Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di beşa 3’yemîn a hevpeyvîna ANF’ê de li ser rewşa Tirkiyeyê, êrîşên Îsraîlê li ser gelên Filistîn Û Lubnanê de nirxandinên girîng kir.
Salvegera êrîşên Hamasê yên di 7’ê cotmedê de hatin kirin û li hemberî vê yekê hewldana qirkirinê ya Îsraîlê ya li dijî gelê Filistînê ye. Di gel ku ji 40 hezarî zêdetir însan hatin kuştin jî Îsraîlê berê şer da Lubnanê û vê yekê talûkeyên li herêmê gelekî zêde kir. Şerê salekê çi nîşanî me da û geşadanên di dema pêş de wê çawa bin?
Çewisandina Hamasê û qirkirina Hîzbûlahê weke armancên Îsraîlê yên di demên nêz de dihatin zanîn. Îsraîlê xwe ji van yekan re amade dikir. Dema ku Hamasê êrîşî Îsraîlê kir, ji hezarî zêdetir sivîl kuşt û bi sedan dîl girt, Îsraîlê ev yek ji bo bidestxistina armancên xwe weke derfeteke dîrokî bi kar anî. Ekîba Erdogan ev çalakî bi Hamasê da kirin. Bi vê yekê armanc kir ku hem rêya enerjiyê ya ku wê ji Îsraîlê derbas bibe û hem jî Peymana Îbrahîmî ya di navbera ereban û Îsraîlê de sabote bike. Erdogan ev êrîş da kirin û di pêkanîna planên Îsraîl û DYA’yê yên li ser herêmê de roleke sîxurtî û provokatoriyê lîst. Ji ber ku êdî kesayeta Erdogan tê zanîn, gelek hêz hin tehrîkên diyar dikin û Erdoganî weke ajan û provokatorekî bi kar tînin. Erdogan her çend helwesteke li dijî Îsraîlê nîşan bide û DYA’yê weke hevparê Îsraîlê nîşan bide jî bi kiryarên xwe ajan û provokatorekî DYA’yê ye. Erdogan siyasetmedarekî wisa ye ku bi polîtîkayên xwe kesê ku herî zêde Tirkiye bi talûkeyan re rû bi rû hiştî ye.
Erdogan li gorî xwe li ser navê parastina pozîsyona jeopolîtîk a Tirkiyeyê, rê li ber Hamasê vekir ku êrîşê li Îsraîlê bike. Lê belê bi polîtîkayên xwe û bi şantajên xwe yên li hemberî hevalbendên xwe bi xwe pozîsyona jeopolîtîk a Tirkiyeyê ji holê rakiriye. Bi vî awayî tirsa jidestdana pozîsyona jeopolîtîk ku çavkaniya sereke ya hêzê ya Tirkiyeyê ye, Tirkiye xist telaşeke mezin. Meşandina polîtîkaya parastina pozîsyonê ya hevnegirtî û bi şantaj û gefan dihat kirin, bêçaretiya Tirkiyeyê zêdetir kir. Polîtîkayên ku serdemekê Tirkiyeyê berjewendiyên demkî jê bi dest xistin, niha bûne sedem ku Tirkiye bê polîtîka bimîne.
Faktora sereke ya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên bi vî rengî re berê Tirkiyeyê didin bêçaretiyekê, polîtîkaya qirkirina gelê kurd e. Wisa ku, ew çawa li nêzî Kurdan dibe, dixwaze her kes heman helwestê nîşan bide û di encama vê yekê heya li gel hevalbendên xwe jî pirsgirêkan dijî. Dewleta tirk gelekî li ser qirkirina gelê Kurd disekine. Di encama vê yekê de gelek hêz vê kêmasiya dewleta tirk di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar tînin. Li hemberî piştevaniya dayîne dewleta tirk a li hemberî Tevgera Azadiyê ya kurdan di gelek qadan de Tirkiye xistine bin kontrola xwe. Ne pêkan e ku Tirkiyeyeke ku bes li ser qirkirina kurdan disekine, di siyaseta Rojhilata Navîn de kartêker be. Tirkiye bes ne çavkaniyên aborî, di heman demê de çavkaniyên siyasî û dîplomatîk jî di şer li hemberî gelê Kurd de bi kar tîne û dawiya wan aniye. Hewl dide ku pozîsyona xwe ya jeopolîtik girêdayî pêkanîna qirkirina gelê kurd bi kar bîne ku ev yek jî rewşa Tirkiyeyê xirabtir dike. Di gel ku derfetên jeopolîtîk winda kiriye jî pirsgirêkên Tirkiyeyê yên li gel hevalbendên wê Tirkiye derveyî siyaseta Rojhilata Navîn hiştine.
DYA piştevaniyeke tam dide êrîşên Îsraîlê. Ev jî tê wê wateyê ki Îsraîl wê Hamas û Hîzbûllahê li herêmê bê bandor bike û kartêkeriya ya siyasî û leşkerî ya li herêmê zêde bike. Îran jî wê hêzên tifaqê yên li herêmê winda bike û li cihê xwe bisekine. Ev jî wê polîtîkayên Îranê yên li herêmê biguherîne. Wê ji bilî Iraqê bandoreke wê ya siyasî nemîne yan jî wê were sînordarkirin. Hûsî jî wê heya demekê di bin sîwana Îranê de polîtîkayan bi rê ve bibin lê belê wê ne weke niha êrîşê li Behra Sor bike û ne jî wê zorê li Suûdiyan bike. Bi kurtasî wê di siyaseta beriya 7’ê cotmeha 2023’yan de guherînên mezin pêk werin. Her çend di navbera Îran û Îsaîlê de êrîşên dualî hebin jî di encamê de wê polîtîkayên li herêmê yên Îranê yên li ser hêzên derve werin sînordarkirin. Wê ev yek tesîrekê li siyaseta nevxweyî ya Îranê jî bike. Bêguman serweriya Îsraîlê û sînordarkirina Îranê wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nekin. Ne pêkan e ku polîtîkayên Îsraîlê, DYE û netewedewletên li herêmê pirsgirêkan çareser bikin. Ji ber vê yekê jî wê serdemeke ku dewlet nikarin pirsgirêkan çareser bikin û gel wê zêdetir kartêker bin, dest pê bike.
Ev yek aşkere ye ku Îsraîl jî nikare ku tim xwe bispêre piştevaniyên derve û hêza xwe ya leşkerî û li herêmê polîtîkayekê bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê jî Îsraîl jî neçar e ku polîtîkayên xwe biguherîne. Jixwe li gel Peymana Îbrahîmî di vî aliyî de pêngavek avêtibû.Îsraîl hebûna xwe dikare bes bi peymaneke herêmî û têkiliyeke demokratîk ya bi gelên herêmê re dabîn bike. Ji ber vê yekê em careke din bidin zanîn ku çareseriya pirsgirêka Îsraîl û Filistînê wê girêdayî neteweya demokratîk û demokratîk konfederalîzma ku her civak îradeya rêvebirina xwe di destê xwe de bigire, çareser û mayînde bibe. Ji bilî vê yekê tu ryên din ên çareseriyê tune ne. Wisa nebe wê tim dijmintî, rageşî û şer berdewam bin. Lê belê aşkere ye ku çareseriyek jî gelekî hewce ye.
Tirkiye nikare Îsraîlê bêîstîqrar û bêbawer nîşan bide û rêya enerjiyê ya biryara wê ji aliyê G-20’ê ve hatî girtin, asteng bike. Tirkiyeyê ne hêzeke wisa ye ku karibe li hemberî hêzên hegemon derkeve. Êdî şantajên wê jî bi kêrî tiştekî nayên. Tekane rêya ku Tirkiye ewle bibe, girêdayî demokratîkbûn û çareserkirina pirsgirêka kurd e. Dema ku Tirkiye di warê demokratîkbûnê de pêngav avêtin, wê bandora wê ya siyasî, abor û çandî li ser gelên Rojhilata Navîn çêbibe.
Piştî Îsraîlê herî zêde Tirkiyeya Erdogan ê faşîst melaqiya şerî kir. Ji bo ku şer zêdetir belav bibe gelekî hewl da û bi rondikên derewîn dibêje ku ez ji bo Filîstînê xemgînim û ev şer jî di çarçoveya berjewendiyên de bi kar anî. Erdoganê faşîst niha jî dibêje ku ‘çavê Îsralê li ser xaka welatê me ye.’ Erdogan bi vê gotina xwe çi armanc dike?
Tirkiye dibêje ku ger şer belav bibe wê hem pêdiwî bi Tirkiyeyê çêbibe û hem jî wê Peymana Îbrahîmî betal bibe û beşeke mezin ya rêya enerjiyê wê li ser erdnigariya min derbas bibe. Bi vê helwestê tev geriya. Dibêje ku ger di navbera Îran û Îsraîlê de şereke mezin biqewime, wê Îran lawaz bibe û Îsraîl jî wê hewceyî Tirkiyeyê bibe. Sedema dijberiya li hemberî Îsraîlê ne dostaniya Filistînê û dijmintiya Îsraîlê ye; Hewl dide ku Îsraîl û DYA li herêmê girîngiyekê bidin Tirkiyeyê. Sedem ev e. Wê hem hevalbendê DYE’yê be û hem jî dijmintiya Îsraîlê bike! Tiştekî bi vî rengî ne pêkan e. Difikire ku gelek hatiye heramoyîkirin û dixwaze girîngî pê were dayîn. Divê polîtîka û gotinên Tirkiyeyê yên li ser Îsraîlê bi vî rengî werin fêmkirin.
Dizanin ku wê Îsraîl êrîşê li Tirkiyeyê neke. Bi rojeveke bi vî rengî hewl dide ku her du armancên xwe pêk bîne. Hewl dide welatekî weke Îsraîlê bixe rojevê û dixwaze hem DYA û Îsraîla ku bandora wê li ser DYA û Ewropayê heyî, girîngiyê pê bidin. Jixwe jidestdana pozîsyona xwe ya jeopolîtîk weke pirsgirêkeke manûnemanê dibîne. Çimkî ditirse dema ku pozîsyona xwe ya jeopolîtîk winda bike, wê Îsraîl û DYA bi awayekî din li nêzî Tirkiyeyê bibin. Ji ber vê yekê tim dijberiya Îsraîlê dike û tim têkildarî DYA’yê hin tiştan tîne ziman û bi van yekan hewl dide ku helwesta van hêzan ya neyînî ya li ser xwe bide guherandin. Tew hewl dide ku di warê siyasî de jî girîngî pê were dayîn. Heya niha tin ev polîtîka bi rê ve biriye. Niha jî dibêje ku ger ez wiha bikim, ez ê encamekê bi dest bixim. Lê belê rewş gelekî guherî, cihê nîqaşê ye ku wê çi qasî ji vê polîtîkaya xwe encamê bigire.
Ya duyem jî, dema ku li herêmê şer berdewam dike, hewl dide ku ji xwe re dijminekî derve biafirîne û bi vê yekê mixalefet û civakê bide pişt xwe. Dibe ku mixalefetê ev yek fêm kiribe lê belê diyar e ku wê bandora vê yekê li ser civakê hebe. A rastî hemû siyasetmedar û saziyên dewletê dizanin ku Îsraîl êrîşê Tirkiyeyê nake. Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Karên Navxweyî jî vê yekê dizanin. Herhal gotina ku di Tevratê de derbas dibe û qala xakên hatine wehdkirin dike, kirine egera îdîayên xwe. Ji aliyê din ve jî dibêjin ku ger Îsraîl şerî belavtir bike wê gelek penaber werin Tirkiyeyê û bi vê yekê civak û hêzên siyasî ditirsîne. Ev Tevrat beriya 50 salî jî û beriya 75 salan jî hebû. Heya niha li Rojhilata Navîn dostê Îsraîlê yê herî baş, Tirkiye bû. Weke Îsraîla duyemîn dihate nirxandin. Niha jî bi gotineke Tevratê, dibêjin ku Tirkiye di hedefa Îsraîlê de ye. Hewl didin ku wisa were şîrovekirin. Bi vî awayî hestên civakê yên olî jî îstîsmar dikin. Li holê gefeke Îsraîlê tune ye, lê belê bi awayekî zelal li holê ye ku polîtîkayên AKP-MHP’ê ji bo Tirkiyeyê gef û talûkeye mezin in. Tirkiye di encaman van polîtîkayên tifaqê de hem di nav xwe de û hem jî derve bûye welatekî bipirsgirêk û bi dijmintiya li hemberî gelê Kurd bûye sedem ku Tirkiye hem di nava xwe de û hem jî derve lawaz bibe.
Dibêjin ku Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyeyê di bin kontrola Îsraîlê de ne û Îsraîl girêdayî vê yekê li ser Tirkiyeyê hin hesaban dike. Hemû polîtîka, têkilî û gotinên wan xwe dispêrin dijmintiya li hemberî gelê Kurd. Her kesê ku di dijmintiya li hemberî gelê Kurd de piştgiriya ku dixwaze nade, weke bi parçekirina Tirkiyeyê tawanbar dike.
Dema ku dibêjin çavên Îsraîlê li ser xakên me ye jî kurdan weke hedef nîşan didin. Piştevaniya êrîşên li ser Rojava jî bi vî rengî zêde dike. Bi vî rengî ger Rojavayê biçewisîne, wê çavên Îsraîlê êdî ne li ser xakên Tirkiyeyê be!Dibêjin ku çavên Îsraîlê li ser xakên me ne, ji bo pêşîgirtina vê yekê jî divê em Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin û qirkirina gelê Kurd pêk bînin. Baş tê fêmkirin ku vê mijarê ji ber vê yekê dixin rojevê.
Tayyîp Erdogan li gel ku li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn serokatiya paşverûtî, bêedaletî, bêhiqûqî, bêexlaqî, dijminahiya jinan û gelek xirabiyên din dike jî di axaftinên xwe de berovajî van yekan behsa edalet, hiqûq, mafên mirovan û gelek tiştên bi vî rengî dike. Di axaftina xwe ya NY’ê de hema bibêjin ku wê dersek bidaya mirovahiyê! Divê ev rewş çawa were nirxandin?
Erdogan demagogekî tam e. Weke Gobelsê wezîrê propagandayê yê Hîtler, poropagandakarê ‘derewa mezin e.’ Xwedî kesayeteke wisa ye ku taybetmendiyên ku ne aîdî wî weke ku li gel wî hene nîşan dide û reqîbên xwe jî bi tiştên herî xirab pênase dike. Di dîrokê de siyasetmedarekî ku bi qasî wî rastiyan berovajî dike, tune ye. Em dikarin bibêjin ku di vê mijarê de gelekî pêş ketiye. Di vê mijarê de ji her hesî çêtir e. Bi kurtasî hosteyekî demogojiyê ye. Yanî demagog e.
Beriya mehekê di vekirina sala edlî ya nû de têkildarî edaletê axaftinek kir. Behsa girîngiya edaletê kir. Hemû gotin û nirxandinên baş li pey hev anîn ziman. Lê belê di tevahiya desthilatdariya xwe de û bi taybetî jî di 10 salên dawîn de tiştên berovajî van gotinên xwe kirin. Bi tenê tiştekî rast got ku ew jî çêkirina bînayên edaletê bû. Jixwe dewlet ji bo ku civakê bitirsîne bînayên edliyeyan mezin çêdikin. Wekî polîtîkayên ku tên meşandin gelek sûcdaran diafirîne yan jî însan bi awayek,î hêsan tên sûcdarkirin. Ji ber vê yekê ye ku bînayên mezin çêdikin. Jixwe herî zêde jî di serdema AKP’ê de girtîgeh hatine çêkirin.
Di 10 salên dawîn de di nava civakê de bêedaletî ew qas zêde bûye ku di dîroka Tirkiyeyê de tu caran li hemberî edaletê ev qasî zêde bêbawerî çênebûbû. Dadger û dozger rasterast ketine di bin kontrola desthilatdariyê de. Bi taybetî jî di qada siyasî de bêedaletî gelekî zêde bûye. Jixwe Erdogan gelek caran telîmat daye dozger û dadgeran. Bi rêya wezareta Edaletê telîmatê dide ku wê çawa li nêzî kîjan sûcan bibin. Beriya niha Fettûllahiyan ev yek di destê xwe de digirt û piştre jî rasterast kete di bin kontrola AKP’ê de. Dema ku MHP jî daxilî tifaqê bû MHP jî di nava dozger û dadgeran de bi bandor bûn.
Rasterast midaxileyî dozên siyasî dikin. Bi taybetî ji kurdan û di qada siyasî ya demokratîk de bi hezaran însan bi îdîayên çêkirî hatine rehîngirtin. Jixwe uasayeke li dijî terorê ya wisa derxistine ku her kesî bi terorê sûcdar dikin û diavêjin zindanan. Dozên Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala delîla wê yekê ne ku edalet ketiye xizmeta siyasetê. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryarekê digire. Li ser vê biryarê Tayyîp Erdogan midaxile dike û dozeke nû dide vekirin û girtiyan rehîn digire. Ev bi tenê mînakek e. Di serî de kurd ya ku li ser hemû mixalîfan tê sepandin ev e.
Hin sazî li seranserê cîhanê di hin mijaran de welatan rêz dikin. Dewleta Tirk di edaletê de di rêza dawîn û di gendeliyê de jî di rêzên yekem de cih digire. Dema ku bi kêrî karê wan nehat dibêjin ku ev nêzîkatiyên siyasî ne û qebûl nakin. Dema ku ev sazî têkildarî desthilatdariya AKP’ê ya 5 salên dawîn de nirxandineke erênî dikin jî vê yekê weke amûreke propagandayê bi kar tîne.
Bi taybetî jî di 10 salên dawîn de bêedaletî gelekî zêde bûye. Tirkiye bûye welatekî bêedalet. Lê belê Tayyîp Erdogan derdikeve ser dikê û bêyî ku fedî bike dibêje ku ew gelekî girîngiyê didin edaletê. Bi rastî jî ev yek rûreşî ye! Yek ji taybetmendiya herî xweşik a însanbûnê fedîkirin e. Di kesayeta Erdoganî de ev taybetmendî tune ye. Li gorî Erdogan edalet ji bo wî û hevkarên wî heye. Ji bo kesên din, bi taybetî jî ji bo mixalîfên siyasî ev maf tune ye. Li gorî Erdogan nabe ku li hemberî wan edalet were sepandin. Wan heq kiriye ku miameleyeke bêedalet bibînin. Di saziyên edaletê de jineke çavgirtî ya di destê wê de terazû heye. Yanî dema ku edalet tê dayîn, lê nanêrin bê ka kî ye. Dadgehên Erdogan jî beriya her tîştî lê dinêrin ku li pêşiya wan kî heye.
Niha li Tirkiyeyê dirûşmeya herî zêde tê berzkirin heq, hiqûq û edalet e. Bûye pêdiviya sereke ya Tirkiyeyê. Dibêjin ku edalet bingeha milkî ye. Ji ber ku niha edalet têk çûye, milk jî (yanî dewlet) riziyaye û têk çûye.
Erdogan di heman demê de mirovek bêwijdan e. Jixwe yê edaleta wî nebe, wijdanê wî jî nabe. Li YE’yê qala mafê mirovan û wijdanê kir. Tirkiye di aliyê mafên mirovan de di rêza herî jêr de ye. Erdogan 22 sal in di rêveberiya vî welatî de ye. Gelo di cîhanê de kesekî din heye ku li dijî hêzek ango civakek şer bike û bibêje, “zarok be an jî jin be çi pêwîst bike, ez ê bikim! Bi fermana Netanyahû bi hezaran jin û zarok mirin. Lê wî jî bi awayekî vekirî negot ku jin be jî zarok be, çi pêwîst be em ê bikin! Erdogan dibêje Netanyahû mizgeftan bombe dike; lê belê di dema desthilatdariya faşîst a Erdogan de bi gotina di nava mizgeftan de PKK’yî hene zêdeyî deh mizgeft hatin bombekirin û hilweşandin.
Erdogan li Roboskiyê bi îdîaya PKK’yî di nava wan de hene fermana kuştina komek mirov ku piraniya wan zarok bûn da. Lê di rastiyê de di nava vê komê de milîtanekî bi tenê yê PKK’ê nebû. Di bin navê fermandarekî PKK’ê hebû, piraniya wan zarok 34 kes hatin kuştin. Niha jî Îsraîl dibêje endamên Hamasê yan jî Hîzbûllahê hene û bombeyan li jin û zarokan dibarîne û dikuje.
