Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Çareseriya şer û pirsgirêkên Rojhilata Navîn konfederalîzm e

Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin diyar kir ku li ser şer û kaosa li Rojhilata Navîn diqewime ev tişt anî ziman: “Çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn, konfederalîzm e. Tevgera kurd bi dehan salan e vê dibêje. Dema pirsgirêkên gelan hatin çareserkirin, em ê ji hêla aborî û civakî ve destkeftiyên pir mezin bi dest bixin.”


Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin pêvajoya piştî êrişa Hamasê ya 7’ê cotmehê û bandora wê ya li ser herêmê, Tirkiye û Kurdistanê nirxand. Aydin, diyar kir ku êrişa Hamasê ya 7’ê cotmehê bandoreke neyînî li ser doza Filistînê û hêzên berxwedanê yên li Rojhilata Navîn kiriye. Bi domdarî Aydin got ku Îsraîlê bi rêya teknolojiya leşkerî û piştgiriya hêzên emperyal serweriya xwe ya li herêmê zêde kiriye. Aydin, got: “Em ketin pêvajoya hilweşandina rejîma Îranê.”

Bi domdarî Aydin anî ziman ku Îsraîl li Xezeyê hema hema gihiştiye hemû hedefên xwe û wiha got: “Îsraîl ji rewşa pevçûnî sûdê digire û hewl dide hevrikên xwe qels bike. Dema mirov li êrişên dijî Lubnanê, Hîzbullahê dinêre, dibîne ku hedefa stratejîk têkbirina mewziyên Îranê ye. Dema vê dike jî ji erdnîgariya sunî ya ereb re dibêje; ‘Erê ez li filistîniyên sunî dixim lê armanca min a esasî Îran a şiî ye. Dixwazim bi suniyan re tifaqê çêkim.’ Anku ji hêla rejîma siyonîst ve gaveke aqilane tê avêtin.”

Aydin, bal kişand ser siyaseta Tirkiyeyê û diyar kir ku li gel ku piştgiriyê dide Filistînê jî ji bo êrişên li dijî Hîzbullah û Hasan Nasrallah dengê xwe pir kêm derxistiye. Aydin, wiha pê de çû: “Îktîdar weke Tirkiye Filistînê biparêze nîşan dide lê amade ye ku tev li plana lîstikê ya Îsraîlê bibe. Ev plana lîstikê çi ye? Dixwazin di nava 10 salên pêş de Îran û şirîkên wê, xeta berxwedanê pir qels bikin. Îktîdar xwe amade dibîne ku tev li Tifaqa Sunî û Siyonîst, di tifaqa DYA’yê de cih bigire. Dê Îsraîl êrişî hemû welatên berxwedanê, rêxistinan bike. Li gel vê, dê bi Tirkiye û hêzên îslama siyasî re tifaqan çêbike. Heke polîtîkaya şer a li Rojhilata Navîn bidome, dê Siyonîzm û emperyalîzm hêj xurtir bibe. Dê rejîmên sunî yên îslama siyasî bên xurtkirin û rejîmê şiî bên qelskirin. Wisa bifikire ku Hîzbullah, Filistîn, rejîma Îranê têk çûn. Ev yek dê tu caran bi xwe re Rojhilata Navîn a demokratîk neyîe. Dê xwişk-biratiya gelan neyîne. Lewma divê mirov xwedî seknekî zelal be.”

Di berdewamê de Aydin bi lêv kir ku pêvajoya li Rojhilata Navîn dibe ku bi xwe re ji bo kurdan firsendan ava bike û ev tişt anî ziman: “Em lê binêrin bê ka ev hêzên niha bi Îsraîlê re şer dikin çawa li kurdan dinêrin. Li her çar parçeyan jî rastî înkar, tunekirin û sirgunê tên. Anku ev hêzên Îsraîl êrişî wan dike, di esasê xwe de ew hêzên ku dixwazin kurdan tune bikin. Lewma îxtîmal heye ku di demên pêş de kurd xwe nêzî Îsraîlê bikin. Lê divê aliyê din jî bibêjin. Heke kurd xwe nêzî Îsraîlê bikin û têkiliyên xwe yên bi DYA’yê re bidomînin, dê rejîmên herêmê jî kurdan bêçare bihêlin. Lewma heke bi rastî jî li ser xeta dij-emperyalîzm û û dij-siyonîzmê bin, wê demê divê pirsgirêka kurd jidil çareser bikin. Ji ber ku tu heqê rejîmên tirk, ecem û ereban ên kurdan qetil dikin nîne li ser kurdan biaxivin. Divê pirsgirêka kurdan a li welatên xwe çareser bikin.”

Aydin, daxuyand ku piştî mudaxileya li herêmê AKP û MHP’ê dest bi nîqaşa “aştiyê” kirin û ev rewş wiha nirxand: “Hewl didin ji vir hêviyekê biafirînin. Divê mirov nekeve pey hêviyên wiha. Tu nîşaneyên ji bo hêviyê tune ne. Dewlet Bahçelî çima diçe silavê dide? Ji ber ku li Rojhilata Navîn tengijîne, ji hêla aborî ve tengijîne û dixwaze xwe weke kesekê bi derdên Tirkiyeyê re mijûl dibe nîşan bide. Lê tenê lîstikeke. Gotinên serokkomar û berdevkên AKP’ê wiha ne. Dema gav hatin avêtin, daxuyanî nehatin astengkirin, girtiyên nexweş hatin berdan, girtiyên dîlgirtî hatin berdan û biryarên DMME’yê pêk anîn, mirov dikare wê demê bifikire. Di mijara pêvajoyeke nû de divê mirov baldar be. Nizanim dê çi bibe lê divê mirov baldar be. Di rojên pêş de dibe ku her tişt biqewime. Di demên wiha de jî her kes mecbûr e stratejiyan pêş bixe.”

Aydin, bi lêv kir ku divê AKP, MHP û CHP di mijara pirsgirêka kurd de zelal be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gel wan, divê sosyalîstên Tirkiyeyê jî di vê mijarê de zelal bin; heke daxwaza çareseriyê ji bo Rojhilata Navîn hebe nabe ku tenê qala Filistînê bê kirin. Em mecbûr in pirsgirêka kurd çareser bikin. Em mecbûr in wekheviya kurd û tirkan biparêzin. Em mecbûr in li Rojava mafên wekheviyê yên kurdan biparêzin. Lê muxalefet li pey gotina ‘gelo dê DEM Partî û MHP li hev bikin?’ ketiye. Ma ev mijar ewqas teng tê nirxandin. Tenê li pey dengan e. Ev yek bêwijdanî ye.”

Aydin, anî ziman ku çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn ji perspektîfên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re derbas dibin û axaftina xwe wiha qedand: “Li gorî min li herêmê ji hêla stratejî, teorî û perspektîfa polîtîk ve ji bo pêşerojê xwedî pêşniyara çareseriyê ne. Çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn, konfederalîzm e. Tevgera kurd bi dehan salan e vê dibêje. Dema pirsgirêkên gelan hatin çareserkirin, em ê ji hêla aborî û civakî ve destkeftiyên pir mezin bi dest bixin. Em çi bikin? Di welatê hevpar de komareke demokratîk ava bikin. Heke em derbasî perspektîfeke wiha bibin, heke em derbasî çareseriyeke konfederal a mîna li Yekitiya Ewropayê bibin, heke em bikarin komareke demokratîk ava bikin, tenê kurd rehet nabin. Dê tirk, ereb, ecem û hemû gelên din ên bindest jî pir rehet bibin. Anku ev derfet, stratejî û perspektîfeke mezin e. Di vir de teqez çareserî heye. Ji ber ku ev perspektîf pirsgirêka Filistînê çareser dike, Îsraîl dê teslîmî siyonîzmê nebe û îktîdarê dide demokratên Îsraîlê. Lê mixabin serdestên herêmê niha naxwazin ev çareserî were nîqaşkirin. Nahêlin bibe rojev jî. Naxwazin li ser medyayê were nîqaşkirin. Em hêvî bikin ku silavdayina MHP’ê rê li ber defeteke wiha veke. Lê divê mirov xeyalperest jî nebe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar