PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Teqînên li Enqereyê

Li Enqereyê bi daxuyaniya serokê MHP’ê Devlet Bahçelî re teqînek çêbû. Yanî ew daxuyaniya wî wekî teqînekê bû. Kes ne li bendê bû ku kesekî wekî Bahçelî rabe û qala tecrîdê û pêvajoya çareseriyê bike. Lê gotinên gelekî radîkal kirin. Aliyên ku rûyê dewletê teşhîr dike raxist ber çavan. Yanî ji aliyekî ve lê mikur hat ku tecrîd heye, li aliyê din qala polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê kir. Her wiha ragihand ku ew amade ye gewda xwe têxe bin kevir de. Lê aliyê nexweş jî zihniyeta xwe ya ku kurdan terorîst dibîne jî veneşart. Ji Rêber Apo re dibêje serokê terorîstan. Zihniyeteke ku Rêberê Kurdan terorîst bibîne, wê çawa pê re çareseriyê pêk bîne ? Divê beriya her tiştî Rêber Apo wekî îradeyekê qebûl bike. Wê demê em ê fêm bikin ku ji dil tevdigerin û niyeta wan a çareseriyê heye.

Daxuyaniyên ecêb ji aliyê Bahçelî hat dayîn. Yanî rîskek mezin girt ser xwe. Lê di heman demê de divê mirov bêje ku bi daxuyaniyan ev tişt naçe serî. Hê em li ser daxuyaniya Bahçelî diaxivîn, teqînek din ji Enqereyê hat. Vê carê jî li dijî wê saziya ku balafirên şer çê dike çalakî pêk hat. Kes ne li bende çalakiyeke wiha bû. Yanî piştî axaftina Bahçelî û çalakiyek bi vî rengî her kesî matmayî hişt. Ez pêkanîna wê çalakiyê rexne nakim û nabêjim ne rast e. Bila şaş neyê fêmkirin. Li dijî vê dewleta qirker û barbar çi were kirin wê kêm be. Jixwe piştî wê çalakiyê jî yekser berê xwe dan Kurdistanê û seranserê welatê me bombebaran kirin. Ji Rojava heta Şengal û Silêmanî nêzî 50 dever bombebaran kirin. Çiqas cih û warên sivîlan hebe dan ber bombeyan. Di encamê de jî dehan welatiyên sivîl şehîd bûn û zerareke mezin li binesaziya bajaran bû.

Heman rojê jî hevdîtinek bi Rêber Apo re hebû. Piştî bi 4 salan hevdîtin bi Rêber Apo re pêk hat. Çawa ku Bahçelî tecrîd anî rojevê, yekser destûra hevdîtina bi Rêber Apo re dan. Ev tiştekî baş bû, lê divê dewama wê hebe. Jixwe Rêber Apo jî di peyama xwe de gotiye tecrîd dewam dike. Rêber Apo aniye ziman ku eger şert û merc guncav bin ew dikare pêvajoya şer derbarî zemînek hiqûqî û siyasî bike. Bi vê hevdîtinê re kurdan nefesek girt û agahiyek ji Rêberê xwe girtin.

Xuyaye ku ev pêvajo wê germ derbas bibe. Hinek alozî û hinekî jî tevlihev be. Lê eger dewlet ji dil be û îradeya çareseriyê nîşan bide, kes nikare li pêşiya wê bigre. Divê dewlet li bahaneyan negere. Di sala 2013’an de dema ku hevdîtin bi Rêber Apo re pêk dihat, îstîxbarata dewleta tirk li Parîsê sê jinên şoreşger şehîd xistin. Lê tevî vê yekê jî Rêber Apo dev ji hevdîtinan berneda. Yanî ew îradeya çareseriyê bi xwe re dît û di wê de jî israr kir. Divê dewlet jî bi heman rengî tevbigere. Eger ji dil be û samîmî be divê bi ser çareseriyê de biçe.

Nûçeyên Têkildar