PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Gerîla Sîser: Em hêza xwe ji têkoşîna Rêber Apo digirin

Gerîlayê HPG'ê Aslan Sîser diyar kir ku ew ê heta dawiyê xwedî li ruhê berxwedanê yê Bêrîtan û Egîd derkevin û wiha got: “Rêbertî bi salan e li Îmraliyê têkoşîneke bê eman dimeşîne. Em hêzê ji Rêberê xwe werdigirin. Bila dijmin baş zanibe, wê li çiyayên Kurdistanê têk biçe.”

Şervanên azadiyê yên Kurdistanê bi ruh û coşa şoreşê têkoşîna xwe ya li dijî dijmin dewam dikin. Yek ji van şervanan jî gerîlayê HPG’ê Aslan Sîser e. Gerîla Aslan Sîser di nava tîmên bi tevger de têdikoşe axivî. Gerîla Aslan Sîser ev tişt anî ziman: “Beriya her tiştî hevala Bêrîtan di salvegera şehadeta wê de bi hurmet û minet bi bîr tînim. Hevrê Bêrîtan li dijî teslîmiyetê xeta berxwedanê ji xwe re kir esas, serî li ber dijmin netewand. Xeta ku afirand bû bingeh ji artêşbûna jinê re. Çalakiya wê ji bo me gelekî girîng û dîrokî ye. Em ê nirxên hevala Bêrîtan timî biparêzin. Bêrîtan ruhê serkeftin û azadiyê ye. Bila dijmin baş zanibe, wê li çiyayên Kurdistanê têk biçe.

Armanca dijmin a ji van êrîşan şikandina hêviya gelê me ya bi me ye. Ji bo karibin di oxira azadiyê de têbikoşin û li ber xwe bidin, em hêzê ji Rêberê xwe werdigirin. Ji felsefe û berxwedana Rêber Apo em sûdê werdigirin. Rêbertî bi salan e li Îmraliyê têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Li ser vê bingehê em ê heta dawiyê li hemberî êrîşên dijmin li ber xwe bidin. Em ê di cih û dema xwe de bersiva pêwîst bidin dijmin. Em ê heta dawiyê xwedî li ruhê berxwedanê yê Bêrîtan û Egîd derkevin. Ev berxwedan ji bo me gelekî dîrokî ye. Bi vê wesîleyê careke din şehîd Bêrîtan bi hurmet û minetdarî bi bîr tînim. Li ser xeta ku weke mîrate ji me re hiştiye em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar