Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bi bîr xist ku dewleta tirk ji bo vê havînê digot, ‘Em ê vê havînê xelekê temam bikin’, bal kişand ser dawiya meha cotmehê û got, ‘Di demeke gelekî nêz de em ê kilîdê bigirin’ û destnîşan kir ku dewleta tirk nekarî vê bi ser bixîne. Karayilan ragihand ku şer dewam dike; ne dorpêçek çêbûye, ne jî kilîdek hatiye girtin.
Karayilan li ser nîqaşên li Enqereyê tê meşandin jî got, “Weke tevger em ne li dijî pêvajoya çareseriya demokratîk in. Lê belê em ê rê nedin polîtîkayên xapandinê ku bi taktîkên şerê taybet têne meşandin. Bêguman şert û merc hatine guhertin, ya berê dubare nabe.
Eger rewşeke welê tê afirandin ku li berjewendiyên Tirkiyeyê difikire, welatparêziya rasteqîn tê de heye û li ser vê bingehê wê hin gavên nû bêne avêtin, aliyê Kurd wê ji vê re nebêje na, lê belê careke din jî pê li textekî şil nake. Hewldanên çareseriyê eger ne di çarçoveya azadiya Rêber Apo de bin, hukmê xwe nîne.
Bêguman weke ku Rêber Apo jî destnîşan kir, PKK, siyaseta Kurd a qanûnî-demokratîk di çareseriyê de xwedî rolên girîng in. Ya ku rejîm dike taktîkeke sivik e ku hewl dide yekê li hemberî ya din bide şerkirin. Divê vê yekê nekin. Divê rola her pêkhateyeke kurd li ber çavan bê girtin.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan qonax bi qonax qalê kir, bê aliyê tirk ê ku digot di mijdarê de ‘kilîd tê girtin’ çawa di xefikê de asê maye, bi çi rengî dest bi lêgerîna rizgariya ji xefikê kiriye û bi bîr xist, rejîma şer a Tirk bi esasî plana wê yekê dikir ku di sala 2021’ê de hemû baregehan; ji Garê heta Qendîlê her derê bi teknîkê di nava sê mehan de ji holê rake. Karayilan diyar kir ku berxwedana Kurd dewam dike û ev agahî da: “Li Bakur nekarî PKK’ê biqedîne, nekarî navendên fermandariyê yên PKK’ê ji hev belav bikin, nekarî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji holê rake, nekarî herêmên weke Şengal û Kampa Mexmûrê vala bike, nekarî Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser bi temamî tasfiye bike û dagirkeriyê dewam bike. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bi bîr xist ku dewleta Tirk Rêberê Gelê Kurd û PKK weke muxatab qebûl kiriye; her wiha rol daye siyaseta demokratîk a qanûnî û niha got, ji vê yekê paşve gav nikare bê avêtin û nabe ku bibe mijara nîqaşê. Karayilan diyar kir ku banga Devlet Bahçelî her çend li gorî feraseta xwe xwedî naverokeke derveyî aqil be ku ji aliyê Kurd ve ti carî nayê qebûlkirin, ji aliyê cewherî ve bangeke welê ye ku Rêberê Gelê Kurd weke muxatab dîtiye û daxuyanî ji ber vê yekê hatiye dayin. Karayilan got, “Heqîqet ev e, li gorî vê heqîqetê eger nêzîkatî bê kirin bêguman wê bersiva xwe ji aliyê Kurd bibîne.”
Êrîşên ku artêşa Tirk li dijî Kurdan bi ragihandina jinûve şer di 25’ê Tîrmeha 2015’an de hate destpêkirin, di 14’ê Kanûna 2017’an de bi êrîşa dagirkeriyê ya li ser Bradost û Xakurkê derbasî qonaxa destpêkê bû. Di 11’ê Adara 2018’an de navê ‘biryardariyê’ lê hate kirin. Pençe 1, 2 û 2 ku 27’ê Gulana 2019’an destpê kir û piştî têkçûna li Garêş, li dû ‘Pençe Kaplan’, ‘Şîmşek’ û ‘Yildirim’ ên 16’ê Hezîranê ji 17’ê Nîsana 2022’an û pê ve bi navê ‘Pençe-Kîlît’ dewam dike. Bi qasî ku ji derve tê dîtin, artêşa Tirk ji Kanûna 2017’an û vir ve hewl dide li gorî konsepta dagir bike, bi cih bibe û qada dagirkirî berfireh bike, tevbigere. Hêza leşkerî, amûrên şer, lojîstîk, nêzîkatiya li cihên bicihbûnê, têkilî û hevkariya bi hêzên herêmî re li gorî vê konseptê tê meşandin. Bêguman di vê pêvajoyê de li hin bajarên Bakur çekên konvansiyonel hatin bikaranîn û sê herêmên girîng ên Rojava hatin dagirkirin. Em qala şerekî topyekûn ê bênavber ê 9 salan dikin. Vê berxwedana Kurdan kir ku aliyê Tirk bibêje bila Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Meclîsê biaxive. Em li ser vê mijarê bi Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan re axivîn. Li gorî nîqaşên li Enqereyê bi destê Devlet Bahçelî hatin destpêkirin, em bi beşa dawî ya hevpeyvîna bi Karayilan re dest bi weşandina beşa destpêkê dikin.
Beriya ku em ji we bixwazin ku hûn qonaxên girîng ên 9 salên dawî ji aliyê xwe ve binirxînin, destpêkê em bipirsin, gelo li hemberî we hikumeteke çawa heye û xwest çi bike?
Girîng e ku em destpêkê ast û armanca desthilatdarîbûnê ya di nava sîstema dewleta Tirk de bi kurtasî binirxînin. Desthilatdariya ku piştî senaryoya darbeyê ya bi kontrol di 15’ê Tîrmeha 2016’an de ava bû, ku ji bo pêkanîna ‘Plana Hilweşandinê’ ya Cotmeha 2014’an hate danîn, lê belê bingeha wê sala 2015’an bi esasî hate danîn, desthilatdariyeke normal nîne.Desthilatdariyeke welê ye ku ji baskên rast û çep ên li nava dewletê rehên neteweperest-nijadperest li hev kom bûn, tifaq kirin û bi vî rengî ava bû. Di bin koordîneya Erdogan de AKP, MHP, Ergenekon û alîgirên Kizil Elma li hev kom bûn û bi piştgiriya van hêzan ev hikumet ava bû. Ev şêweyê hikumetê desthilatdarî û hikumeteke şer e ku ji salên 1940’î û vir ve naşibe ti hikumetan û hemû rêbazên şerê taybet bi kar tîne.
Armanca xwe ya bingehîn ew e ku di jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de nehêle Kurd bibe xwedî cihekî, nebe xwedî statu û bi dagirkirina sînorên Mîsakî Mîllî Tirkiyeyê bike hêzeke herêmî. Desthilatdariyeke şer e ku bi esasî xwe dispêre qirkirina gelê Kurd, xwedî statejiyeke veşartî ye ku dixwaze Tirkiyeyê mezin bike. Rejîmeke faşîst qirker e ku ji rêxistiniyên xwedî vê armancê pêk tê. Çarçoveya xwe ya îdeolojîk Kemalîzm nîne, xeta Îttîhat Terakkî ye. Hikumeta ku xwe dispêre vî mejî, dixwaze sîstemeke artêşê, polîs faşîst-nijadperest mayinde bike. Hikumeteke ku sîstema xwe ji aliyê siyasî, civakî, perwerde, aborî, dîplomatîk û hwd. ve ji her alî ve li gorî şer bi rêk û pêk dike.
Ji ber vê yekê şerê ku 9 salên dawî li Kurdistanê dike, naşibe şerê salên beriya niha; hîn berfireh, topyekûn e û bi hemû hêza dewletê dike. Desthilatdariya Tirk, pêşkêşkirina rewşa jeopolîtîk û jeostratejîk a Tirkiyeyê jî di nav de her tiştî datîne holê, di navbera hêzên navneteweyî de dilîze û hewl dide piştgiriyê ji wan werbigire, bi vî rengî xwest di vî şerî de bi ser bikeve. Armanca xwe ya şênber ew e ku li Bakur PKK’ê biqedîne, têk bibe; li Herêmên Parastinê yên Medyayê navendên fermandariyê yên PKK’ê ji hev belav bike, Herêmên Parastinê yên Medyayê ji holê rake, deverên weke Şengal û Kampa Mexmûrê tasfiye bike, Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî tasfiye bike û wan deveran dagir bike. Bi esasî dewleta tirk ji her alî ve xwe amade kir û li ser bingeha tasfiyekirina tevgera Apoyî ya li her çar parçeyan, ji xwe re kir armanca sereke ku hemû destketiyên Kurdan ji holê rake. 9 sal in ji bo vê hemû hêza xwe bi kar tîne û şerekî topyekûn dimeşîne.
Aliyê tirk dibêje li seranserê ‘sînorê başûr’ bi kûrahiya 30-40 kîlometreyî ‘korîdora ewlekariyê’ ava bike. Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler got, “Em ê vê havînê dorpêçê temam bikin”; Serokkomarê Tirk jî di 13’ê Tîrmehê de got, “Li Herêma Tevgerê ya Pençe ya li Bakurê Iraqê di demeke nêz de em ê kilîdê bigirin”. Gelo mebesta wan ji aliyê cografî û şer ve çi ye? Bi rastî jî di asteke bi vî rengî de ne?
Rayedarên dewleta Tirk her çend qala ‘herêma tampon’ a ji 30-40 kîlometreyî bikin jî armanca xwe ya esasî ew e ku destpêkê Qendîl jî di nav de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hemû hêzên me îmha bikin, wan deveran dagir bike û piştre jî sînorên Mîsakî Mîllî kontrol bike û bixe bin kontrola xwe. Mebest ji 40 kîlometreyî Garê ye. Hîn tiştekî bi vî rengî nîne. Di rewşa heyî de artêşa Tirk li Heftanînê bi qasî 8 kîlometreyî ji sînor ketiye nav herêmê û dagirkeriyeke xwe ya bi vî rengî heye. Her wiha li Metînayê dixwaze qadeke derdora 20 kîlometreyî dagir bike, lê belê di rewşa heyî de li wir şer dewam dike û hîn negihîştiye armanca xwe ya dagirkeriyê. Li rojavayê Zapê jî şer û berxwedaneke mezin heye. Li rojhilatê Zapê jî heta Kurêjahro xetek dagir kirine. Dûrahiya vê ji sînor derdora 20 kîlometre ye. Li Xakurkê jî qadên dagirkirî parçe ne. Bi şêweyê milekî ber bi hundir ve bi pêş ve çûne. Heta qada Lelîkanê dagirkeriyeke dewleta Tirk heye, lê belê li heman qadê gerîla jî heye. Li vê derê mesafeya pêşveçûnê bi qasî 20 kîlometre ye. Qada Xinêre jî nekarîn dagir bikin. Îsal heta qadekê bi pêş ve çûn, lê belê Xinêre hîn jî di bin kontrola gerîla de ye. Mebesta wan ji girtina kilîdê eger ev qadên ku li hin deveran 8 kîlometre, li hin deveran jî derdora 20 kîlometre dagirkirî be, li van qadan li sê deveran şer dewam dike. Yanî li Metîna, li Rojavayê Zapê, li xeta Xinêre-Xakurkê gerîla heye. Tiştekî bi rengê ‘temamkirina dorpêçê’, ‘girtina kilîdê’ hîn pêk nehatiye. Erdogan di 13’ê Tîrmehê de armancek danî pêşiya xwe û dibe ku plana wan jî bi wî rengî bû, lê belê artêşa Tirk nekarî vê armancê pêk bîne. Rastî bi vî rengî ye.
Eger mirov hêza dijmin û piştgiriya jê re tê dayin, her wiha zor û zehmetiya gerîla li ber çavan bigirin, rewşa heyî dikare çawa pênase bikin? Ji bo gelê Kurdistanê, ji bo mirovên ku ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bawer dikin, hûn dikarin çi bibêjin?
