Ji sala 2016’an û vir ve şaredariyên kurdan tên dagirkirin û şaredar jî têne girtin. Ev yek jî piştî darbeya 15’ê tîrmeha heman salê ket meriyetê. Desthilatdariya wê demê ya AKP’ê û Erdogan digotin vaye darbe li hemberî wan heye û dest li rewşê werdan. Lê darbeya esasî jî wan bi xwe pêk anî û ji wê demê heta niha jî em di pêvajoya darbeyê de ne. Rêber Apo beriya bi salan jî ev yek anîbû ziman û qala mekanîka darbeyê kiribû. Jixwe dema em rewşa li Tirkiyê dinêrin, her tim bi darbeyan û qanûnên darbeyan bi rêve diçe.
Îsal jî destpêkê vê desthilatdariya faşîst xwe li şaredariya Wanê ceribandin, lê dema ku helwestek tund li miqabilî xwe dîtin, wê demê dev ji Wanê berdan. Piştre jî berê xwe dan şaredariya Colemêrgê. Destpêkê hevşaredar girtin û piştre jî dest danîn ser şaredariyê. Eger nerazîbûna xelkê wekî ya Wanê hebûya, wê ew şaredarî ji dest neçûya. Herî dawî jî çavê xwe berdan şaredariya navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê. Destpêkê şaredarê wê Ahmet Ozer kirin binçavan û piştre jî dest danîn ser şaredariyê. Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer girtin û meseleya girtina wî jî tê zanîn. Yanî ji dewletê re hincet gelek in. Eger bixwaze kesekî bigre bavêje zindanê sedem gelek in. Lewma niha em dibînin ku deh hezaran kes bi heman hincetên bêbingeh di girtîgehan de ne.
Ji ber ku Ahmet Ozer kurd bû hat girtin. Yanî bi kurdî diaxivî û li ser xebatên çand û hunera kurdî sekinî. Ev yek sedemek mezine ku dewlet xwe lê ranegire. Eger tu ne li gorî rêveçûna dewletê be, tu yê an girtî be an jî tine be. Meseleya dewletê ya bi kurdan re jî wiha ye. Eger kurdek li ku derê cîhanê dibe bila bibe, dema ku biryara xwe-rêvebirinê bide di hedefa dewletê de ye. Êrişên wan ên li dijî Rojava jî bi heman rengî ye. Dewlet naxwaze ku kurd xwe bi rêve bibin û azad bijîn. Li dijî îradeya azad a kurdan disekinin. Dagirkirina şaredariyan jî ji ber vê yekê ye. Li gorî wan nabe ku kurdek bibe rêveber û rêveberiyê bike.
Her carê qala pirsgirêka kurd dikin. Lê di esasê xwe de pirsgirêka dewletê ya bi kurdan re ye. Li Tirkiyê pirsgirêka demokratîkbûyînê heye. Eger sed sal zêdetire ku komara Tirkiyê ne demokratîk be û kurd tine tên hesibandin ji ber vê yekê ye. Dewleta tirk ji destpêka avabûna komarê û vir ve ziman, hebûn û nasnameya kurdan tine dihesibîne. Eger dewletek demokratîk bûya û kurd jî wekî hemû netewan qebûl kiriba, wê demê ti pirsgirêk li holê nedima. Meseleya derketina PKK’ê jî ji ber vê yekê ye. PKK li dijî van polîtîkayên tine hesibandinê derket. Eger kurd xwedî nasname û statu bûna wê demê ti pirsgirêk li meydanê nedima.
Ew kesên dibêjin pirsgirêka kurd û di paceyek mezin de li meseleyê nanerin, divê êdî bibînin. Pirsgirêka bingehîn a li Tirkiyê ewe ku demokrasî tineye û kurd tine tên hesibandin. Eger hûn rabin milyonan kesî tevî zimanê wan tine bihesibînin, wê demê hun nikarin qala xwişk û biratiya bi kurdan re bikin. Bi gotinê ti çareserî nabe. Divê hun ziman, çand, stran, govend, muzîk û hunera kurdan qebûl bikin û bi wan re bijîn. Eger hun dijminatiyê bikin, wê demê wê aqûbeta we jî bibe wekî ew welatên ku parçe bûne. Bahçelî û Erdogan ketine ferqa wê, lê wê çiqasî cidî û ji dil bin, di dema pêş de em ê bibînin.