Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li Îmraliyê tê ragirtin. Ji 25’ê adara 2021’ê û vir ve jî ti agahî jê nayê wergirtin. Li gel serlêdanên malbatê û parêzeran, destûra hevdîtinê jê re nayê dayin. Tirkiye ya ku endamê Konseya Ewropayê ye, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye û qebûl kiriye ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih bîne. Lê hîn jî biryara DMME’yê ya sala 2014’an a der barê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi cih neaniye.
Lêkolînerê hiqûqa navneteweyî û rêveberê Enstîtuya Lêkolînên Hiqûqê ya Navneteweyî (the Institute of International Legal Studies (ISGI) of the National Research Council (CNR) Fabio Marcelli der barê pêkneanîna biryara DMME’yê ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de axivî. Parêzerê lêkolîner Fabio Marcelli yê ku berê çûbû Tirkiyeyê, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo got, “Ji bo ku mafên birêz Ocalan neyê binpêkirin, divê hikûmetên navneteweyî, saziyên navneteweyî, akademî, rewşenbîr, tevgerên civakî û hwd. zextê li Tirkiyeyê bikin.”
Fabio Marcelli biryara DMME’yê ya sala 2014’an nirxand û bi bîr xist ku şert û mercên girtîgehê yên Rêber Apo beriya sala 2009’an ji aliyê dadgehê ve weke “pêkanîna dijmirovî” dihat binavkirin. Parêzer Marcelli daxuyand ku divê rewşa heyî careke din derbikeve pêşberî Dadgehê û banga serlêdana nû ya ji bo DMME’yê kir. Parêzer Marceli got, “Der barê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de ez ê ji we re hin şîroveyan bikim. Di 18’ê adara 2014’an de yanî beriya 10 salan biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye. Balkêş e ku di vê biryarê de dadgehê biryar da ku şert û mercên girtîgehê yên heta 17’ê mijdara 2009’an li ser serlêdana Ocalan, pêkanînên dijmirovahî ye. Bi taybetî li ser hatina girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê û zêdebûna hevdîtinan li ber çavan bê girtin, piştî vê dîrokê encameke berovajî derket holê. Yanî, dadgehê rewşa girtina berî 17’ê mijdara 2009’an û piştî wê ji hev cuda kir. Û biryar da ku şert û mercên girtina Ocalan ên piştî 17’ê mijdara 2009’an binpêkirina Peymana Mafên Mirovan û Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Lê bi qasî ku ez dizanim, ji wê demê heta niha rewş guherî û niha rewş her tim wekhev e yan jî en vegerin dema beriya 17’ê mijdarê ye, weke ku texmîn dikin divê em piştrast bikin. Ji ber ku di vê dema dawî de şertên serdana Ocalan xirab bûye derfeta serdanê nemaye.Li gorî min divê em li ser vê mijarê bixebitin. Ez dizanim ku niha hinek biryar ji aliyê dadgehê ve têne aşkerekirin, lê em hîn nizanin dadgehê çi biryar daye. Biryar heta niha nehatiye weşandin. Ji ber vê yekê, divê em bibînin ka dadgeh çi biryarê dide û em neçarin ku li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê xebatên nû bidin destpêkirin.”
Marcelli bi bîr xist ku ji 25’ê adara 2021’an û vir ve agahî ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nayê girtin û ji ber bersivdayîna neyînî ya dewleta tirk a li ser serlêdanên malbat û parêzeran divê zextên navneteweyî li hikûmeta tirk bê kirin. Parêzer Marcelli anî ziman ku divê Tirkiye biryarên DMME’yê bi cih bîne û wiha bi dawî kir: “Ji bo biryara Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê a debarê girtina birêz Ocalan de dayî bi rêk û pêk bê, pêwîste zexta navneteweyî li ser dewleta tirk bê kirin. Ez wisa difikirim ku şert û mercên qanûnî yên pêwîst hene, lê di vê mijarê de divê hikûmetên navneteweyî, rêxistinên navneteweyî, akademî, rewşenbîr, tevgerên civakî û hwd., ji bo ku mafên birêz Ocalan neyên binpêkirin û bên misogerkirin bixebitin, zextê li hikûmeta tirk bikin.”