PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Giovanni: Geşedanên dawî hêza Abdullah Ocalan û PKK’ê nîşan da

Senatorê berê yê Îtalyayê Giovanni Russo Spena diyar kir ku Rêber Apo xwedî wê hêzê ye ku bi rêbertiya xwe dikare pêvajoyeke azadî û aştiyê bide destpêkirin got, “Geşedanên dawî hêza Ocalan, PKK'ê û gelê kurd nîşan dide.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîda dermirovî tê girtin. Parlamenterê DEM Partiyê piştî 44 mehên tecrîda mutleq ku bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nedihat wergirtin, li ser navê malbatê hevdîtin bi Rêber Apo re kir. Rêber Apo peyamek ji raya giştî re şand û anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê dewam dike. Di peyama Rêber Apo de hate gotin, “Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û polîtîk im ku vê pêvajoyê ji ser zemîna şer derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.” Ev peyama Rêber Apo li nava raya giştî ya navneteweyî jî deng veda.

Berdevkê Komîteya ‘Dema wê ye, Azadî ji Ocalan re’ ya Îtalyayê Senatorê berê Giovanni Russo Spena hevdîtin û peyama Rêber Apo nirxand. Russo Spena anî ziman ku weke komîte, ew hevdîtina bi Abdullah Ocalan re erênî û bûyereke girîng dinirxînin û got, “Serdana Îmraliyê û nîqaşên di dema dawî de têne kirin, hêza gelê kurd, PKK’ê û Abdullah Ocalan nîşan dide ku li Îmrlaiyê dîlgirtî jî be pêşengiyê, rêbertiyê ji gelê xwe re dike. Her wiha otorîteya gerdûnî ya mezin a Ocalan û hêza piştevaniya navneteweyî radixe pêş çavan ku komîteya me jî parçeyek jê ye. Ji bo me serdana Omer Ocalan a li Îmraliyê agahiyeke bêhempa ye.

Li gel van hemûyan divê em bi baldarî nêzîk bibin. Aşkere ye ku rêwîtiyeke girîng destpê kiriye ku roj bi roj divê bê şopandin. Bi qasî ku gav bi pêş ve bêne avêtin, dikarin bi paşve jî werin avêtin. Rêwîtî wê dirêj be û em nizanin bê stratejiya hikumeta tirk çi ye. Ocalan ji bo gelê kurd û cîhana pêşverû, bi hêviyeke mezin rewşa heyî xistiye nava liv û tevgerê.”

Berdevkê Komîteya ‘Dema wê ye, Azadî ji Ocalan re’ ya Îtalyayê Giovanni Russo Spena ragihand ku nîqaşên dema dawî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têne kirin girîng in û got, “Aşkere ye ku ev nîqaşên li nava dewleta tirk têne kirin, pêwendiya xwe bi îhtimala serketina Donald Trump a di hilbijartinên DYA’yê de heye. Bi îhtimala vekişîna DYA’yê ji Iraq û Sûriyeyê re destpêkirina nîqaşekê li Tirkiyeyê girîng e. Bêguman ev rewşa li nava dewleta tirk bi hilbijartinên DYA’yê re heye ku dibe ku bi kêrî Donald Trump bê. Li hemberî îhtimala vekişîna Emerîkiyan a ji Iraq û Sûriyeyê, dibe ku Enqere xwe bide ber rewşeke aştiyane ya bi PKK’ê re; bi taybetî ji ber krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê. Erdogan her wiha ji bo karibe di sala 2028’an de ji nû ve bê hilbijartin dixwaze Destûra Bingehîn biguherîne û ji ber vê jî daxwaza rewşeke aştiyane ya navxweyî dike. Di nîqaşên têne kirin de berjewendiyên taktîkî hene. Dûrî ji berjewendiyên taktîkî divê çareseriyeke rasteqîn roj bi roj bê afirandin.”

Giovanni Russo Spena destnîşan kir ku ew peyama Rêber Apo ya ji bo raya giştî weke helwest û sekneke demokratîk a ji bo çareseriyê dinirxînin û got, “Ocalan di peyama xwe de ragihand ku tecrîd dewam dike, lê belê eger şert û merc bêne afirandin wê karibe şer derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bike, xwedî vê hêza teorîk û pratîkî ye. Vê peyamê hêvî da min, hêvî da me. Ocalan xwedî wê hêzê ye ku bi rêbertiya xwe dikare pêvajoyeke azadî û aştiyê bide destpêkirin. Peyama ku da, sekn û helwesteke demokratîk e. Ocalan dixwaze pêvajoyeke danûstandinê ya rasteqîn bide ber dewleta tirk. Ocalan bi rengekî mafdar, bi gotina tecrîd dewam dike, bi hesasiyetê û hay ji xwe heyî nêzî mijarê dibe. Ocalan yekane kes e ku dikare rewşa heyî biguherîne û xwedî wê biryardariyê ye. Helwesta Ocalan li pêş çavan e, lê di rewşeke bi vî rengî de dewleta tirk êrîşî Rojava dike, bombeyan lê dibarîne û mirovan qetil dike.”

Giovanni Russo Spena pêngava ji bo azadiya Rêber Apo nirxand û destnîşan kir ku armanca wan a bingehîn azadiya Rêber Apo ye. Russo Spena li ser kampanya azadiyê ya li Îtalyayê got, “Kampanya ku ji bo azadiya Ocalan li Îtalyayê tê meşandin ji bo me gelekî girîng e. Kampanyaya me li ser gelek hêmanan hate danîn. Yek ji armancên me yên bingehîn şermezarkirina bi xurtî ya şert û mercên girtîgehê yên Ocalan tê de ye. Her wiha em dixwazin paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Ocalan û tecrûbeya Rojava bi xurtî nîqaş bikin û belav bikin. Bi vî rengî di nava hiqûqnas, demokrat û entelektuelan de piştevaniyeke xurt biafirînin. Li bajarên mezin û bajarokên biçûk kampanyayên saziyan lidar bixin ji bo welatîbûn ji Ocalan re bê dayîn. Bi xwepêşandan, meş û konseran em dixwazin balê bikişînin ser fikrên Ocalan û şert û mercên ku di nav de tê ragirtin. Li ser bingeha van armancan me karên girîng kir.

Di çarçoveya kampanya navneteweyî de ji bo hikûmet û parlamenta Îtalyayê biryara Dadgeha Romayê ya naskirina mafê penaberiyê yê Ocalan bi cih bîne, wezîfeyeke me ya taybet e ku em têbikoşin. Ev gelekî girîng e. Ji ber ku komîteya me diyar dike ku ji bo azadiya Ocalan û diyarkirina mafê çarenûsa xwe yê gelê kurd, Îtalya xwedî wê berpirsyariyê ye ku li Ewropayê û li nava saziyên navneteweyî têbikoşe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar