PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Rojnamevan Tara û Bahadîn di lîsteya UNESCO’yê de ne

Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên li Silêmaniyeyê ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin, li lîsteya 'Rojnamevanên hatin qetilkirin' a UNESCO'yê cih girtin.

Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di 23’yê tebaxê li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê ji aliyê dewleta tirk ve bi SÎHA’yê hatin qetilkiri. Rojnamevanên hatin qetilkirin di lîsteya ‘Rojnamevanên hatin qetilkirin’ a UNESCO (United Nations Educational, Scientific and Cultural Organization – Organîzasyonên Çandî, Zanistî û Perwerdeyê yên Neteweyên Yekbûyî) cih girtin.

Lîsteya navborî ji sala 1993’yan û vir ve têkildarî rojnamevanên li ser wezîfeya xwe têne kuştin, tê amadekirin.

Di lîsteyê de li ser welatê ku Gulistan Tara û Hêro Bahadîn lê hatin qetilkirin, pîşeyê wan û saziya çapemeniyê ya ku lê kar dikirin, agahî hate dayin. Lê belê li gel ku Tara û Bahadîn bi kîlometreyan dûrî qada şer hatin qetilkirin jî weke li cihekî herêma şer hatin qetilkirin, hate nîşandan.

Dîrektora Giştî ya UNESCO’yê Audrey Azoulay li ser mijarê di malpera fermî ya UNESCO de daxuyaniyek da û qetilkirina Tara û Bahadîn şermezar kir.

Audrey Azoulay biryara bi hejmara 2222/2015 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi bîr xist û destnîşan kir ku divê rojnamevan û xebatkarên medyayê weke sivîl bêne parastin.

Audrey Azoulay anî ziman ku Tara û Bahadîn ji bo Chatr Produksiyonê dixebitîn, dema ku ji bo nûçeyê bi rê ketibûn bi droneyê hatin qetilkirin û xwest, li ser mijarê lêpirsîneke xurt bê kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar