Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP’ê Bahçelî çûm cem parlementerên DEM Partî û silav da wan. Bi vê silav dayînê re nîqaşên nû jî peyda bûn. Her kesî wateyek da vê silav dayînê. Hinek kesan wekî destpêkirina pêvajoyeke çareseriyê bi nav kir. Hin kesan jî got ji xwe çend meh in hevdîtin bi Rêber Apo re hene. Lê tenê gotegot in. Tiştekî aşkera li meydanê xuya dike tine ye. Lê mesele çi dibe bila bibe, yanî hevdîtin hebin an tinebin jî çûyîna Bahçelî ya cem DEM Partî hin peyaman dide.

Ya yekemîn kesekî wekî Bahçelî ku faşîstê herî mezin ê Tirkiyeyê ye û xwe avêtiyê destê DEM Partî. Yanî eger ne mecbûrî be vê yekê nake. Yanî xitimî ne û nema dikarin tiştekî bikin. Berxwedana li Îmrali ya Rêber Apo, berxwedana gelê me ya li qadan û çalakiyên gerîla yên li çiyayan encama vê yekê ye. Eger ne ji vê berxwedanê bûya Bahçelî yê faşîst xwe nedixist vê rewşê. Eger em qala pêvajoyeke muzakereyan an jî pêvajoyeke çareseriyê bikin nîşaneya wê têkçûna siyaseta dewletê ye. Eger vê dewletê karîbûya kurdan têk biriba serî li pêvajoyên bi vî rengî nedida. Jixwe ji sala 2015’an û vir ve bênavber kurdan qir dikin û her cûrê êrişên giran pêk anîn. Îca dîtin ku ti encam tineye û tiştek ji kurdan kêm nebû, serî li dek û dolabên bi vî rengî dan.

Ji bo kurdan tiştekî ku ferq bike tineye. kurd ji her demê ji şer re û ji aştiyê re jî amade ne. Di vê pêvajoyê de yê ku wenda kir herî zêde dewleta tirk bû. Dijminatiya wan a bi kurdan re ew anîn vê astê. Eger di wê pêvajoya salên 2013 û 2015’an de ji dil bûna nedihatin vê astê. Dewletê ji aliyekî ve li ber xwe xera kir.

Erê raste û her kes dizane ku di şer de kes qezenc nake. Lê dewleta tirk wenda kir. Dewleta tirk û artêşa wê li her qadê xitimî ne. Îro em dibînin ku di meseleya Sûrî de xitimî ne û ti encam ji êrişên dagirkeriyê bi dest nexistin. Li başûr jî berxwedana li Zapê ev yek nîşanî wan da. Vê dewletê nekarî çong bi kurdan bîne xwarê. Di encamê de vê dewletê dîsa çong danî.

Rayedarên KCK û PKK’ê jî vê yekê tînin ziman. Ew dibêjin bi vê desthilatdariya faşîst re ti çareserî tineye. Eger ji dil in û dixwazin tiştekî bikin, beriya her tiştî divê deriyê Îmraliyê vekin û rê bidin hevdîtinên bi Rêber Apo re. Wê demê em ê fêm bikin ku niyeta vê dewletê cidî ye. Lê em dibînin ku tiştekî cidî tineye. Dibe ku ji bo guhertina rojevê vê yekê dikin û piştre jî wê bêjin em ji dil bûn, lê PKK’ê xwe neda ber tiştekî. Bi vî rengî wê hewl bidin civakê jî bi derewan bixapînin. Em ji nîqaşan fêm dikin ku kesî li dijî pêvajoya aştiyê tineye. Dema behsa wê tê kirin her kes dikeve heyecanê û her kes jî vê dixwaze. Lê mesele bi nîqaşan nameşe. Ji ber ku di salên berê de hêviya xelkê şikest. Eger vê carê jî heman zihniyet û heman dewlet be, wê dîsa wenda bike.

Nûçeyên Têkildar