Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî, bi gotinên xwe yên van rojên dawî, pir kes li xwe matmayî hişt.
Berî her tiştî divê were zanîn Devlet Bahçelî ji ber xwe ve van gotinan nake, ev gotin ne yên wî ne û ne jî yên Receb Erdogan e jî.
Lê yên kê ne?
Ev gotin, yên mejiyê jor ên Amerîkayê ne. Jixwe şaxekî girîng ê projeya dizaynkirina cîhanê yê Rojhilata Navîn Receb û Bahçelî ne. Şaxê dudan jî Îsraîl e.
Kelemê mezin ê peşiya xwe jî Îranê dibînin.
Îca ji bo rakirina vî kelemê mezin, Îsraîl bi tenê têrê nake. Ji ber ku Îran û hevalbendên xwe ne pariyekî biçûk e û heta her du dewlet bi tenê jî têra hilweşandina Îranê û hevalbendên wê yên Rojhilata Navîn mîna Hemas, Hizbûlah, Heşdî Şahbî û hwd. nake.
Û ji vêna jî girîntir, piştî hilweşandina vi kelemê mezin, wê şûna wî çawa were dagirtin û tijekirin? E ha mînaka Iraqê ya xistina Seddam li ber çava ye, erê ew û rejîma wî hilweşandin, lê heta niha jî hîn nikarin şûna wî tije bikin!
DYA’yê û hevalbendên xwe, ji bo di vî karî de serkeftî bin, wisa diyar dike ku lez dane amadekariyên xwe û bi hemû hêzên xwe dest li pişta Îsraîlê dixin û hemû êrîşên wê yên berfireh rast dibînin; êrîşên hemû Filistîn, Lubnan, Suriye, Yemenê û hwd.
Her wiha ji bo valatiya wê projeya li jor hat bahskirin tije bikin, hewcedariyê bi hêza gelê Kurdistanê dibînin.
Hêza Barzaniyan û yên weke wan, bersivê nadin hewcedariyên Amerîka û hevalbendên wan, ji ber ku hêza gel ne bi wan re ye û têra tijekirina valahiya projeya wan nake.
Ji ber vê pêdiviya girîng, mûxtacî hêza PKK’ê bûne. Ji bo vê hêzê jî qayil bikin, gotinên Receb Erdogan têrkar nabînin. Lewma, hem ji bo hewcedariya bi lez a pêkhatina projeya xwe ya Rojhilata Navîn û hem ji bo qayilkirina PKK’ê, bi lez Devlet Bahçelî xistin dewrê û ajotin nava vî karî.
Bêguman ev helwest, nayê wateya ku bawerî bi Bahçelî tê. Na xêr. Berovajî vê ji ber ku yê herî dijwar li dijî kurdan gotin û helwestên dijminkarane didin meşandin ew bûn û lewma ew dane pêş vê “pêvajoya nû!”
Di vî taktîkî de jî zahmetiyê dikişînin û ji bo hinek baweriyê bidin, dîsa hema bi lez daxwaza Omer Ocalan a çûna Imraliyê pejirandin.
Jixwe di hevdîtinê de Rêbar APO, gotina wî ya despêkê hişyarî ye û dibêje, “tecrîd-bitinêhiştin dewam dike”. Belê hema li pey vê gotinê hêza xwe ya çareseriyê jî dîsa destnîşan dike, dibêje “heke şerd û merc werin amade kirin, ez dikarim vî şer û cengê bidim rawestandin û zemîna çareseriya hiqûqî û siyasî çêkim, ji ber ku ez xwedî hêza zanyarî û kiryarî me.”
Jixwe em bînin bîra xwe berê jî gelek caran gotibû: “Rê bidin min ez ê di hefteyekê de vî şerî bidim rawestandin û aştiyê pêk bînim!”
Rêbariyek ewqas bi xwe bawer û bi hêz e ku li dijî wî û gelê wî her cûre rêbaz û şêwazên dijî mirovahiyê hatin meşandin, her cûre êşkence hatin kirin, lê dîsa berxwedana birûmet û lehengî da meşandin. Ne şikest, berovajî, li hember neyarên xwe mîna pola li ser piya ye, qasî milîmekê şaş nebû û ji bo doza gelê xwe têdikoşe!
Bêguman ên bi vê helwestê nerazîne pir in û her wiha yên bi tundî li dijî vê helwestê derekevin, agahiyên nerast bidin û bikevin nava gelek lîstok û çalakiyên neqenc; di serî de kemalîst û hemû nijadperestên tirk jî hene.
Pêvajoya çareseriyê ya berê çawa dan rawestandin, wê bixwazin vê gavê, vê pevajoyê jî bidin xerakirin û ji bo nemeşe wê hewl bidin.
Helbet aliyên derve yên dijberî vê helwesta nû jî, divê neyên jibîrkirin.
Di encamê de aliyê gelê Kurdistanê; hêzên siyasî, leşkerî û hwd. hema hema hemû hêzên civakî helwesta xwe aşkere diyar kirin ku Rêbar APO îrade û rêberê wan e, bi vî awayî destê Rêbar APO ji berê xurtir kirin.
Êdî aliyê dewleta tirk û hevalbendên wê yan jî bi gotinek din aqlê jor (DYA û hevalbendên wê), divê vê bersiva ji banga wan re ya ji aliyê gelê Kurdistanê ve hatiye dayîn, di ber çavan re derbas bikin, bi nirx bibînin û siyaset û helwesta xwe ji nû ve diyar bikin.
Wate; divê hemû alî, êdî dest ji sixtekariyan, fen û fêlbaziyan berdin, bêyî helwestên xapandinê rasterast û rûberû li ser dika danûstandinê rûnên û bi xwedî mafdariyek wekhev(adil) ve yekser daxwazên xwe ji hev re bêjin!
Qonaxa nû ev e!