Piştî Îsraîlê êrîşî Lubnanê kir, welatî neçar man ku cih û warê xwe terk bikin. Gelek lubnanî berê xwe didin herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer derbarê mijarê de agahî da. Hesen Koçer diyar kir ku şerê li herêmê dibe ku bibe sedema pêlên mezin ên koçberiyê û got, bi taybetî dewleta tirk dixwaze li herêmê guhertina demografîk pêk bîne û nakokiyan bixe nava gelên herêmê.
Hesen Koçer bi nirxandina siyaseta berjewendiyan a dewleta tirk û dewletên herêmê ya li ser koçberan dest bi axaftina xwe kir û got, “Ji sala 2023’an û vir ve hin dewletên mîna dewleta tirk rewşa koçberên Sûriyeyî timî di rojevê de hiştin. Ev yek jî ne ji bo xêra koçberan kirin. Armanca esasî ya van welatan siyaseta berjewendiyan bû ku li ser koçberan didan meşandin. Ev berjewendî jî bi giranî li ser armanca sûdwergirtina aborî bû. Bi taybetî polîtîkaya ku dewleta tirk li ser koçberan meşand gelekî qirêj bû.
Dewleta tirk koçber ne tenê kir amûreke siyasî. Di heman demê de ev koçber di nava komên çete de weke hêzeke çekdar bi kar anî. Bi vî rengî xwest siyasetê li ser dewletên Rojhilata Navîn û herêmê bimeşîne, ji bo karibe armancên xwe yên herêmî bi cih bîne, ew bi kar anî. Ev yek aliyekî siyaseta wan bû. Aliyekî din jî ew bû ku koçber li hemberî Ewropayê weke gefekê bi kar anî. Vê siyaseta xwe heta niha jî dewam dike. Van koçberan li herêmên dagirkirî bi cih dike û guhertina demografîk li herêmê dike.
Mirovên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê ne li herêmên wan lê belê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku dagir kiriye bi cih dike û bi vî rengî hem guhertina demografîk dike hem jî nakokiyên cidî dixe nava gelên Sûriyeyê. Armanca esasî ya dewleta Tirk ev e. Di çarçoveya vê armancê de delweta Tirk ewqas mirovan li van herêman bi cih dike û li van herêman gund û kampên nû ava dike. Vê yekê jî bi rêya hin saziyên Qatar û Kûweytê dike.
Ev sazî di bin navê saziyên alîkariyê de ji bo guhertina demografîk a herêmê tevdigerin. Di encama êrîşên nijadperest ên li nava Tirkiyeyê de ku ji aliyê dewleta tirk ve beriya salekê hatin kirin, gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan, dikanên koçberên Sûriyeyî hatin talankirin; ev hemû weke planeke polîtîkaya taybet a li dijî koçberan tê meşandin.”
Hesen Koçer anî ziman ku şerê li herêmê dibe sedema pêleke koberiyê û got, “Li herêmê şerekî gelekî cidî heye. Ev şer ne şerekî welê ye ku tenê ji aliyê fîzîkî ve dewlet li hemberî hev dimeşînin; di heman demê de li ser civakan, gelan weke qirkirina siyasî, civakî û çandî tê meşandin. Bêguman ev şer di heman demê de bandoreke cidî li koçberan jî dike. Şerê Ûkrayna-Rûsya, şerê Hamas-Îsraîl û bi giştî jî şerê li herêmê ji aliyekî ve hejmara koçberên li Rojhilata Navîn zêde dike, li aliyê din jî dibe sedema rûdana koçberiya nû û pêleke koçberiyê ber bi Ewropayê ve diafirîne. Li gel ku rêyên çareseriyê yên pirsgirêkan û alternatîf hene jî gelên ku karin van pirsgirêkan ji binî ve çareser bikin, dibin qurbanê vî şerî. Ji ber şerê ku dewletên navneteweyî li herêmê dan destpêkirin, gelên herêmê birçî hatin hiştin û neçar hatin hiştin ku cih û warên xwe biterikînin. Li aliyekî koçberî dibe, li aliyê din jî ji ber koçberiyê li gelek herêman guhertina demografîk dibe. Her wiha ev koçberî bi xwe re bêkarî, xizaniyê tîne û dibe sedem ku drama mirovî zêde bibe.
Li hemberî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên gelekî giran bûn. Bi van êrîşan re polîtîkaya koçberkirina gel ji herêmê hate meşandin. Lê belê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî van êrîşan li ber xwe da. Eger îro koçber berê xwe didin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sedema vê yekê jî aramî û ewlehiya li vê herêmê ye. Her wiha ji ber ku bi pirsgirêkên koçberan re eleqedar dibin û bersiv ji pêwîstiyên wan re tê dayin, mirov berê xwe didin qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kampên penaberan hene. Mirovên ku ji ber herêmên wan hatine dagirkirin li kampan bi cih bûne. Li kampên Serdem û Berxwedan ên li Şehbayê dimînin. Yên ji Serêkaniyê û Girê Spî hatine jî li kampa Serêkaniyê û li Reqayê li kampa Til Semîn dimînin. Penaberên li van kampan dimînin bi armanca vegera li bajarê xwe dimînin û bendewariya gel bi vî rengî ye.
Her wiha ji bilî qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê penaberên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê hatine, hene. Ew jî li kampên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin. Ev koçber ji ber ku herêmeke hîn ewle ye li van kampan dimînin. Lê belê dewleta tirk bi gef û êrîşan dixwaze civakê bixe nava kaosekê. Siyaseta şer a ku dewleta tirk li herêmê dimeşîne bêguman bandoreke neyînî li ser rewşa koçberan dike.
Ji ber vê yekê jî weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me timî got û em her tim dibêjin: ‘Em ê her derfeteke xwe bi temamiya gelên Sûriyeyê re parve bikin’. Kes nikare netewetiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê mijarê de bixe lêpirsînê.Yanî gotinên ku dibêje ‘Rêveberiya xweser hewl dide li Sûriyeyê parçebûnê biafirîne’ bê bingeh in. Em bersivê didin pêwîstiyên hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mafên wan diparêzin. Her wiha kî bê vê herêmê em ê ji bo wan jî heman helwestê nîşan bidin.”
Hesen Koçer anî ziman, ji bo penaberên sûriyeyî yên neçar mane cih û warê xwe biterikînin ji bo karibin li bajarê xwe vegerin divê hikumeta Şamê berpirsyariya xwe bi cih bîne û got, “Weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em her tim bi pîvanî nêzî pirsgirêka penaberan bûn. Li ser vê bingehê me timî bang kir û li ser vê bingehê em nêzî penaberên Sûriyeyî bûn ên ji Lubnanê hatin. Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê bandoreke gelekî cidî ya neyînî li ser penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê kir. Bi taybetî penaberên Sûriyeyî yên li başûrê Lubnanê bi xetereyeke cidî re rû bi rû ne. Me li ser vê bingehê maseyeke krîzê ava kir.
Me komîsyon ava kir ku alîkariyê bide koçberên ji Lubnanê ku karibin derbas bibin. Me kamp amade kir. Yên ku malên wan li vê derê hene ji bo karibin li malên xwe bi cih bibin, yan jî li gel xizmên xwe bi cih bibin, me alîkarî kir. Yên ji derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin jî me ew şandin kampan. Heta niha nêzî 20 hezar koçber derbas bûn û ev hejmar her roj hîn zêde dibe.
Bêguman ji bo bicihkirina van mirovan kamp hene û ji bo pêwîstiya koçberan em bang li saziyên mirovî yên navneteweyî dikin. Hin saziyên alîkariya mirovî bersiv dan van bangan, lê belê piraniya wan hîn ê bersiv nedane. Êrîşên li herêmê dibin sedem ku koça li herêmê zêde bibe. Weke Rêveberiya Xweser nêzîkatiya me ew e ku her kes li cih û warê xwe vegerin.
Li ser vê bingehê em bang li hêz û saziyên navneteweyî dikin ku ji bo vegera koçberan a li cih û warê xwe piştgiriyê bidin. Lê belê heta niha bersiveke cidî ji van bangên me re nehatiye dayin. Hin saziyên alîkariyê yên li herêmê alîkariyê bi koçberan re dikin, lê belê bêugman ev alîkarî ji bo pêçandina birînên koçberan têrê nakin. Van mirovan xaka xwe, bajarê xwe winda kirin. Li gel vê yekê li qadên ku şer lê diqewime rewşa koçberan hîn nebaş bû. Me beriya niha daxuyanî dabûn ku penaberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya niha çûbûn li warê xwe vegerin. Banga me ya li penaberên Lubnanî jî li ser vî esasî ye. Weke Rêveberiya Xweser, nêzîkatiya me li penaberan zelal e. Gelek dewlet penaberan weke amûreke siyasî bi kar tînin, ev nêzîkatiyeke herî xetere ye.
Ji ber vê yekê jî ji bo pirsgirêka koçberan çareseriyek nayê peydakirin. Berevajî vê yekê di pêvajoya bê de diyar e ku ev rewş wê veguhere krîzeke hîn giran. Ev krîz wê ne tenê li Rojhilata Navîn her wiha li welatên Ewropayê jî rû bide. Ji ber ku şer neqediya ye û her ku şer dirêj dike koçberî jî wê zêde bibe. Diyar e ku ev şer jî wê dewam bike. Lewma rewşa penaberan ewqasî baş nîne. Weke Rêveberiya Xweser em ê tişta ji destê me tê ji bo penaberan bikin.
Ji bo vê jî divê saziyên alîkariyê yên navneteweyî di vê mijarê de piştgiriyê bidin. Di heman demê de divê hikumeta Şamê jî berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên Sûriyeyê bi cih bîne. Lê belê heta niha kesî ev wezîfeya xwe bi cih neaniye.”