Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso êrîşên dewleta tirk a dagirker, peyama Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, daxuyaniyên desthilata tirk ên der barê Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd de, ji ANHA`yê re nirxandin.
Xerîb Hiso diyar kir ku dewleta tirk di siyaseta hovîtî, talan û dagirkeriyê de bi israr e, lewma bi her awayî êrişî welatî û saziyên herêmê dike. Hiso destnîşan kir ku heta niha bi van êrişan bi ser neketine, li kelêka vê di Rojhilata Navîn de rola xwe winda kirin û têk çûne.
Xerîb Hiso îşaret pê kir ku êrîşên ser herêmê êrîşên terorîstî ne û got: “Dewleta tirk her tim xwe wiha îqna kiriye ku çi qas êrîşî Kurdan bike wê ew qas li ser lingan bisekine. Vê ji bo xwe çareserî dît, lê ji niha û şûnde bi vê şêwazê çareseriyek çênabe. Sed sal e bi komkujî, talan, dagirkeriyê tiştek bi ser nexist. Lê hîn jî di siyaset, hovîtî û faşîzmê de bi israr e. Di Rojhilata Navîn de jî tu rola wê nemaye, têk çûye, belav dibe û di hundirê xwe de jî di nava nakokiyên mezin de ye. Çareseriya pirsgirêk û nakokiyên di hundirê Tirkiyeyê de ne li derveyî sînor e. Ev êrişên li ser herêma me dikin, êrişên terorîst û tirsonekan in. Ji ber wê jî temenê wan kin e. Êdî ew dem derbas bû ku vî gelî birçî û koçber bikin. Îradeya gel di ser van êrişan re ye.”
Xerîb Hiso der barê bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî van êrişan de got: “Civata navneteweyî ji bo gelê Filistînê deng bilind kir, lê ji bo kurdan bêdeng e. Ev edaleteke bêbext e. Dewleta tirk ji bo Filistînê deng dike lê kurdan jî qir dike. Ev durûtî û derewa herî mezin e.”
“Pêwîstiya Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi aştî û diyalogê heye.” Bi vê nirxandinê re Xerîb Hiso bal kişand ser neçariya Tirkiyeyê û ev tişt anî ser ziman: “Ger ev gav neyên avêtin di asta herêm û cîhanê de dê Tirkiye zirarên gelekî mezin bibîne. Tirkiye giraniya xwe winda dike. Rayadarên Tirk jî vê baş dizanin. Tirkiye neçar e ku di vê demê de gavên diyalogê biavejê. Neçar e bi kurdan û hemû pêkhateyên Tirkiyeyê re diyalogê destpê bike. Lê diyaloga navxweyî ku tenê bi Tirkiyeyê re bi pêş bikeve, dê tê de bawerî tune be. Ji ber ku Tirkiye tu carî diyalogeke navxweyî çênekiriye û aştiyeke fermî dest pê nekiriye. Dagirkerî, kuştin û hovîtî hene. Sûriye, Iraq, Qerebax û Lîbya dagir kirine. Bi vê dagirkeriyê re Tirkiyeyê di aliyê aborî, siyasî, leşkerî û civakî de xwe rezîl kir. Bi vê şêwazê nikarin herin serî.”
Hevserokê PYD’ê der barê daxuyaniyên desthilata AKP-MHP’ê yên têkildarî Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirêka kurd de jî got: “Ji aliyê desthilatê ve gotin hatin kirin, lê çi qas xwediyê vê axaftinê ne ne diyar e. Di nava Tirkiyeyê de bingeha vê heye yan nîn e? Ev 26 sal in dewleta tirk bi esîrgirtina Rêber Apo re bingeha vê kilîd kiriye. Rêber Apo wekî firsendeke dîrokî ye. Tirkiye vê firsendê ji destê xwe dide. Ger ne ji berxwedaniya Îmraliyê, gelan, gerilayên azadiyê û jinan bûya ev gotinên AKP-MHP’ê jî nedibûn.”
“Di vê demê de cidiyetek lazim e.” Bi van gotinan Xerîb Hiso bal kişand ser girîngiya demê û got: “Ger hikûmeta desthilatdar a Tirkiyeyê bixwaze rûpeleke nû veke, bila kerem ke Rêber Apo muxatabê çareserî, aştî û diyalogê ye.”
Di 23`yê cotmehê de piştî 44 mehan, biraziyê Rêber Abdullah Ocalan pê re hevdîtin kir. Di 24’ê cotmehê de agahî ji Rêber Abdullah Ocalan hat girtin û peyama wî hate parvekirin. Xerîb Hiso têkildarî peyama Rêber Abdullah Ocalan got: “Peyama Rêber Apo keyfxweşiyeke gelekî mezin xiste dilê hemû mirovên ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê dikoşin. Rêber Apo bi zelalî dibejê deriyê min ji bo diyalog, aştî û gaveke nû vekirî ye. Ger hûn bixwazin gavekê ji bo Tirkiyeya demokratîk û aram biavêjin, dawî li siyasetên kevn bînin. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi qonaxeke nû heye. Ji bo wê di berdewamkirina tecrîdê de tu sûd tune ye. Azadiya fîzîkî esas e. Di bin tecrîdê de dan û standin çênabe.”
Xerîb Hiso destnîşan kir ku bi qasî pêwîstiya lihevhatinê li Tirkiyeyê hebe, ew qas jî li Sûriyeyê heye. Hiso diyar kir ku ger pêşketinek li Tirkiyeyê çêbe wê bandorê li Sûriyeyê jî bike û got: “Pêwîstiya diyalogê çawa li Tirkiyeyê heye li Sûriyeyê jî heye. Hikumeta Şamê xwe ker kiriye û ji diyalogê dûr e. Dema pêşketin li Tirkiye û bakurê Kurdistanê çêbe dê bandoreke erênî li Sûriyeyê jî bike. Li wir neyînî be jixwe berê jî li Sûriyeyê neyînî ye. Her du alî jî di nava xitimandin û lawaziyekê de ne. Li Tirkiyeyê pirsgirêk çareser bibe dê li Sûriyeyê jî çareser bibe. Mînak; wê peymanên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de têk diçin, dagirkerî divê nemîne, pirsgirêka Sûriyeyê bê çareserkirin û her kes vegere warê xwe. Lê heta ku li Tirkiyeyê alozî û derve jî dagirkerî hebe, ev dibe sedema xitimandina pêşxistina diyaloga navxweyî û çareseriyê.”