PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Ji bo aştiyeke mayînde azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek diyar kir ku divê tecrîd bi rengekî mayînde bê rakirin û anî ziman ku ji bo aştiyeke mayînde divê Rêber Apo azad bibe.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan piştî agahînegirtina 44 mehan di 23’yê cotmehê de bi biraziyê xwe parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî û anî ziman ku tecrîd hîn didome. Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek têkildarî hevdîtinê de axivî.”
Parlamenter Çîftyurek diyar kir ku siyaseta kurd, gel û jinên kurd ji bo rakirina tecrîdê û pêkhatina hevdîtinê çar sal in têkoşiyan û wiha got: “Bi taybetî sala dawî çi li hundir çi jî i derve, li parçeyên din ên Kurdistanê û Ewropayê hem gelêw kurd hem jî dostên gelê me ya ji destê xwe hat kirin. Û bi biryar in ku dawî li vê neheqî û bêhiqûqiyê bînin. Bi hevdîtina wekîl Omer re ji bo rakirina tecrîdê gava destpêkê hate avêtin. Em qala mafekî qanûnî dikin ku hatiye desteserkirin. Ji niha û pê ve ji bo malbat û parêzer karibin bi rê û pêk hevdîtinê bikin û nêrînên wî yên siyasî, pêşniyarên wî bi raya giştî re bêne parvekirin, divê tecrîd bi rengekî mayînde bê rakirin. Divê desthilatdariya Tifaqa Cûmhûr û dewlet bi nêzîkatiyeke rojane, bi feraseta bidawîkirina gefa heyî û taktîkî nêzî mijarê nebe.”

Çîftyurek li ser peyama Rêber Apo ku gotibû ‘Şert û merc bêne afirandin ez xwedî wê hêzê me ku pêvajoyê ji zemîna şer bikişînim ser zemîna siyasî’ wiha domand: “Ya ku Birêz Ocalan got, girîng e. Lê belê bi esasî ya girîng ew e ku ji bo nêzîkatî, nêrîn û pêşniyarên wî bi temamî bê ragihandin divê parêzer tavilê bi rêk û pêk hevdîtinê pê re bikin. Mebest ji gotina ‘Eger şert û merc bêne afirandin’ çi ye? Mebest ji ‘şert û mercan’ ji bo dewletê û Kurdan çi ye? Divê çi bê kirin? Di meseleya kurd de divê dewlet kîjan gavan biavêje ku li nava derdorên cuda yên siyasî yên kurd bersiva xwe bibîne û Birêz Ocalan jî di nava wan şert û mercan de karibe bi rola xwe rabe. Ji bo bersiv ji van pirsan re bê dayin divê Birêz Ocalan karibe nêrînên xwe parve bike.”

Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi rengekî erênî dewam bike, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar