Bi dagirkeran re aştî nabe

Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP'ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye...

Kurd ji zirteboziya tirkan natirsin

Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP'ê Erdogan xweş kirin ku hatine...

Bi dagirkeran re aştî nabe

Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP'ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye...

Kurd ji zirteboziya tirkan natirsin

Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP'ê Erdogan xweş kirin ku hatine...
Çarşamba - 6 Kasım 2024

Bi dagirkeran re aştî nabe

Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP'ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye...

Kurd ji zirteboziya tirkan natirsin

Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP'ê Erdogan xweş kirin ku hatine...

Filîz Bûdak: Şerê ku tê kirin dagirkirina Kurdistanê ye

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak diyar kir ku divê hikûmeta nû ya Başûr li hemberî şerê li Başûr tê meşandin xwedî helwest be û wiha got: “Xuyaye wê dagirkerî û qetilkirina kurdan jî zêde bibe. Çûyîna Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê jî vê dide diyarkirin. Şerê ku tê kirin, şerê dagirkirina Kurdistanê ye.”

Di 20’ê vê mehê de li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê hilbijartina şeşem ya Parlametoya Herêma Kurdistanê hat pêkanîn. Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak pirsên nûçegihana Rojnewsê Jiyan Pîran bersivand.

Hilbijartina başûrê Kurdistanê, piştî du caran hatî paşxistin, herî dawî di 20’ê vê mehê de hat pêkanîn. Hûn vê hilbijartinê çawa dinirxînin?

-Di pêvajoya dagirkirina Başûrê Kurdistanê û li hevkirina Malbata Barzanî û dewleta Tirk de, piştî du caran paşxistina hilbijartinên herêmî, pêkanîna hilbijartinê girînge. Divê pêvajoyê de çûyîna hilbijartinê û ji bo dest guhertina hikûmetê, bûyîna berendamên partiyên Başûr bi nirxe. Ya di dîrokê de bûyî belaya gelê kurd, nebûyîna berendamê rêveberiya xwe ya civakî û berpirsyartiya gelê xwe ne girtin bû. Berendambûyîna partiyek Kurd, erk û mîsyonekî dîrokî ye. Bêguman di hilbijartinê de du eniyên cûda derketin pêş. Eniyek ji bo rêveberiya civakê, eniyek jî ji bo berfirehkirina dagirkeriya heyî bû. Rûxmê dagirkeran gelek caran ev hilbijartin astengkirin jî, lê cardin hat pêkanîn. Ev serkeftinek bû.

Gelo encama hilbijartinê wê li başûrê Kurdistanê rewşekî çawa bi xwe re bîne?

-Êdî wê PDK bi serê xwe nikaribe hikûmetê avabike. Vêya ji bo muxalefeta heyî pêşdeçûyînekî girînge. Di heman demê de ji bo Partiya Nifşê Nû girîng bû. Ji ber ku li gorî hilbijartinên pêşiya vê, dengên xwe du qat zêde kirine. Gelê ji her du hêzên rêveber ne raziye, li derdora Nifşê Nû kom bûye. Ev jî peyama aliyek yê gele ku herdu aliyên sereke naxwazin. Tu partiyek bi serê xwe nikarin hikûmetê avabikin, partiyên heyî neçarî koalîsyonê ne. Wê ev rewşa heyî jî bibe sedemê aloziyan.

Li gor encamên hilbijartinê, wê PDK nikaribe bi serê xwe hikumetê avabike, gelo wê bi YNK’ê re hikumetê ava bike?

-Nakokiyên ber bi çav yên di navbera YNK û PDK’ê de hene. Hîna nediyare ku wê bikaribin bi hev re hikûmetekê avabikin yan na. Lê diyare wê PDK û hikûmeta AKP-MHP ji bo ku ev koalîsyon neyê pêkanîn û desthilatdariya PDK’ê neyê parvekirin, wê li ber xwe bidin. Ji ber ku dewleta tirk dagirkeriya xwe li ser Malbata Barzanî re dide pêkanîn. Wê pêvajoya navber were dirêjkirin. Niha rewşa li Iraqê tê jiyîn jî heman tişte. Dibe ku ev pêvajo li Kurdistanê jî bi heman şêwazî berdewam bike. Divê navberê de wê dagirkerî û qetilkirina kurdan jî zêde bibe. Çûyîna Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê jî vê dide diyarkirin. Ji ber wê jî pêwîste gelê başûrê Kurdistanê di vê demê de baldar be.

Di hilbijartinê de partiya Nifşê Nû serkeftinek mezin bi dest xist, ev wê di salên pêşiya me de rewşek çawan bi xwe re bîne?

-Hikûmeta heyî di hilbijartinan de bi dek û dolabên xwe, gelek caran rê dide encamên hilbijartinê. Gel erk dide hikûmetê, dema hikûmet erkê xwe li hemberî gel pêkneyîne, gel wê hikûmetê ji kar digire. Dibe ku Partiya Nifşê Nû ji ber xwe naspêre tu xanedanan ewqas deng girtibe. Gel şansê ku di parlementoyê de bibe xwedî gotin da Nifşê Nû. Piratîka partiya Nifşê Nû ya di nava van her çar salan de, wê encama salên pêşiya me jî bide diyarkirin. Sekna civakî û siyasî wê partiya Nifşê Nû cih diyar bike. Ji ber ku gel dibîne û dişopîne, kî dikare mafê gel di parlementoyê de biparêze wê di demê pêş de bihilbijêre.

Divê hikumeta nû ya were avakirin li hemberî dagirkeriya heyî xwedî helwestek çawan be?

-Li başûrê Kurdistanê qirkirina jinan, bê fonksiyon hiştin ciwanan, dagirkirin û talankirina xwezaya başûrê Kurdistanê heye. Mixabin partiyên li başûrê Kurdistanê li ser hikûmin, pêşengiya vê yekê dikin. Divê hikûmeta nû li hemberî şerê li Başûr tê meşandin xwedî helwest be. Divê di wê zanabûnê de be şerê li başûrê Kurdistanê tê meşandin, ne dijberî Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, şerê dagirkirina Kurdistan ye. Yên ku nahêlin ev dagirkerî bigihe daxwaza xwe, PKK ye. Yê ku dijminê gelê kurd e dewleta tirk e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar