Bi dagirkeran re aştî nabe

Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP'ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye...

Kurd ji zirteboziya tirkan natirsin

Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP'ê Erdogan xweş kirin ku hatine...

Bi dagirkeran re aştî nabe

Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP'ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye...

Kurd ji zirteboziya tirkan natirsin

Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP'ê Erdogan xweş kirin ku hatine...
Çarşamba - 6 Kasım 2024

Bi dagirkeran re aştî nabe

Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP'ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye...

Kurd ji zirteboziya tirkan natirsin

Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP'ê Erdogan xweş kirin ku hatine...

Tirkiye li arafê ye

Ji salên 1979’an ve ji du milan ve li dijî sîstemê tehlûke hebû ango ji aliyê Rûsya Sovyetê û yê Îrana îslamî ve û ev sedema bingehîn a derve bû ku dikir komara Tirkiyeyê veguhere, lê li hundir jî muxalefeta neteweya demokratîk di asta jor de bûbû tehlûke. Ji ber van herdu tehlûkeyan bivênevê li gorî berjwendiyên sîstemê bû ku darbeya 12’ê Îlona 1980’î bi gladîoyê pêk bîne. Ji bo vê jî gladîo jixwe bi hêz bû. Di dema Komara Yekemîn de îdeolojiya neteweperest a laîk bi sedema tehlûkeyên nû têrê nedikir, kêm dima. Lewma senteza îslama tirk ji bo rawestandina herdu tehlûkeyan hewce dikir. Di vê çarçoveyê de îdeolojiya fermî ya dema Komara Duyemîn weke senteza îslama tirk hat pêkanîn. Bi vî awayî wê bi sentezkariya îslama tirk a nerm Tirkiyeyê bersiva bidaya radîkalîzma îslama Îranê, herweha tevgerên neteweya demokratîk jî wê bi terora faşîst bihata îmhakirin. Di bin destê Gladîoyê de wê bi komareke darbeyê –bi Komara Duyemîn –bi awayekî bingehîn bersiva tehlûkeyên dualî yên hundir û derve bihata dayîn. Pêkanîn jî li ser bingehê konsepta nû ya îdeolojîk meşiyan. Dema Komara Duyemîn ku di sala 1980’î de dest pê kir, li AKP’yê weke partiyeke hegemonîk a vê qonaxa bêhtir belav û cihê xwe girtî fikirîn. Weke partiyeke bi polîtîkayên bingehîn ên derve û hundir ên Komara Duyemîn ve girêdayî, lê êdî dixwaze hegemonya xwe temam bike, dîzayn kirin. Bi awayekî mîna CHP’ya Komara Duyemîn lê fikirîn.

AKP û baskê nû yê bûrjûwaziya tirk, sermayeya taybet a Anatolyayê ya navenda  wê Konya û Qeyserî, ji sermayeya cihû û hêza wê ya di nava dewletê de (ya di Komara Yekemîn de) zêdetir parê dixwaze. AKP’ya ji aliyê sêbera DYA- Îngilistan-Îsraîlê ve ji bo ji hegemonya Rojhilata Navîn re xizmetê bike hatiye çêkirin di berdêla xizmeta xwe de dixwaze para wê bê zêdekirin. Ji bo vê jî dixwaze wesayeta artêşê ya li ser wê bê sivikkirin, li dijî wê darbe neyên kirin û ji pasteya mêtinkariyê ya li Rojhilata Navîn bêhtir par jêre bê veqetandin. Îsraîl daxwazên vê bûrjûwaziya Anatolyayê ya nû ya bi çarpîkan dimeşe zêde dibîne û li bendê ye van daxwazên xwe kêm bike. Her wiha ji gotinên wê yên gelekî dubare dike weke ‘hêza herêmî’ û ‘hêza global’ zivêr dibe, van gotinan nepixandî dibîne û dixwaze rast fêhm bike ku li herêmê û dinyayê hêza hegemon kî ye. Rola dane AKP’ê ew e, divê mîlliyetgiriya Şîî ya Îranê, îslama Radîkal a Ereb û mîlliyetgiriya laîk nerm bike û bi sîstemê ve entegre bike. Aşkere ye ku ji bo vê di artêşê û karên derve de rolek danê. AKP jî bi vê rolê radibe. Şerê di vî warî de şerekî bi qestîka ye, lê nakokiyên wan ên ji bo zêdekirina para xwe rast in, lê van nakokiyan jî dikarin di nava sîstemê de çareser bikin. Di dema navîn û dirêj de bivênevê AKP wê bi sîstema hegemonîk re bi temamî li hev bike. Tirkiye wê yan guh bide sîstemê, yan jî wê xwe ragire û qebûl bike ku polîtîkayên li ser Iraq û Îranê têne meşandin wê li ser wê jî bêne pêkanîn. Guhdana wê ya sîstemê jî tê wê maneyê ku divê bi kurdan re li hev bike, mesafeyekê deyne navbera têkiliyên xwe yên bi Sûriye û Îranê re jî. Na eger ji sîstemê qut bibe û di rojgarên cuda de ji xwe re li cih bigire yan jî cih çêke, ji sedî sed divê operasyoneke mîna ya li dijî Iraqê li dijî xwe jî li ber çavan bigire. Di rewşeke bi vî rengî de sîstem wê bi hêza xwe hemûyî destekê bide tevgera dewleta netewe ya kurd û wê kakilê dewleta netewe ya li Iraqê berfireh bike.

Mirov bi hêsanî dikare bibêje, Tirkiye xeleka qels a sîstemê ye. Lewma qutbûna wê ya ji sîstemê îhtîmaleke qels nîne. Qutbûn dikare di du çarçoveyan de pêk bê: Ya yekê, eger ne xapandin be, bi Îran, Sûriye û heta Rûsya û welatên din ên weke Brezîlya, Hindistan û Çînê re hewl bide bibe hêza herêmî ya bigihîje heta hêza globalbûnê ku weke destguherîna hegemonyayê jî tê şîrovekirin û bi vî awayî li ber hegemonya DYA, Îngilistan û Yekitiya Ewropayê rabe. Ya diduyan, eger komara Tirkiyeyê hevgirtinên xwe yên di dema Şerê Rizgariya Neteweyî de li ser bingehê neteweya demokratîk aktualîze bike qutbûna duyemîn pêkan dibe.

Destpêkê hikûmeta AKP ya ku bi alîkariya Îsraîl, DYA û YE hatibû ser kar ji bo PKK tecrîd tesfiye bike bi dewletên Sûrî û Îranê re tifaqan pêş xist lê ev tifaq encamên berevajî derxistin holê; Welatên Îsraîl, DYA û YE bertek nîşan dan û komara tirk sûcdar kirin ku eksena xwe şemitandine. Li hemberî tifaqa dij kurd a hikûmetên Tirkiye, Îran û Sûriye; bloka Îsraîl, DYA, YE û kurdan çêbûye. Di armanca van her du bloqên tifaqê yên ku hema hema wê Rojhilata Navîn ji binî de veguherînin de PKK-KCK heye.

Eger li herêmê Îsraîl-Rêveberiya kurd a Iraqê-KCK bibin bereyek hingê mirov dikare li bendê be ku ev yek Rojhilata Navîn ber bi veguherînin mezin ve dahf bide. Tirkiye niha halîhazir li Arafê ye. Tercîheke zelal û vebirrî nake, polîtîkayeke bi tewazûn a klasîk ji bo herdu aliyan dimeşîne. Sîstema hegemonîk nikare li Rojhilata Navîn paşve gavê biavêje. Eger biavêje, ji tesfiyeya Îsraîlê bigirin heta jiholêrabûna gelek dewletên Ereb ên mezin û piçûk bivênevê bûyerên dinyayê ji binî ve bihejînin wê biqewimin. Tirkiye yan wê razî bibe pirsgirêka xwe ya kurd bi awayekî aştiyane, hevgirtî û bi riya demokratîk a bi kêmanî li Xweseriya Demokratîk vekirî çareser bike; Yan jî wê bêhtir bi Îran û Sûriyeyê ve bê girêdan û li dijî kurdan şerekî girantir bike. Sûriye û Îran ê ji aliyê xwe ve li dijî kurdan şer gur nekin. Polîtîkayên xwe yên ji rêûresmê bêhtir bi lihevkirinê bimeşînin û giraniya şer wê bixin ser milê Tirkiyeyê. Eger Tirkiyeyê weke ku heta niha kiriye, bêhtir giraniya xwe bide şerê li Kurdistanê û zêdetir şer gur bike, wê tu cudahiya wê ji Afganistan û Iraqê nemîne, belkî ji wan xirabtir jî bibe.

Nûçeyên Têkildar