Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Ekolojîst Fusun: Divê mêr jî wekheviya zayendê bixwazin

Berdevka Meclîsa Jinan a Yekitiya Ekolojiyê Fusun Kayra diyar kir ku divê têkoşîna femînîst, bikeve pêşiya hemû têkoşînan û wiha axvî: “Her kes 22 salan di bin faşîzma ku destilatdarî pêk tîne de ye. Heta ku tenê tevgerên jin û femînîst li dijî vê bin wê ev pergal neyê hilweşîn. Divê mêr jî daxwaza wekheviya zayedê bikin.”


Di serdema desthilta faşîst a AKP-MHP’ê de qetikirin, destdirêjî, tundiya li hember jin û zarokan zêde bûye ev jî nîqaşên rizandina exlaqî û polîtîk bi xwe re tîne. Li ser pêşniyarên çareseriyê nîqaş tên meşandin. Berdevka Meclîsa Jinan a Yekitiya Ekolojîk Fusun Kayra da zanîn ku ev rizandin encama şert û mercên faşîst yên giran yên pêvajoya 22 salan a desthilatdariyê ye û got bi têkoşîna jinan wê ev bê başkirin.

Fusun Kayra anî ziman ku serkeftina herî mezin a desthilatdariyê mayîndekirina faşîzmê ye û got: “Her kes li dijî vê bê deng kirine û bertek jî kêm bûne. Qirkirinên mezin yên zayendê bi saya tevgera femînîst pêk nayên. Her kes 22 salan di bin faşîzma ku destilatdarî pêk tîne de ye. Heta ku tenê tevgerên jin û femînîst li dijî vê bin wê ev pergal neyê hilweşîn. Divê mêr jî daxwaza wekheviya zayedê bikin.”

Fusun Kayra got mêr di esasa desthilatdariyê de pêş dikevin û ji bo qadê parastina xwe winda nekin serdestiya mêr diparêzin û wiha anî ziman: “Mêrên çepgîr an jî sosyalîst jî dikevin vê helwestê. Em li dijî tundî, destdirêjî û mansplanîng a di tevgerên çep û ekolojîk de matmayî namînin. Ji ber ew jî di xeta desthilatdariyê de ne û xwediyê heman helwestê ne. Daxwaza me ev e ku divê hemû kes di alî femînîzmê de cih bigirin. Dînamîkên ku tevgera civakî pêk tînin divê radîkal bibin. Divê xwedî derketineke topyekun û radîkal hebe û her kes li dijî vê be. Divê yekitiyek hebe. Ancax bi vî awayî riyeke derketinê ya radîkal wê pêk bê.”

Fusun daxuyakirin ku dewlet ji girseya ku xwe biriye desthilatdariyê dur ketiye û jinan, zarokan, xwezayê tune dihesibîne û ji ber vê ji nokteyeke lihevkirinê dûr ketiye. Fusun di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Me jinan di têkoşîna ekolojiyê de jî ji ser perspektîfa eko-femînîzmê rêxistinbûna xwe daye destpêkirin. Lê em bi sûcdariya ku têkoşîna ekolojiyê dikşînin çarçoveya femînîzmê tên sûcdarkirin. Êdî jin û mêrên ku vê pêk bîn wê bên teşhîrkirin. Wekê din em nikarin ji vê tarîtiyê derkevin.”

Fusun destnîşan kir ku rizandina tê jiyîn ji nedîtîve hatin wê çareseriyê neyne û got divê mirov ji rewşa bêbertekbûn, alavbûn û normalbûnê derkevin. Fusun wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piranî jin di rêxistinên tevlihev de cih digirin. Di wan deran de li dijî serdestiyan deng dernaxin. Lê em dibêjin divê bi mêrên ku bûne hêmasyên baviksalar re lihevkirin tunebe. Ev jî bi têkoşîna jinan pêkane, divê têkoşîna jinan di pêşiya hemû têkoşînan de be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar