Di 13’ê cotmehê de li Amedê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” mîtîngek hat lidarxistin. Hêzên dewleta tirk ji bo ku gel negihêje qada mîtîngê her rê û rêbaz bikar anîn. Ji danê êvarê roja borî ji saetên êvarî ve ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê beşdarbûna mîtîngê hat astengkirin. Di encama israr û îradeya gel a ji bo tevlîbûna mîtîngê de hêzên dewleta tirk neçar ma ku paşde gav bavêje. Dema ku li Amedê ev tişt diqewimîn, li gelek welatên cîhanê bi deh hezaran kes li dora heman dirûşmeyan hatin cem hev.
Bi vî rengî pêşwazîkirina sala duyemîn a Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” gelekî watedar e. Di 26’emîn salvegera komploya navneteweyî de, tecrîda li ser Rêber APO veguherî şertên îzolekirinê û pêkanîna vê bandora wê hîn mezintir kir. Qîma xwe bi vê tenê neanî. Bersiveke pir tund, hema bêje weke şoqekê ji dewleta tirk re hat dayîn. Ji ber ku ev rojên em tê re derbas dibin, dehemîn salvegera êrîşên qirkirina mêtinger ên bi navê “Hilweşînê” û wekî duyemîn “Plana Şark Îslahatê” bi encam bikin, ev tişt hatin jiyîn.
Dewleta tirk dixwest armanca xwe ya bi “Plana Şark Îslahatê” bi êrîşên îmhayê yên qirkirinê ku jê re digotin “hilweşîn” bi encam bike. Bi rastî jî hewl da xwe ji sendroma Rêberê berxwedana 1938’an a Dêrsîmê Seyîd Riza dema çû sêdarê got: “Me nikdarîbê bi derewên we re derkevin serî, bila ev ji me re bibe ders. Me li ber we çog dananî bila ev ji we re bibe derd.” xelas bike. Dibe ku ji ber vê yekê navê “Plana Hilweşînê” li êrîşên qirkirinê ya ku daye destpêkirin, kiribe.
Dewleta tirk di sala 2012’an de li hemberî berxwedana dîrokî ya Îmraliyê ya Rêbertiyê hat asta teslîmbûnê, ji gerîla derbên mezin xwar û li pêşberî berxwedana gel û girtiyên di zindanan de bêçare ma. Ne tenê ev, di qada navneteweyî de jî zehmetiyên mezin kişand. Di encama vê yekê de li ser taktîkên şer ên taybet-qirêj rê û rêbazên nû zêde kir, çûna ber deriyê Îmraliyê di berjewendiya xwe de dît. “Hevdîtin” bi Rêbertiyê re hatin kirin û jê re digotin “Pêvajoya Diyalogê” xwedî wateyeke wiha bû.
Dewleta tirk hevdîtinên di sala 2013’an de hatibên destpêkirin li ser vê bingehê girt dest û ji wê serdemê û pê de, dewletê li ser esasê ku ji êrîşên qirkirinê encam bigire dest bi amadekariyan kir. Kete nava hewldana ku Kurdistanê bi qereqolan, kaleqolan, rêyan, bendavana tijî bike û ji nû ve dagir bike.
Di civîna “Lijneya Ewlekariya Neteweyî” ya ku di 29’ê cotmeha 2014’an de di roja salvegera damezrandina komara Tirkiyeyê de hat lidarxistin de amadekariyên xwe nirxandin û biryar girtin. Navê vê jî kirin “Hilweşîn” û planên qirkirinê xistin dewrê.
Ji wê rojê û vir ve polîtîkaya ku dewleat tirk hem li hundir hem jî li qada navneteweyî dimeşîne, li gorî wê hatiye diyarkirin û meşandin. Rêber APO weke hedefa yekemîn a êrîşa îmhayê hat destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de tecrîda ku di nîsana 2015’an de li ser Rêber APO hat ferzkirin veguherî îzolasyonê. Ji hundir ber bi derve û derve ber bi hundir ve hemû danûstandin qut bû. Nehiştin ku ew çapemenî û weşanan bişopîne, bi hev re biaxivin, bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtin bike.
Dewleta tirk a ku piştgiriya hêzên navneteweyî girt, tecrîda li ser Rêber APO girantir kir, li ser gelê Kurdistanê û gerîla êrîşek berfireh da destpêkirin. Encamên hilbijartinên giştî yên 7’ê hezîrana 2015’an ku AKP’ê winda kir, “qebûl nekirin” û biryara nûkirina wan hat dayîn. Êrîşên li dijî bajarên Kurdistanê yên ku potansiyela berxwedanê lê heye û hest û raman û rêxistinên şoreşgerî, welatparêzî lê xurt in, hatin kirin. Çeteyên ku weke kujer û êşkencekar hatibûn perwerdekirin, li hemberî kesên li ber xwe dan, bi taybetî ciwan û jinan, hatin seferberkirin. Hemû çek û cebilxaneyên wekî tank, top, helîkopter, balafir û dronên bêmirov çi di destê wan de hebûn bi kar anîn. Bi sedan kes mirin û birîndar bûn. Bi hezaran kesên ku li êşkencexaneyan di sûcên şer û mirovî de derbas kirin girtin, birin zindanan. Çûna gundiyan li zozanan hat qedexekirin. Daristan hatin şewitandin. Mirovên li gund û kolanan bêyî ku bibêjin ev zarok, kal û pîr û jinan e wan qetil kirin. Gund hatin valakirin û gel neçar man koç bikin. Qeyûm şadin şaredariyan. Rojname, radyo, ajans û TV hatin girtin û desteserkirin. “Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (KHK)” yên faşîst hatin derxistin. Bi KHK’yan bi hezaran kes ji kar hatin avêtin û hewl dan wan teslîm bigirin. Azadiya rêxistinbûn, xwepêşandin, raman û xweîfadekirinê hat sînordarkirin. Mal û milkên kesên muxalif hatin desteserkirin. Her wiha êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Sûcên şer û mirovahiyê berdewam kirin. Çek û bombeyên qedexekirî, di nav de çekên kîmyewî û taktîk nuklerî hatin bikaranîn. Dewleat tirk li ser van êrîşên qirkirinê yên ku ev deh sal in bênavber dimeşîne hewl da li ser piyan bimîne. Di vê demê de tevî hemû sûcên li dijî mirovahiyê û şerê ku kir jî nekarî bigihêje armanca xwe.
Ji ber vê yekê neçar ma ku di salvegera roja ku biryar da êrîşên xwe yên mêtingerî, qirker, faşîst ku navê wê kir “Hilweşîn” li xwe mikur were. R.T. Erdogan û Devlet Bahçelî di van rojan de rewşa ku tê de digevizin nîşaneya vê yekê ye.
Berxwedana dîrokî ya Rêber APO ya Îmraliyê ya mezin, destana gerîlayên azadiya Kurdistanê yên qehreman ên bi ruhê berxwedanê yê Apoyî yê ku merhametê li dijmin nake, ew sebr, bawerî û girêdana mezin a gel ku di aliyê têkoşîna azadiyê de cih girt, berxwedana girtiyan a “ji bilî canê wan tiştekî ku bidin tune ye” û pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ya gelên Kurdistanê û dostên wan dan destpêkirin vê berxwedanê temam dike, mîna 2012’an dîsa dewleta tirk xiste vê rewşê.
Tevî hemû astengiyan mîtînga Amedê ya 13’ê Cotmeha 2024’an li ser van esasan bi ser ket û dewleta tirk gav paşde avêt û di dehemîn salvegera “Plana Hilweşînê” de hilweşîna wê hat îlankirin