Yek jî ji kujerên zarok, jin an jî sivîlên ku ji aliyê leşker û polîsan ve li Tirkiyeyê hatin kuştin, nehatine darizandin. Leşker û polîs nayên cezakirin. Bi hinceta ku ev polîs û leşker li dijî terorê şer dikin, nayên cezakirin. Di dema desthilatdariya AKP’ê de bi hezaran bûyerên bi vî rengî hene. Di dema berxwedaniya xwerêveberiyê de Tayyîp Erdogan bi gotina ‘li qanûnan nenêrin’, yanî xwe li gorî qanûnan bi sînor nekin’ bi awayekî şexsî fermana komkujiyê da leşker û polîsan. Fermana bi saxî bişewitînin da.
Dewleta tirk di dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de bi hezaran sivîl, jin û zarok qetil kirin. Erdogan ji bo vê yekê ferman da. Tenê duh li Minbicê du bira ku her du jî zarok bûn hatin kuştin. Her wiha ji heman malbatê zarok û endamên malbatê birîndar bûn. Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan bûyerên mîna vê hene. Her wiha di bomberdûmanên li Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi dehan jê zarok bi sedan sivîlan hatin qetilkirin. Ev hemû di bin desthilatdariya Erdogan de pêk tên. Ji îsraîlê zêdetir bombe li ser gerîla tên barandin. Balafirên bê mirov ên dewleta Tirk li her derê derketine nêçîra kuştina mirovan. Bêyî ku ferqê têxe navbera gerîla û sivîlan, mirovan qetil dikin.
Çeteyên ku bi rêxistin kirine li Efrînê mirovan direvînin. Piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, bi sed hezaran mirovên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî neçar man ji warên xwe derkevin. Ev mirov li konbajaran di nava şert û mercên zehmet de hewl didin bijîn.
Desthilatdariya Erdogan di heman demê de desthilatdariyek dijminê jinan e. Tevî ku mirovek wisa ye, xwe weke parêzvana jinê nîşan dike. Xwe dispêre qedexeyên şarpe yên dema bihurî û hewl dide xwe bi vî rengî nîşan bide. Lê belê li Tirkiyeyê di dema desthilatdariya AKP’ê de cînayet û dijminahiya li jinê derketine asta herî jor. Tevahiya tevgerên jinan li dijî polîtîkayên mêtinkar ên desthilatdariya AKP’ê têdikoşin.
Ji ber dibînin ku desthilatdariya AKP’ê xwedî zîhniyeteke ku jinê dixe bin siya serdestiya mêr. Mêr wekî stûnê malbatê nîşan dide û vîna jinan tune dihesibîne. Jin, Tayyîp Erdogan weke nûnerê mêrê serdest dibîne û li dijî wê hewl dide xwe weke femînîst nîşan bide. Asta demagojiya wî di vê nêzîkatiyê de dikare bê dîtin.
Di dema desthilatdariya AKP’ê de bê sînor gelek sûc hatin kirin. Lê behsa edalet û mafên mirovan dike! Li Tirkiyeyê 25 mîlyon Kurd hene, lê nasname, çand an jî zimanê wan nayê naskirin. Bi zext, zordarî û komkujiyan re dixwazin Kurdan di aliyê çandî de qir bikin û bikin Tirk. Ev zilamê bêwijdan, bêexlaq û bêedalet ku li dijî Kurdan polîtîkayeke qirkirinê dimeşîne, gelê Filîstînê diparêze! Dixwaze bi Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî dagir bike û Kurdan ji xaka wan derxîne û bi guhertina demografiye qirkirinê pêk bîne. Lê belê li NY’yê hewl dide dersê bide mirovahiyê! Erdogan ewqas zilamekî bêşerm, bêwijdan û bêexlaq e. Gobels propagandavanê Hîtler jî hemû pêkanînên faşîzmê bi awayekî cuda nîşan da. Niha jî Erdogan vê yekê dike. Bi rastî jî di durûtî û bêşermiyê de gelek serketî ye. Eger xelateke bi vî rengî bê dayîn, yê heq dike Erdogan e!