Li başûrê Kurdistanê piştî nîqaşên demdirêj û tevî astengiyên siyasî di 20’ê cotmehê de hilbijartinên parlamentoyê pêk hatin. Ev hilbijartin ji gelek milan ve xwedî girîngiyek mezin bû. Ji ber vê yekê beşdariya li dengdanê li gorî hilbijartina dawî ya sala 2018’an gelekî bilind bû. Piştî hilbijartinê bi rojekê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li Bexdayê bi civîneke çapemeniyê encama dengdanê eşkere kir. Lê hîn encama kîjan partî çend parlamen derxistiye hîn bi awayekî fermî neyatiye eşkerekirin. Hejmarên ku tên dayîn jî, li gorî dengdana li herêmê tê gotin.
Bêguman hemû partiyên siyasî ên beşdarî hilbijartinê bûn, bi armanca encamek beş bi dest bi xin di nava xebatê debûn. Hin partiyan berê xwe dan gel û xwestin bi hêza xelkê herêmê ev deshilata ku hemû nirxên civakê xistiye bin nigan biguherin. Hin partiyên siyasî ku alîkariyên ji derdorên cûda digrin jî ji bo hebûna xwe li herêmê xurt bikin û bikaribin di nava hebûna siyasî de xwedî gotin bin giranî dan aboriyê û hêza pere. Jixwe ev alî ne mumkune ku li gorî berjewendiyên xelkê herêmê yê xizan û belengaz bikaribin bibin xwedî îrade. Ji ber ku ev ji aliyê hin hêzên cûda ve tên piştgirîkirin neçarin li gorî berjewendiyên wan jî tev bigerin. Partiyek jî hebû ku bi armanca deshilatdariya xwe û hebûna xwe biparêzê bi dijminên gelê kurd re di nava tifaqek xurt de bû. Di çarçoveya vê tifaqê de nehişt tu partiyên cûda derbasî herêmên di bin deshilata wê de bibin. Ev herêmên ku piraniya nufûsa herêmê digre nava xwe di bin diktatoriya vê partiê de ji qedera xwe re hate hiştin.
Dema em li tevahiya pêvajoya probagandaya hilbijartinê dinerin bi awayekî eşkere tê dîtin ku zextên PDK’ê ên li ser gel, her wiha bikaranîna artêşa tirk li nav xaka başûrê Kurdistanê dibînin. Bi taybetî dagirkirina qismekî mezin a herêma Behdînanê ji aliyê artêşa tirk ve û gefên wê yên li ser xelkê herêmê bandoreke zêde kirin. Êdî li herêmê wisa bûye xelkê deverê bêyî destûra eskerên artêşa tirk nikarin biçin gundê xwe. Roj nîne, ku artêşa tirk di bin parastina PDK’ê de karwanên xwe yên leşkerî li nav Zaxo, Duhok, Amêdiyê, Dêralûk, bajarok û gundên din ên herêma Behdînanê nîşan nede. Ev di xelkê herêmê de tirsek mezin da avakirin. Li gel vê gelek caran rêveberiya PDK’ê bi awayekî eşkere derket û gef li xelkê herêmê xarin. Li vê herêma ku ji hemû weke qutiyek girtî lê hatiye çi diqewime û çi dibe jî zêde nayê zanîn. Ji ber vê yekê dengdana li vê qadê gelo çiqas serketî ango rewa ye?
Wekî din beriya dengdanê hatibû ragihandin, ku PDK’ê li ser xelkê herêmê ferz dikir di dema dengdanê de wêneyên pûsûlaya deng tevî nasnameya xwe qeyd bikin. Li ser medya dijîtal ev wêne hatin belavkirin. Agahiyeke din jî ew bû, ku PDK’ê ji parçeyên din ên Kurdistanê bi hezaran deng li Duhok û Hewlêrê dane bikaranîn. Armanca vê yekê gefa qutkirina mûçe an go maaşê xelkê herêmê bû. Li Duhokê zextên PDK li hilbijêran dike bi dîmenan hatin qeydkirin. Wekî din çapemeniya wê şeva dengdana taybet weke çapemeniya AKP-MHP’ê tevgeriya û bi manupulekirina wan encamên pêşî ragihandin.
Heman rêbaz şeva 20’ê cotmehê jî kirin û timî xwestin hejmara kursiyên PDK’ê li parlemenê bi dest xistine zêdetir nîşan bidin. Di vê pêvajoyê de ya herî girîng jî hema beriya hilbijartinan bi çend rojan ji nişka ve çûyîna Nêçîrvan Barzanî ya Enqerê bû. Nêçîrvan bi Hakan Fîdan, Îbrahîm Kalin û şefê faşîst Tayyîp Erdogan re cûda cûda hevdîtin kirin. Bêguman beriya hilbijartinê bi çend rojan çûna bazirganê hêviyên gel Neçîrvan Barzanî ne hevdîtina ji rêzê bû. Pir eşkereye ku di vê serdanê de planên li ser hilbijartinên kiribûn nîqaş kirin. Jixwe piştî vê hevdîtinê Neçîrvan Barzanî got “em bawerin ku emê bi ser bikevin.” Ev bawerî ji temînatên ku ji bo wan hatine dayîn tê. Emcam niha weke ku dixwazin.
Ji aliyêdin divê em rola Iraqê jî ji rêzê nebînin. Raste ji bo hilbijartinên pêk bên zexta Iraqê zêdebû lê em ji bîr nekin ku Iraq jî di nava xwe de ne xwedî yek nerînê ye. Ji bo Iraqê herêma başûrê Kurdistanê çiqas lewaz be û îstiqrara siyasî, civakî, aborî û leşkerî lê nebe ewas baş e. Ev bêîstiqrarî jî encax bi deshilatdariya PDK’ê bibe. Ezmûna sî salên dawî vê bi awayekî pir eşkere radixe bar çavan. Ji ber vê yekê gotina “kî dengan dijmirê ew qezenç dike” hat bîra min. Li herêmên ku PDK’ê lê serwer e ji derveyî tu partiyên nebûn. Bi tena xwe deng hêjmartin û diyare aliyên ku qaşo çavdêriya vî karî dikirin jî bûn hevkarê wê.
Her çendî encamên hilbijartinê bi tamemî nehatibin eşkerekirin jî endama derktiye holê neheqiyek mezin li xelkê herêmê dike. Vî gelê têkoşer û berxwêdêr vê zilmê heq nake. Partiyên ku bi saya vî gelî hene niha di destê xwe de kirine pêlîstok. Çi dibe bila bibe divê bi îradaya gel neyê lîstin. Hêz ango partiyên ku xwe ji îradeya gel mezintir bibînin ekîd wê wenda bikin.Lewma divê partiyên başûrê Kurdistanê demildest dev ji vê qumara li ser hebûna gel dilîzin berdin, beyî ku hesabên xwe yên teng bifikirin, li gorî ber berjewendiyên gel siyaset rast bikin. Partiyên ku di vê rêyê de nekevin xeta rast wê mezin winda bikin.