Îro herêma me Rojhilata Navîn dikele. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ê li Herêmê giran bûye û diyar e ku wê hîn girantir bibe. Hêzên hegemonîk ên global bi vî şerî re dixwazin herêmê jinûve dîzayn bikin. Xusûsa ku tê dîtin ev e. Hêzên mêtinger ên li Kurdistanê, di serî de rejîma heyî ya AKP-MHP-Ergenekon hewl didin ku di dîzayna nû ya herêmê de cih ji gelê Kurd re neyê dayin, Kurdan bê statu bihêlin; ev yek jî tê wateya qirkirinê. Hemû hewldanên wan niha di vê çarçoveyê de ne.Tişta ku di vê demê de herî zêde pêwîstî pê heye, civaka rêxistinbûyî û yekîtî ye. Herî zêde pêwîstî bi yekîtiya demokratîk a neteweyî ya li Kurdistanê û yekîtiya hêzên demokratîk-çep-sosyalîst ên gelên herêmê heye. Di demeke bi vî rengî de cihgirtina PDK’ê li gel rejîma faşîst-qirker a li Tirkiyeyê handîkapek jî be, têkoşîn gihîştiye astekê, gelê me gihîştiye asteke zane û rêxistinbûyî. Lewma şert û merc ji her demê zêdetir in ku em her cûre astengiyan ji pêşiya xwe rakin û xeta têkoşîneke şoreşgerî ava bikin. Ev şerê ku li herêmê bi rengekî bêrehm bi komkujiyan tê kirin, wê bi xwe re hin guhertinên bingehîn jî bîne. Li gel hin aliyên xetere yên vê pêvajoyê her wiha firsend û avantajên xwe jî wê hîn zêdetir bin. Bi navê gelên herêmê li dijî hêzên ku dixwazin herêmê bixin nava tarîtiyê, divê em xeta berxwedana demokratîk a şoreşgerî bi xurtî bi pêş ve bibin.
Di vê mijarê de zemîna ku bûyer lê diqewimin û bêhtir bandorê dike Kurdistan e. Di rewşa heyî de pirsgirêka herî cidî ew e ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêber Apo dewam dike. Kampanyayên li hemberî vê yekê hatin meşandin, têkoşîna ku di asta neteweyî û navneteweyî de bi şêweyên cuda hate kirin hêja ne, lê belê li pêşberî têkoşîna ku Rêber Apo li Îmraliyê xurt dike, gelekî lawaz dimîne. Di vê mijarê de em nikarin bibêjin ku em berpirsyariyên xwe di asteke têrker de bi cih tînin. Pozîsyona me li pêşberî Rêbertî pozîsyona rexnedayinê ye. Divê em bi pratîkeke hîn xurt a li ser xeta rast rexnedayina xwe bikin. Hem weke tevger hem jî weke gel divê em hîn bi xurtî bersivê bidin rastiya Rêber Apo, barê wî sivik bikin, destê wî xurt bikin. Ev yek wezîfeya me ya bingehîn e. Bi qasî ku em giraniyê bidin ser vê yekê û di vê mijarê de serketî bin, hingî em ê karibin bersivê bidin bûyer û pêşketinên li welat û herêmê.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê dema dawî hin mijar xist nîqaşê. Mîna ku pêvajoyek heye ji xwe re nîqaş dikin, lê belê tiştekî ku gihîştiye aliyê me, aliyê Kurdan nîne. Weke tevger em ne li dijî pêvajoya çareseriya demokratîk in. Piştî ewqas tecrûbeyan jî em ê rê nedin polîtîkayên xapandinê ku di çarçoveya taktîkên şerê taybet de têne meşandin. Bêguman şert û merc hatine guhertin, ya berê dubare nabe. Ev rast e. Berê cidiyet û samîmiyet tine bû. Dewleta tirk ji aliyekî ve hevdîtin bi Rêberê me re dikir û digot ‘Em ê çareseriyê pêk bînin’, li aliyê din jî biryar li ser ‘Plana Têkbirinê’ da û amadekarî ji şer re dikir. Dawiya dawî mutabaqata hevpar a ku di encama nîqaşan de hate afirandin, hate redkirin. Piştî mutabaqata li Qesra Dolmabahçeyê hate xwendin di Nîsanê de wê Rêber Apo banga komkirina Kongreya PKK’ê bikira û banga biencamkirina vê pêvajoyê bikira. Dema ku amadekarî ji vê re dihate kirin Tayyîp Erdogan bi xwe mutabaqat înkar û red kir û tecrîd û şer ferz kir. Rastî bi vî rengî ye. Niha hinek radibin ku mîna tiştekî nû heye diaxive, li aliyê din jî ço nîşan dide, gefan dixwe. Em têkoşîna xwe dimeşînin û pêwîstiya me bi kesî nîne.
Her wiha di hin nîqaşan de hinek radibin dibêjin ‘Me PKK di nava sînorên xwe de lawaz kiriye, qedandiye. Tenê li Iraq û Sûriyeyê heye’. Ev gotin dûrî ji rastiyê ye, manîpulatîf e. Em bi rengekî stratejîk fikirîn û li bakurê Kurdistanê me bi zanebûn heta astekê nerm kir. Yên ku vê nêzîkatiya me weke lawaziyê dibînin, wê sibe bibînin bê çiqasî bi rengekî mezin xwe xapandine. Bi giştî hêza me ji 10 sal beriya niha hîn xurtir e. Li Bakur dibe ku ji aliyê tevgera gerîla ve hinek kêmbûn hatibe kirin, lê belê di vê mijarê de divê kes xwe nexapîne. Zemîna me xurt e, potansiyela me, çeperên me hene. Dewleta tirk 4-5 sal in dibêje ku li Bakur em qedandiye; ev dereweke mezin e. Ji bilî eyaletek-du eyaletên ne esasî, li her derê hêzên me çeperên xwe diparêzin. Lewma bila kes hesabê şaş neke. Yên ku hesabê şaş bikin wê bi xwe zerarê bibînin.
Eger rewşeke welê rû dide ku bi rastî li berjewendiyên Tirkiyeyê difikire, welatparêziya rasteqîn tê de heye û li ser vê bingehê wê hin gavên nû bêne avêtin, aliyê Kurd wê ji vê re nebêje na, lê belê ti carî wê pê li textê şil neke. Divê her kes bi vê zanibe. Hewldanên çareseriyê yên ku ne di çarçoveya azadiya Rêber Apo de bin ji bo me hukmê xwe nîne. Ne bi rengê dubareya berê, eger bi rêbazên nû wê nêzîkatî li pêvajoyê bibe, divê di vê çarçoveyê de nêzîkatî bê kirin. Di çarçoveya qanûna Mandella de divê nêzîkatî li Rêber Apo bê kirin, diyalog pê re bê danîn, bi vî rengî wê çareseriyeke mayinde ji pirsgirêkê re bê peydakirin.
Bêguman weke ku Rêber Apo işaret pê kir, PKK û siyaseta Kurd a qanûnî-demokratîk di çareseriyê de xwedî rolên girîng e. Ya ku rejîm dike taktîkeke sivik e ku hewl dide yekê li dijî ya din bide şerkirin.Divê xwe dûrî vê yekê bikin, eger rola her pêkhateya aliyê Kurd li ber çavan bê girtin û nêzîkatî bi vî rengî bê nîşandan, hingî wê nebe pirsgirêk. Ji xwe dewleta Tirk berê jî di çareseriya pirsgirêka kurd de Rêber Apo û PKK weke muxatab qebûl kiribû. Her wiha rol dabû siyaseta demokratîk qanûnî. Niha ji vê yekê paşve gav nikare bê avêtin û nîqaşkirina vê jî wê bi nêteke baş nebe. Dewletê ‘Hevdîtinên Osloyê’ sê salan bi kê re meşand? Hevdîtinên Îmraliyê li ser kîjan bingehê meşand? Dewletê ji ber ku Abdullah Ocalan weke muxatab qebûl kir, ev hevdîtin dewam kir.
Herî dawî banga Devlet Bahçelî jî, her çend li gorî feraseta xwe û xwedî naverokeke derveyî aqil a ku em ti carî nikarin qebûl bikin jî be, bangeke ku Rêber Apo weke muxatab dibîne. Ev rastî li holê ye. Bêyî dîtina vê rastiyê, bi sekna li ser versiyoneke cuda wê çareserî pêk neyê. Rastî bi vî rengî ye, eger nêzîkatî li gorî vê heqîqetê be, bêguman wê ji aliyê Kurdan ve jî bersiva xwe bibîne. Eger ne bi vî rengî be û di çarçoveya lêgerîna rizgariya ji tengaviyê weke nêzîkatiyên taktîkî be wê encamê bi xwe re nîne. Bêguman aliyê Kurd ji manewrayên bi vî rengî yên taktîkî têr e.
Weke encam dixwazim diyar bikim; Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê tu carî rê nede taktîkên şerê taybet. Di vê serdema girîng a dîrokî de ji her demê zêdetir bi biryardariyeke bilind rola xwe di xeta Rêber Apo de bilîze û erka xwe bi layiqî bi cih bîne. Bi daneheva tecrubeyê ku xwe dispêrê wê û performansa xwe ya îdeolojîk, polîtîk û leşkerî wê bi hêztir li ber xwe bide û bi şerkirinê re bi ser bikeve.