PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Encamên hilbijaritinê wê li Başûr çi biguherîne?

Hilbijartinên parlamentoyê yên başûrê Kurdistanê diviya bû 2022’yan ve pêk hatibana, lê her bi sedemên cuda ji aliyê Hewlêrê ve hatin paşguhkirin û li dar xistina wan dihat astengkirin. Lê çi qewimî ku hilbijartin pêk hatin?

Li Rojhilata Navîn her tişt dughere û di nava wan de jî kesên ku li ser desthilatê ne. Şerê ku li Ukrayna qewimî, li Xezayê dewam kirin û Lubnan da nava xwe. Tirkiye dikele û qale guhertinan tê kirin. Îran di hedefê de ye û bi mirina Serokkomarê wê pêvajoyeke nû ya guhertinan dest pê kir û helbest di nava van hemû gengeşiyan de Kurd jî cihê xwe digrin.

Herwiha guhertina li başûrê Kurdistanê çê bibe, wê bandorê li Bakur, Rojava û rojhilatê Kurdistanê jî bike. Ji ber desthilata niha ya li Hewlêrê di nava salên derbasbûyî de dijminatiya hemû guhertinên ji bo berjiwendiyên kurdan kiriye. Li Tirkiyeyê desthilata AKP’ê her roj li dijî Kurdan û partiya wan ya niha DEM’ê biryara girtin û tasfîyekirinê dide, desthilata li Hewlêrê destekê dide Erdogan. Li Rojava kurd li pêyî avakirina statuya xwe ne, ew sîxuran organîze didin da ku cihên Rêveberên Rojava ji dewleta tirk re bişînin da wan tasfîye bikin. Li Îranê qale guhertinan tê kirin, Hewlêr radibe li şûna hêzên kurdistanî yên Rojhilat destek bike, berovajî wê zextê dike da ku zeîf bibin. Li başûrê Kurdistanê jî xelkê ku bi salan ji destê Sedam êş kişand, şûna ku serbixwe bin, Hewlêrê artêşa dewleta tirk derbasî nava wan kirin. Lê guhertina ku em qale wê dikin li herêmê çêdibe, ne dûre ku li başûr be jî.

Wekî ku tê zanîn berî çend mehan bû diviya bû ev hilbijartin pêk bihatana û biryara wê hat dayîn, lê PDK wekî partiya desthilat qebûl nekir. Paşê YNK’ê israr kir ku divê hilbijartin pêk bên, PDK’ê daxuyanî da û got ew hilbijartinan poyîkot dike da ku nehêle pêk werin. Lê serokê YNK’ê daxuyaniyeke ku PDK’ê ne li bendê bû da û eşkere kir ku ew ê hilbijartin pêk werin û yên boykot dikin bila ji xwe re li cihê xwe bin.

Dema ku PDK’ê bi serkêşiya Mesûd Barzanî dît ku ew ê YNK’ê xwe nede paş, mejbûr ketin Hilbijartinan. Di propagandaya Hilbijartinan de, Bafil gelek defterên berê vekirin û bang kir ku ew ê Ferûnên li ser desthilatê hilweşînin, ew ê yên bûne sedema bi sedan gundên başûr çol bibin birûxînin. Desthilata Hewlêrê bawer nedikir ku ew ê Bafil ewqasî rûpelên wan ên reş veke, lê li ser ekran û medyayê her tişt hat gotin.

Piştî ku hilbijartin pêk hatin, PDK’ê wekî ku ew serketiye û bûye partiya yekem xwe dide diyarkirin û propagandaya xwe dike, lê ew ger li encamên salên berê binêrin, wan zêdeyî 6 kursiyan ji dest dane û YNK’ê kursiyên xwe zêde kirin û partiya Nifşa Nû derket meydana siyasetê û bû partiya sêyem. Ya bala mirovan dikşîne, xema PDK’ê ew bû ku ji bo tenê bibêje binêrin me çiqas deng girtin, lê YNK bi serokatiya Bafil Talabanî got; “Em li ser ya xwe ne, em ê guhertinê çêbikin û sozên me dan gel ew ê bi cih bînin.”

Xelkê başûr ji bo guhertina desthilata polîsî û gendelîkariyê, berê xwe dan ser sindoqên dengdanê û deng dan. Ji bo şansekî bidin aliyên soza guhertinê didin, ew ji xwe re wekî nûner hilbijartin. Lê ka wê ji ku û çawa guhertina baş çêbibe, her kes li bendê ye.

Nûçeyên Têkildar