PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

KJK: Em kolanan veguherînin qada berxwedanê

KJK'ê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê da û got, "Ji bo rizgariya ji vê desthilatdariya dijminê jinê û zayendîperest, divê em jin kolanan veguherînin qada berxwedanê."

Koordînasyona KJK’ê têkildarî dagirkrina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Gelê me yê hêja, jin, ciwan, alîgirên demokrasî û azadiyê, dostên me, careke din bi êrîşeke desthilatdariya faşîst a dijminê Kurdan û jinan re rû bi rû man. Heta ku faşîzm neyê têkbirin û tinekirin, nepêkane ku dem û rojên ronî bên. Heqîqeta yekane û rastî ew e ku ji bo rizgariya ji vê desthilatdariya faşîst û hemû aparatên wê, divê têkoşîn di asta serhildanê de bê bilindkirin, helwest li dijî desteserkirina îradeyê bê nîşandan û berxwedan bê kirin. Em careke din bi bawerî û piştrastiya ji xwe dibêjin, ev desthlatdariya dijminê jinê, dijminê Kurdan, qirker û faşîst wê têk biçe. Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ku bi dengê di asta rekorê de hatin bidestxistin, careke din ji aliyê desthilatdariya faşîst, dijminê jinan û Kurdan ve hate desteserkirin û qeyûm li ser hate danîn. Şaredariya Esenyûrt a Stenbolê jî di 1’ê Mijdarê de hate desteserkirin. Yekane sedema vê jî ew bû ku şaredar Ahmet Ozer Kurd e. Desthilatdariya Tirkiyeyê ku versiyona Tirkiyeyê ya Hîtler e, ji tirsa windakirinê careke din êrîşî îradeya jin û gelê ukrd kir û tine hesiband. Li hemberî vê êrîşa bêperwa ya dijminatiyê, ji bilî berxwedan û têkoşînê sekneke din divê neyê qebûlkirin. Li tevahiya Tirkiyeyê şaredara Êlihê bi dengê herî zêde hate hilbijartin. Xuya ye vê yekê desthilatdariya zayendîperest, neteweperest, nijadperest û dijminê jinê gelekî aciz kiriye. Eşkere ye ku em ê van êrîşan hemûyan bi berxwedan û têkoşînê têk bibin. Klîka faşîst a AKP-MHP’ê wê winda bike, jin û gel wê bi ser bikevin.”

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

“Gel û jinên me yên hêja!

Meheke me li şanoyeke vê desthilatdariyê temaşe kir ku bi xwe amade kir û bi xwe lîst. Xuya ye fêhm kiriye ku ti temaşekarên vî lîstika wan nîne, dîtiye ku Kurd, jin, hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê jê bawer nekiriye, lewma bi tirsa windakirinê êrîşên we hîn berfireh û giran kiriye. Ev desthilatdariya faşîst ku 22 sal in li Tirkiye û Kurdistanê xwînê bi gelan dide verişandin, herî zêde ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan, Kurdan û jinan ve tê naskirin. Em zanin ku her gotin û gaveke xweş, ji bo mayindekirin û ewlekirina desthilatdariya xwe ya faşîst diavêje. Tê fêhmkirin ku nîqaş û hevdîtinên li ser amadekirina destûra bingehîn a nû, her wiha silavdayina Bahçelî û bangên li Rêber Abdullah Ocalan hatin kirin, hemû di çarçoveya vê konseptê de li ser zemîn û qadeke nû ya êrîşên îmhayê têne meşandin. Bi vê konsepta nû ya êrîşan careke din eşkere bû ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo Kurdan, jinan û gelan gavekê neavêje, ji dil nîne ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike. Cezayê dîsîplînê û qedexeya hevdîtinê ya ji bo sê mehan careke din li Rêber Abdullah Ocalan hate birîn, wêne û rengê polîtîkaya tê meşandin jî nîşan da. Di nava mehekê de ji gotina ‘Divê em yekîtiya xwe ya navxweyî xurt bikin’ derbasî gavên têkbirina çareserî û yekîtiya navxweyî bû, ku ev yek jî nîşan dide ku tirsa xwe ya windakirinê gelekî mezin e. Careke din hate fêhmkirin ku ji bilî têkoşîneke xurt a li dijî vê desthilatdariyê, bendewarî nêzîkatiyeke rast nîne. Berxwedan û têkoşîn dibe para gelan û jinan. Ev desthilatdariya faşîst divê di dema herî nêz de bê têkbirin. Ya ku divê bê kirin ev e.

Hewce ye bê zanîn ku wê li aliyekî êrîşên qirkirinê li her derê belav bikin û li aliyekî jî polîtîkayên parçekirinê, şaşkirin û xwegîrokirinê bi rê ve bibe. Divê em bizanibin ku wê dibin navê gelê Kurd û têkoşîna wan de polîtîkayên xumanîkirina mixatab û mekanîzmayan û polîtîkayên avakirina dubendîtî û parçeperestiyê ya di nava xeta Kurd a şoreşger de bimeşînin. Polîtîkayeke hevşib li ser beşên mixalîf ên din jî dimeşîne. Ji ber wê yekê li hemberî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hemû aliyên welatparêz, demokrat û şoreşger yên li Tirkiye û Kurdistanê hêzên xwe bikin yek, berxwedaneke mezintir nîşan bidin û têkoşînê mezintir bikin. Weke jin, ji bo ku em di zûtirîn demê de ji vê desthilatdariya zayendperest û dijminahiya jinan dike, rizgar bibin, divê em kolana veguherînin qadên têkoşînê. Wê biçin, kêm ma. Heya ku ev desthilatdarî neçe, tevî ku wê qetilkirina jin û zarokan, krîz û jinavçûna aborî û civakî nayê astengkirin û wê bi demê re kûrtir û zêdetir jî bin. Tekane rizgarbûn, rizgarbûna ji vê desthilatdariya faşîst e. Divê armanca me ya ewil û sereke ev be.

Heta ku mafên nasname, ziman, çand yanî mafên kolektîf ên gelê Kurd neyên bicihanîn û çareserî neyê pêkanîn, li Tirkiyeyê demokrasî, azadî û aştî pêk nayê.Tirkiye tenê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare pêşî li kuştina jin û zarokan, pirsgirêkên civakî û aborî û rizandinê bigire. Em jin divê bi vê rastiyê zanibin û weke jin û gelan hêza xwe bikin yek, ji bo afirandina Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurd çareser kiriye û demokratîk bûye, têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bilî têkoşîn û berxwedanê divê jin û gelê me guh û çavên xwe ji gotin û polîtîkayeke din bigirin. Yekane çareserî û çare berxwedan e, têkbirina vê desthilatdariya faşîst e, bidawîkirina desthilatdariyê ye. Em bang li jinan, ciwanan, gelê me, hêzên demokrasiyê û hemû hêzên berpirsyar dikin ku li ser vê bingehê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar