PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Fermandar Hemdan: Em bi biryar in gel û axa xwe biparêzin

Fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemdan diyar kir ku hêzên wan amade ne bi awayekî guncaw bersivê bidin û wiha axivî: “Em ê ewlehiya herêmê û şêniyên kantonê û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Em di vê yekê de bi biryar in."

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji 23’yê cotmehê ve bi awayekî hovane êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dide. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di çarçoveya mafên parastina rewa de, çalakiyên leşkerî kirin. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Cebhet El Ekrad 24’ê cotmehê baregehên dewleta tirk topbaran kirin.

Fermandarê giştî yê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemdanli ser êrîşên dagirkerî û bersivdana hêzên wan de ji ANH’yê re axivî. Fermandar Îbrahîm Hemdem diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî, êrişên li eniyên kantona Minbicê zêde kirine.

Hemdan soz da ku êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmê û sivîlan, bê bersiv nehêlin û wiha axivî: “Hêzên me, tevgera leşkerî ya dagirkeran li eniyên Minbicê dişopîne. Dagirkeran dikên moşekan, topavêjan û tank amade kirine.”

Hemdan diyar kir ku li hember van tevgeran jî wan tedbîrên xwe girtine û li hember her êrişekê amade ne.

Îbrahîm Hemdan têkildarî êrişên dewleta tirk 26’ê cotmehê daxuyaniyek da bû û wiha gotibû: “Rola me ne tenê parastin e. Madem gelê me rasterast tê hedefgirtin, hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî amade ne bi awayekî guncaw bersivê bidin.”

Hemdan destnîşan kir ku erka wan a sereke û bingehîn parastina gel e û wiha domand: “Em ê ewlehiya herêmê û şêniyên kantonê û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Em di vê yekê de bi biryar in.”

Di êrîşên dewleta tirk a dagirker ên 24’ê cotmehê li dijî kantona Minbicê de, zaroka bi navê Fereh El Berho ya 11 salî şehîd bûbû û birayê wê Semîr El Berho yê 8 salî birîndar bûbû. Dewleta tirk rasterast mala wan topbaran kiribû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar