PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Dayika Ramîn ê hat darvekirin piştgirî da Werîşe Mûradî

Dayika Ramîn Hisên Penahî ê hat darvekirin Şerîfe ji bo piştevaniya Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û got: “’Ji darvekirinê re na’ nerazîbûnek di cih deye. Ez li gel çalakvanên sivîl ên rojhilatê Kurdistanê, li kêleka keça xwe Werîşa Mûradî radiwestim.”

Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku bi sûcdariya ‘îsyanê’ bêyî ku were darizandin, ji 14 mehan zêdetire li Girtîgeha Evînê di kogûşa jinan tê girtin, li dijî darvekirinan 18 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem de ye.

Piştgiriya ji bo çalakiya Werîşe Mûradî her ku diçe berfirehtir dibe. Medya rojhilatê Kurdistanê ragihand ku dayika Şerîfe ya ku kurê wê Ramîn Hisên Penahî di 8’ê îlona 2018’an de ji aliyê rejîma Îranê hatibû darvekirin, piştevaniya xwe ji bo çalakiya Werîşe Mûradî nîşan da.

Dayika Şerîfe a ku ket greva birçîbûnê wiha got: “’Ji darvekirinê re na’ nerazîbûnek di cih deye. Em li dijî kuştina bi qest a Îranê radiwestin. Ez dixwazim keça min Werîşe Muradî dest ji greva xwe berde. Îro şoreşa jinan a ji bo azadiyê pêwîstî bi jinên bihêz ên weke wê hene. Divê em bi hev re vê rêyê bimeşînin. Ez bi dil û can piştgiriya we dikim. Roja pênçşemê li gel têkoşerên sivîl ên rojhilatê Kurdistanê, li kêleka keça xwe Werîşe Muradî dest bi grevê dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar