PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Nivîskar Aleksandra: Ev şoreş soreşa me jinan e

Nivîskar Aleksandra Muhemed diyar kir ku beriya şoreşê rola jinan di civakê de tunebû û wiha axivî: “Niha şoreş hatiye lidarxistin û jin karê xwe dikin, her jin bi berhemên cuda hebûna xwe nîşan dide ji ber ku vev şoreş şoreşa me jinan e."

Bi Şoreşa Jinan a bakur û rojhilatê Sûriyeyê re di gelek qadan de jin pêşengî kirin. Ye ji wan qadan ku bi pêşketina şoreşê re pêşketinên gelek girîng tê de çêbû û jin bi hêz û baweriya ku pêşengê şoreşê ne tê de cih girtin qada wêjeyê ye. Aleksandra Muhemed a dayika wê rûs e û bavê wê ereb e li Qamişlo ya kantona Cizîrê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê dijî, ji wan jinan e bi riya wêjeyê hestên xwe tîne ziman. Aleksandra Muhemed a zimanên kurdî, erebî û rûsî dinivsîne û bi pirtûka xwe ya yekem a bi navê “Nebid” ku bi erebî nivisiye beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bû, behsa beşdariya xwe ya pêşangehê, destpêkirina wêjeyê û girîngiya wêjeyê ji bo jinan kir.

Aleksandra Muhemed anî ziman ku di warê pêşketina wêjeyê de şoreş defret daye jinan û wiha got: “Naveroka pirtûka min li ser ramanên helbestî û jiyanî ye li ser rojên me bi taybetî jinên di şer de. Em dibînin ku çawa guhertin bi jinan re çêbûye beriya şoreşê û niha gelek cudahî hene. Şoreşê gelek derfet dan jinan û bi taybetî ez weke jinek di pêşangeha Şehîd Herekol de salên çûyî weke xwendekar beşdar dibûm lê îsal weke nivîskar beşdar dibim. Ev hemû bi saya şoreşê ne, derfet dan jinan. Em di riya vê pêşangehê de rola jinan a herî girîng di civakê de dibînin ku her jinek bi berhemên xwe beşdar dibe.”

Aleksanda Muhemed bal kişand ser nivîsên xwe û armanca xwe ya nivîsandinê û wiha berdewam kir: “Ez bi sê zimana dinivîsînim. Zimanê kurdî, erebî û îngîlîzî. Armanca min bi nivîsê ew e ku ez êş û azarên gel bi riya nivîsê derbixim holê. Ev şerê ku li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê didome, bi xwe re gelek tiştan anî. Bi riya nivîsê her mirov hestên ku di şer de jiyane der dixe. Her mirovê li Rojava şer kiriye çi bi riya siyasî be çi jî leşkerî be, xebitiye. Min jî bi riya pênûsa xwe şer kir. Di van rewşan de, em weke jinên nivîskar di zehmetiyan re derbas bûne çi bi nivîsandina roman an çîrokê be rastî rexneyên civakê hatim. Lê ruxmê hemû şert û mercan her dem me jinan li ber xwe da û em ranewestiyan.”

Aleksandra Muhemed diyar kir ku di pêşerojê de wê nivîsên wê zêdetir bibin û niha li ser çend nivîsan dixebite wê di demên pêş de pêşkêş bike û wiha bi dawî kir: “Di demên pêş de wê nivîsên min pir zêdetir bibin û ez tu carî dev ji nivîsandinê bernadim. Di dema niha de ez li ser çend nivîsan kar dikim di dema pêş de ez ê pêşkêş bikim. Ez di dawiyê de dixwazim ji hemû jinên Rojava re bibêjim; beriya şoreşê rola jinan di civakê de tunebû lê niha şoreş hatiye lidarxistin û jin karê xwe dikin, her jin bi berhemên cuda hebûna xwe nîşan dide ji ber ku şoreş a me jinan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar