Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP’ê Erdogan xweş kirin ku hatine ser hişê xwe da mesela kurd ber bi çareseriyê ve here. Her çiqasî rast be an jî na, lê gotin li pêş kamîreyan hat kirin û rojevek ava kir. Bi vê re, hemleyeke li ser ragihandinê jî hat destpêkirin ku Qendîl bi ya Ocalan nake, ew çend parçe ne û dewlet destê xwe dirêj dike lê ew naxwazin mesele çareser bibe û hwd gotegotên her carê.
Di heman wexta ev daxuyanî dihatin dayîn, başûrê welêt dihat bombebarankirin û li çiyayên Kurdistanê êrişên li dijî hêzên gerîla dewam bûn. Lê dîsa jî kurdan digot bila aştî çêbibe. Baweriyê bi dewletê nakin lê dîsa jî gotin bila her zilma bi salan li dijî me kurdan hatiye kirin bibe qurbana aştiyeke domdar. Li ser vê mijarê Fermandarê HPG’ê Murat Karayilan daxuyanî da û aşkere kir ku tişta dewleta tirk dibêje rastiya wê li ser erdê tune û bila kes xwe bi gotinên wan nexapîne. Karayilan diyar kir ku ew pêl li textê şil nema dikin û ne bê çare ne. Bi vê yekê re di 23’yê cotmehê çalakiyek li dijî cihê çêkirina çek û balafirên ku kurd rojane bê tên kuştin hat lidarxistin û HPG’ê berpirsyariya wê girt ser xwe. Vê çalakiyê dewlet û saziyên wê yên ewlehiyê şaş û metel kirin û ew qet ne li bendê bûn ku tevgereke gerîla ya wiha çêbibe û ev serê çend sal e dibêjin wan PKK’ê dorpêç kirine.
Piştî wê, dewleta tirk bi balafiran ji Kobanê heta Qamişlo û Dêrik ta bi Şehbayê da ber topan û ne got mal û ne got dare û her tişt da ber xwe. Rayedarên dewletê dibêjin çi, ji ber PKK ev çalakî li dijî me kir, ew êrişî Rojava dikin. Ger mesela wan PKK’ê ye, ma ne vaye PKK’ê cihê wan xuyaye. Hin kesên bi navê çalakvan, siyasetmedar û rojnameger jî derketin û weke ew li qada şer bin, diyar kirin ku dema pêkanînan vê çalakiyê ji aliyê PKK’ê ve ne di cih de ye û ew rê li ber aştiyê digire. Lê heman kes ji bîr dikin ku şer li Kurdistanê heta vê kêliyê jî yek deqe ranewestiyaye. Efrîn û Serêkaniyê di bin dagirkeriyê de ne û dewlet her roj gefa wê Rojava tune bike dixwe.
Her wiha ger niyeta dewletê aştî be, wê çima qeyûman deynin li ser Şaredariyên bakurê Kurdistanê? Gelo ji ber çalakiya li Enqereyê ev yek kirin? ne xêr, niyeta dewletê li hember kurdan qirkirin e û vê yekê dewam dikin. Ger dewlet bi rastî jî bixwaze mesele çareser bibe, tu kes li hember nabe asteng û muxateb jî Ocalan e û hemû aliyên kurd eşeker dibêjin ku birêz Ocalan bibêje çi, ew li gel wê ne . Lê wer xuyaye ger dewleta tirk mejbûr bûye bi kurdan û bi Ocalan re li ser masê rûnê jî, wê heta dawiyê zextê jî bike û êrişên tund pêk bîne da bibêje binêrin ez bi hêz im. Çi hêza wê dibe bila bibe û xwe çawa bidêkê bila bidêkê, ew ê yan were li ser masê rûnê, an jî wê pê de biteqe. Ji ber guhertinên li herêmê çê dibin, aliyên bi aqil û hêz di nava xwe de dihewînin û cih ji zirteboziyan re tune. Kurd nema zirteboziya dewleta tirk ditirsin û ne jî bi zimanê wan ê ku ew bira ne dixapin!