Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...
Cuma - 18 Ekim 2024

Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Gelê Başûr dizane bê kî diz e, kî/kê fedaî ye

Ev nêzî 4 salin desthilta AKP-MHP’ê li başûrê Kurdistanê hewl dide bi tevgerên dagirkeriyê gerîla tine bike. Heke bi ser nekeve ku heta niha li herêmê xitimiye, wê bi baregehên ku li Başûr dagirkirine armac dike pêşî li liv û tevgera gerîla bigire.

Desthilata AKP-MHP’ê di hilbijartinên xwecihî yên Tirkiyeyê de derbeke giran xwar. Hevkarê wê PDK jî di hilbijartinên parêzgehan ên herêmê û Iraqê de encamên heman rengî girt. Her du dost û hevkar xwedî heman çarenûsê ne û ber bi hilweşînê ne. Belê raste rast, bi awayeke aşkere PDK bi serkirdeyên xwe dijminatiyê dikin.

Dijminatiya Tevgera Azadiyê dikin, ji ber ku rastîya rûyê wan ê reş, dizî û talana wan aşkere dike.

Dijminatiya Tevgera Azadiyê dikin, ji ber ku li hember gendelî û bêedaletiya wan disekine.

Dijminatiya Tevgera Azadiyê dikin, ji ber ku desthilata wan girêdayî hebûn û nebûna zarokên cengawer ên Kurdistana azad de ye.

Ji ber wê yekê AKP û PDK mecbûrê hev in,  ji ber vê yekê bi planên qirêj, bi bêbextiyan, bi derew, cîz û vîzên xwe êrîşî Tevgera Azadiyê dikin.

Ji bo dilê hev xweş bikin û hev bawer bin wêne û alên sembolên xwe dikin reklama rûreşiya xwe.

Civînan li dar dixin, hevdîtinan dikin, hev hembêz dikin û Nêçîrvan ji hilbijartinan re çend roj maye berê xwe da Enqereyê, Erdogan û Serokê MÎT’a tirk re rûdinê.

Ew, ne heval û dost in, ew ne ji bo reşkê çavê hev, li gel hev in, ew ji bo berjewendiyên hev, ji bo parastina mal û milkê hev û zêdekirina dizî û gendeliyan li gel hev in.

Ji bo vê yekê reş dikin mazlûmên li hemberî xwe, ji ber vê yekê êrîş û komployên hevpar tînin li serê tevgera dijî kedxwaran e.

PDK û malbata Barzanî yên desthilat ji ber vê yekê xulamtiya Erdogan û Bahçelî dike.

Ji ber vê yekê bazar û sûkên xelkê herêmê pêşkeşî MÎT’a tirk kirin. Ji ber vê yekê dişewitînin nan û malê zarokên Kerkuk, Hewler û Duhokê.

Kedxwarin, diz in, haramî ne, yê ku vê rûreşiyê li rûyê wan dide û teşhîr dike jî dikin qurbanê komplo yên xwe.

Elbet gelên herêmê zarokên xwe nas dike û zane kî dize kî/kê berxwedêr û fedaî ye.

Elbet xelkên li kolan û sûkên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Zaxo û Şengalê zane kî/kê bêteredut canê xwe da ji bo ewlehî û statuya Kurdistanê feda dike. Wê elbet bêbext, birakuj û xayîn di wijdana gelê kurd de mehkûm bin, da ku roja edaletê were. Hilbijartinên Parlamena başûrê Kurdistanê yê 20’ê cotmehê yek ji wan rojane ku gelê me yê Başûr di sindoqan de helwesteke xurt nîşanî hevkarên dagirkeran bide.

Hilbijartinên li herêma Başûr ji bo çarenûsa Kurdistana mezin û daîm pir muhîme û gelê me wê şemaqeke xurt li van nokeran bide.

Û ev helwest divê helwesta hilbijartinên parêzgehan xurttir be da ku li ser axa pîroz hemû hêz û hizb bizanin xiyanet li Kurdistanê êdî li meftûn e.

Nûçeyên Têkildar