Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP’ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye her ewqas êrîşek li dijî îradeya gel e. Ev dagirkerî tine hesibandina civakêye, hewldanek teslîmgirtina îradeya xelkê herêmê ye.
Ger em bêjin êrîşên li ser îradeya gelê kurd çi ne? ev êrîş tên çi wateyê? û sedema van êrîşan çi ye? wê gelek kesên cahil û nezan ên ku ketine bin bandora propagandaya reş ya deshilata AKP-MHP’ê wê derkevin û hewl bidin rastiyê berovajî bikin. Di vê rewşa kambax de gelek rastiyên ku mirov bikaribe ji bo wan têkoşîn û berxwedanê mezin bike hene. Lê qet tiştekî ku mirov bikaribe vê êrîşa dagirkeriyê rewa nîşan nîne. Tevî vê jî gelek kesên ku ji aliyê vê desthilata dagirker ve hatine kerîn û îradeya xwe bi pênç qurişan firotine dikevin nava hewldanên parastinê. Ji bo vê dagirkeriyê jî rewa nîşan bidin li ser zimanê wan nijadperestiyeke reş, dijminatiyek mezin heye.
Gelek caran tê gotin ku; “ger kesek di mijarekê de pir radîkal û tund axive herî zêde ji wî/ê bitirse, ji ber di wê mijarê de yê herî lewaz ew bi xwe ye.” tecrûbeyên ku me jiyan kirine ev rastî gelek caran bi me da famkirin. Niha em bala xwe didin gotinên kesên ku qaşo xwe weke alîgirên vê deshilata faşîst didin nîşandin. Ev kes ji bo xwe li ber dilê şefê reşîma faşîst Erdogan xweş bikin ketine nava pêşbirkê. Lê rastiya civakê û tişta li qadê tê jiyankirin ji nerîvanên va kesan pir cûdatir e. Ev kesên ku xwe firotine ne mumkune bikaribin li dijî zilmê bibin dengê civakê. Li Tirkiyê hişmendiya ku ji aliyê van kesên ku ketine bin xizmeta şerê taybet dikare çiqas rastiyê îfade bike. Dema em rewşa giştî ya li Tirkiyê dinerin bersiva vê pirsê bi awayekî pir eşkere li holê ye. Di halê heyî de li dijî vê zilmê hêjmara yên xwedî li îrade û hebûna xwe didin jî diyar e.
Li himberî vê hişmendiye tişta herî guncav û divê bê kirin têkoşînek radîkal e. Ev têkoşîn ger li ser hîmekî rast were birêxistinkirin dikare bibe xwedî guherînên pir mezin jî. Lê di van salên dawî de em bala xwe didinê tevî ewqas êrîş, qetilkirin, girtin, êşkencekirin û talanê jî hin kes bi israr gotina “aştiyê” ji devê dernaxin. Raste di çarçoveya siyasî de mirov dikare nerm be û li gorî atmosfera heyî zimanê xwe jî biguhere. Lê îro em bala xwe didênê di civaka me de zimanekî pirs şaş tê bikaranîn. Ev jî zêde zêde dubarekirina gotina “aştiyê” ye. Di vir de divê her yek ji me vê pirsê ji xwe bike. Aştiyek çawa û bi kê re?
Di dîroka komara Tirkiyeyê ya 101 salî de gelek deshilat hatin guhertin. Gelên li Tirkiyeyê qasî di van 22 salên ku desthilata AKP’ê li ser hikume êş kişand, di nava 101 salî de nedît. Bi taybet gelê Kurd gelek êşên mezin jiyan kir. Vê desthilatê komkujî pêk anî, xweza talan kir, bi siyaseta xwe ya faşîst bû dijminê herî mezin ê jinan ku her roj rêjeya kuştina jina zêde dibe. Gel vê dest avêt hemû nirxên bingehîn ên civakê. Gelek tirk hene ku bi dewleta xwe serfirazin. Ji bo wan jî mizgîniyek min heye. Mixabin desthilata AKP’ê li holê dewleta jî nehişt. Êdî Tirkiye bûye welatekî çete û mafya. Li şûna dewletê hikumetek çeteyan hatiye avakirin.
Di vê rewşa wisa kambax de gelê kurd tevî hemû asgenî û êrîşan jî hewl dide xwedî li hebûna xwe derkeve. Di hilbijartinên li gorî zagoên Tirkiyeyê pêk tên şaredariyên xwe bi dest xist. Ji sala 2016’an ve desthilata faşist û qirker a AKP-MHP’ê van şaredariya dagir dike û îradaya gel înkar dike. Îro gelek derdorên cûda dibejin “ev şaş e”. Lê ew dibêje “şaş be jî ya min e.” û di vê de israr dike. Li imberî vê israr di faşîzm û qikirinê de tekane rê mezinkirin têkoşînê ye. Di çalakiyên li dijî qeyûman de helwesta ciwanên kurd di vê mijarê de erênî û girîng bû. Lê di vir de jî hin mijarên ku divê mirov binirxîne hene.
Bêguman civak ji helwest û sekna aliyên siyasî ên ku ji xwe re weke pêşeng dibînin bandor dibe. Ev ji bo gelê kurd jî wisa ye. Li dijî van êrîşên dagirkeriyê siyaseta kurd helwsta xwe ya têkoşîna serdeme jî diyar kir. Lê li himberî vê helwestê hin alî hene ku di bin navê “aştiyê” de bi israr hêrsa civakê sar dikin. Di serî de divê em bizanibin ku aştî bi aliyên ku rastiya hev qebûl dikin re çê dibe. Yanî aliyên ku ji hev re rêz digirin û di warê siyasî, civakî û netewî de rastiya hev qebûl dikin dikarin li ser van rastiya bi hev re jiyan bikin di nava xwe de aştiyê dikarin pêk bînin. Lê, di mijara kurdan û dewleta tirk de ne wisa ye. Dewleta tirk hîn kurdan tune dihesibîne û di siyaseta xwe ya înkar de bi israr e. Ji ber vê yekê tişta ku bê kirin divê ev aliyên ku bi israr gotina “aştiyê” bi lêv dikin dev ji vê dubarê berdin.
Me di çalakiyên li dijî qeyûmên dagirker de hêrsa civanan dît. Hin ciwanên ku dixwestin çalakî bikin ji aliyê hin dayik û kesên cûda ve dihatin asteng kirin. Ger di rojeke wisa de ev ciwan xwedî li hebûn û îradeya xwe dernekevin we kengî bikarinbin têkoşînek radîkal bidin meşandin. Êdî her tişt aşkereye.Kesên bahsa pêvajoya dikirin, kesên ku ji xwe re bi hêviyên vala xewn û xeyat avadikir diyare ji rastiya dewelta tirk tiştek famnekirine. Lewma divê gelê kurd ji bo di têkoşîna xwe de nekeve valatiê divê rastiya deshilata faşîst û qirker a AKP-MHP’ê baş fam bike. Bi vê famkirinê li dijî siyaseta qeyûm û înkara îradeya gel asta têkoşîn û berxwedanê derxe asta herî bilind.