyê rabin. Rastiyeke wisa heye. Bêşik kurd xwe naxin navenda cîhanê. Lê her pêşketina li vê erdnîgariyê yan ji ber kurdan e yan jî wê bi awayekî bandorê li kurdan bike. Muxatabê vê yekê jî birêz Ocalan e.”

Yureklî destnîşan kir ku Tirkiye sînorên “Mîsakî Mîllî”yê wekî qadeke xwezayî ya berfirehbûnê dibîne û bal kişand ser nîqaşên “pêvajoya nû” ku çima niha derketine holê û got: “Komara Tirkiyeyê van deran wekî qada xwe ya berbelabûnê ya xwezayî dibîne. Ev, polîtîkayên dewletê ne. Lê kengî bibe meseleyeke global, kengî rewşeke aloziyê ya global rû bide, ev polîtîka dîsa dibin rojev. Ev di dema Suleyman Demîrel, Tûrgût Ozal, Eşref Bîtlîsî de jî wiha bû. Niha di dema AKP’ê de jî wiha ye.”

Hilbijartinên Başûr wê bandorê li desthilata wir bike

Yureklî bal kişand ser hilbijartinên 20’ê cotmehê yên li Herêma Kurdistana Federe jî û got: “Rastiya PDK’ê ya bi Komara Tirkiyeyê tevdigere heye. Tehdîdkirin an jî windakirina desthilata li wê derê wê bandorê li polîtîkayên desthilata li vir jî bike. Li vir divê em careke din guh bidin birêz Ocalan. Birêz Ocalan di sala 2019’an de diyar kir ku pirsgirêkên navxweyî, herêmî û cîhanî wê di serdema pêş de girantir bibin û divê her kes vê yekê bibîne û li gorî vê helwestê tevbigere. Bang li hemû muxatabên van nîqaşan kiribû û gotibû, ‘Van nekin qurbana hesabên heyî, teng û siyasî, divê em vê yekê bi awayekî dîrokî û kûrtir nîqaş bikin.’ Di wê demê de jî wekî her carê tiştên ku tu kesî nedîtibû dît û pêwîstî bi destwerdanê kiribû. Lê mixabin derdorên pêwendîdar cidiyeta pêwîst nedan van bangan û wekî ku wî hişyar kiribû, kirin qurbana berjewendiyên xwe yên rojane û siyasî.”

Divê deriyê Îmraliyê bê vekirin

Yureklî da zanîn ku li welêt li gelek qadan asêbûnek heye û got ku dibe ku ev nîqaş di çarçoveya şikandina navendên berxwedanê û guhertina rojevê de hatibin kirin. Yureklî destnîşan kir ku divê muxalefeta tirk di vir de berpirsyariyê bigire ser milê xwe û got: “Yên ku xwe wekî demokrat bi nav dikin, divê bi berpirsyarî rabin. Di vî warî de partiya sereke ya muxalefetê CHP xwe berpirsiyariyeke mezin e. Pêdivî ye ku ew daxuyaniyên xwe li gorî wê birêxistin bike. Divê ev yek nebe qurbana berjewendiyên teng ên siyasî yên rojane. Her wiha pêwîst e hêzên demokratîk di vê mijarê de bi berpirsyarî rabin. Yên ku li dijî vê pirsgirêkê derdikevin, pêwîst e guhên xwe ji daxwazên navendên berxwedanê re vekin û di vê mijarê de bi berpirsyarî rabin. Pêşî divê deriyên Îmraliyê bên vekirin, fikirên birêz Ocalan ku wekî muxatabê sereke tê nîşandan, bi awayekî azad bên nîqaşkirin. Her çiqas ev deynê civaka Tirkiyeyê û gelê kurd be jî, di heman demê de erkeke bingehîn a welatîbûnê ye. Em bang li her kesî dikin ku di vê çarçoveyê de tişta pêwîst bike û ji bo erka xwe bi cih bîne, jidil û durist tevbigere.”

Divê em dengê Rêber Apo bibihîzin

Yureklî bal kişand ser banga Bahçelî ya ji bo Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: “Tu têkilî bi Abdullah Ocalan re nayê danîn. Lewma tu qîmeta vê bangawaziyê tune ye. Beriya her tiştî divê em hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin, mafên wî yên qanûnî bên misogerkirin û em bibihîzin ka çi dibêje. Ger fikirên wî bigihêjin civakê, wê demê dibe ku qîmeteke van bangana hebe. Nexwe ji bilî xwegihandina derdora xwe an jî şandina peyamekê ji hin muxatabên din re tu wateya van bangawaziyan tune ye. Beriya her tiştî divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Ev ne girêdayî tu şertî ne jî. Divê Destûra Bingehîn bê pêkanîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar