Nîqaşên li ser hevdîtina Omer Ocalan a bi Rêber Apo re dewam dikin. Bêguman ev hevdîtina ku piştî 4 salan pêk hatî ji gelek milan ve xwedî girîngiyek mezin e. Bi taybet dema mirov pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê digre ber çavan, girîngiya vê hevîtinê hîn baştir tê famkirin. Lê divê em vê hevdîtinê di rastiya dewleta tirk de binirxînin û jê cudatir negrin dest. Dewleta tirk a ku di van salên dawî de, bi hêza ragihandinê şerê taybet civakê manipule dike, di mijara hevdîtina bi Rêber Apo de jî hewil dide heman taktîkê bi kar bîne. Di vir de armanc ew e ku li gorî xwe rastiyekê bide avakirin û civakî bi wê bide bawer kirin. Li gel vê di civaka kurd de jî şêlobûnek çêke û ji rastiyê dûr bixe.
23’yê cotmehê Omer Ocalan piştî li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî û şûn ve bi armanca ji bendewariyên raya giştî re bibe bersiv li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyaniyek kurt da. Di vê daxuyaniyê de bi awayekî pir zelal hate gotin ku tecrîda li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev gotin tenê ji bo mirov rastiya li Îmraliyê tê jiyankirin fam bike bes û zêde ye jî.
Lê ragihandina Tirk a di bin kontrola desthilata AKP-MHP’ê de ji nû ve hatiye dîzaynkirin, vê hevdîtinê di formateke pir cûda de dinirxîne. Yên ku rastiya dewleta tirk û Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd nizanibin berê xwe bidin vê rojêvê û ji parvekirinên ku tên kirin bandor dibin. Bi taybet em bala xwe didêne gelek kesên ku tu eleqeya wan bi vê meselê nîne, Tevgera Azadiya Gelê Kurd qet nasnake, di jiyana xwe de li ser mijarê gotarek ango pirtûkek nexwendiye, îro weke pisporê mijarê derketine nirxandinên pir pûç û vala pêş dixin. Ji vê re dibêjin manîpulasyona psîkolojîk. Yanî di vê mijara wisa hassas de bi psîkolojiya civakê dilîzin.
Di vir de armanc ew e ku dixwazin li gorî xwe rojevekê bidin avakirin. Bi vê rojevê ve destê Rêber Apo û Tevgera Azadiya Gelê Kurd lewaz bikin û ya xwe li ser ferz bikin. Bala xwe bidinê, tevî ku ev çend roje li ser mijarê nîqaşên berfireh tên meşandin jî kes behsa çareseriya doza kurd li ser zemîneke hiqûqî û siyasî nake. Ji ber ku di feraseta wan de qebûlkirna meselê nîne. Yên ku doza Kurd weke dozeke rewa û mafdar nebînin gelo wê çiqas bikaribin bi awayekî objektîf li ser nirxandinan jî pêş bixin?
Di ragihandin û siyaseta dewleta tirk de niha ev têgeh nîne. Hemû aliyên ku li ser mijarê mafê axaftinê di xwe de dibînin jî di çarçoveya zîhniyeta dagirkerî, înkar û qirkirina gelê Kurd de şîroveyan pêş dixin. nêzîkatiyên di vê çarçoveyê de pêş dikevin ne mumkune ku li ser zemîneke rast rê li ber diyalogê veke. Ê baş e gelo dewleta tirk vê nizane?
Ez di wê baweriyê de me ku ev hemû di çarçoveya plansaziyekê de tên pêşxistin. Plansazî jî ew ku deshilata AKP-MHP’ê dixwaze di vê rewşa aloz de ji bo xwe derfetan ava bike. Bi taybet dema mirov li geşedanên li Rohilata Navîn diqewimin dinere, rewşa siyasî û aborî ya li Tirkiyeyê, xetimandina eskerî û têkçûna siyaseta derve dinêre tê dîtin ku divê hin gavan bavêje. Lê di vê pêvajoyê de jî hemû armanca wan ew e ku ji vê rewşa xetimandinê bêyî ku desthilata wan zirareke mezin bibîne xwe rizgar bikin.
Desthilata faşîst û qirker a AKP-MHP’ê di halê heyî de diyar dibe ku li gorî vê perspektîfê nêzî doza kurd dibe. Ger bi rastî di dilê wan de çareseriyek hebe (ez qet bawer nakim ku ew li ser ihtîmalek wisa difikirin jî) dixwazin ev çareserî jî li gorî wan be. Çareseriya ku ew pêşkêş bikin jî bi tu awayî wê nekeve xizmeta civakê û gelan.
Ji ber vê yekê îro hemû kelemşorên vê desthilata xwînxwar û dijminê kurdan bi yek zimanî hewl didin ku hevdîtina malbatê ya bi Rêber Apo re bikşînin zemînekî cuda û li gorî xwe binirxînin. Ger rastî weke ku ew dibêjin be divê dewleta tirk qeydên hevdîtina Omer Ocalan ya bi Rêber re aşkere bike. Wê demê di rastiyê de çi hatiye gotin û ev hevdîtin li ser çi zemînî pêk hatiye wê bi awayekî aşkere zelal bibe. Naxwe hemû tiştên ku tên gotin wê tu carî rastiyê îfade nekin.