PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Jin ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk bi hişmendiyek azad tevdigerin

Jinên beşdarî Foruma Diyalogê ya jinên Sûriyeyê bûndiyar kirin ku hevgirtina jinan di bin pergala neteweya demokratîk de wê bibe riya çareseriya krîzên Sûriyeyê û gotin. "Em bang li jinên Sûriyeyê dikin ku xwe li hev bigirin da ku bikaribin di avakirina Sûriyeya demokratîk de bi hişmendiyek azad xwedî rol û misyon bin.”

Nivîsgeha Jinan a MSDˈê bi dirûşma “Yekitiya jinên sûriyeyî misogeriya çareserî û pêkanîna aştiya li Sûriyeyê ye” di navbera 18-19’ê cotmehê de li Helebê Foruma Diyalogê ya Jinên Sûriyeyî li dar xist. Jinên ku beşdarî forumê bûn nerînên xwe anîn ziman.

Rêvebera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Cîhan Mihemed da zanîn ku jin di çareserkirina krîza Sûriyeyê de pêşengiyê dikin, di avakirina aştiyê de xwedî rol in û wiha anî ziman: “Îro me foruma diyalogê li dar xistiye bi armanca ku em bikaribin bi hev re çareseriyê ji bo krîza Sûriyeyê bibînin. Jin ji tevahî Sûriyeyê beşdar bûne û em ê bi nêrînê jinan bigihîjin armanceke pir xurt. Di aloziya Sûriyeyê de yên ku zor, zehmetî, windakirinê dîtin û rastî hemû cureyên tundiyê hatine jin in. Lewma em dibînin ku çareseriya krîza Sûriyeyê wê bi dest û nêrîna jinan be. Divê jin di destûrê de cih bigrin da ku Sûriyeya demokratîk, ne navendî were avakirin. Tişta balkêş di vê foruma diyalogî de ew e ku jin ji her bajarê Sûriyeyê beşdar bûne û ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê û gihîştina aştiyê li hev kom bûne, nîqaş dikin. Em bang li jinên Sûriyeyê dikin ku xwe li hev bigirin da ku bikaribin di avakirina Sûriyeya demokratîk de bi hişmendiyek azad xwedî rol û misyon bin.”

Hevseroka Meclisa zagonsaz a Dêrazorê Şehnaz Hifil tekez kir ku sîstema Rêveberiya Xweser mînaka demokrasî û çareseriya krîza Sûriyeyê ye û wiha axaftina xwe domand: “Projeya Rêveberiya Xweser projeyek bi riya fikir û felsfeya Rêberê Gelan Abdulah Ocalan hatiye pêşkêşkirin e. Ev proje xwe li ser azadiya jinan û wekheviya gelan dide meşandin lewma em dibînin ku bûye nimûneya çareseriya hemû krîzan. Di vê projeyê de jinan di tevahî qadên jiyanê de cih girt, bûn xwedî biryar û pêşengî kirin. Pergala neteweya demokratîk hevgirtina gelan esas digre. Lewma em pêkhateyên Sûriyeyê, wê ji bo xwe pergala bingehîn dibînin û li ser wê bingehê me xwe birêxistin kir.”

Şehnaz Hifil bal kişand ser hêza jinan di çareserkirina krîza Sûriyeyê de û wiha got: “Em dixwazin hemû jinên Sûriyeyê vê projeyê bizanibin da ku hevgirtina xwe ava bikin û bibin bersiv ji krîza Sûriyeyê re. Ev krîz bi yekitî û hevgirtina jinan dê were çareserkirin. Rêber Ocalan aniye ziman ku ev sedsal wê bibe sedsala azadiya jinan lewma îro em vê bi çavên xwe dibînin û tesbît dikin ku jinan di her qadê de cih girtine û wê bibin hêza çareseriya hemû krîzan. Rêber Ocalan aniye ziman ku pêdiviya Rojhilata Navîn bi şoreşeke jinan a wekî şoreşa neolîtîk heye. Rêber Ocalan bi îradeya jinan û rêxistinbûyîna wan bawer dike ji bo wê gere em jî asta têkoşîna xwe bilind bikin û bi hevgirtinê xwedî li vê baweriyê derkevin, bibin bersiv.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar